Min Xwest Serdanekê Bikim, Lê Bi Gelekî Ji Wê Mestir Derket..
Kawa Şêxê
13 Sal in li dervey welat dijîm, lê her şev dema ku serê xwe datînim ser balgî careke din li deşt û newalên zuha yên #Rojava# vedigerim.
Her ku derfet çêdibe jî dixwazim werim bi çavê xwe bibînim…
Niha jî ji bo cara yekemîn li Rojava me, erê cara yekemîn piştî ku ev der bûye Rojava..
Rojavayê Kurdistanê ango devera jidayikbûna min piştî salên dirêj ji tariyê niha jî di qonaxeke de dijî..
Qonaxa nû ya Rojava ji bo min mereqeke mezin bû, min ji ber karê xwe di rojnamevaniyê de dişopand û kêlî bi kêkî dilê min li vir lê dida, lê dîsa jî dîtin û bihîstin nabin yek…
Min xwest ku bibînim û bîn bikim..
Hatim Rojava, ji sînorê di navbera Başûr û Rojava re min destpê kir..
Ji ber derî ve min guhertin dîtin..
Ji ber derî heya Qamişlo niza ne ji ber ku bihara îsal zêde bû niza ne ji ber ku tiyê vê xakê me min tenê bîna gul û beybûnan dikir…
Rojavayê Kurdistanê bi xemleke bûkanî xemilî bû, deştên wê tijî genim, ceh, nok, nîsk, kuncî, gijnîj û kemûn bû û asîman jî bi alên kesk, sor û zer û bi wêneyên şehîd û egîdan rengîn bubû.
kawa1
Giham Qamişlo çûm Dêrik, Tirbespiyê, Serêkaniyê, Hesekê û Rimêlan û di nava sazî û dezgehên Kurdan de geriyam..
Kurdan rêveberyeke xwe li herêmê ava kirine biçûk û bi gelek kêmasî lê şêrîn, xweşik û mîna hesreta dilan bi hezkirin..
Kurd li Rojavayê Kurdistanê siyasetê dikin, avakirinê dikin, xwe diparêzin û ber bi pêşerojê ve dimeşin.
Li her kolanekê konekî sersaxiyê vegirtiye, lê ne konê şînê ye, na, ji binê konan dengê tilîlî, silogan, û sonda berxwedanê tê bihîstin…
Zarok, mezinm kal, pîr, jin û mêr hema bêje her kes bi zimanê Kurdî mijûl e, û dema zarok ji dibistanan vedigerin derzên xwe bi dayik û bavê xwe re parve dikin.
Dayikên ku bi hesreta alîkirina zarokên xwe bûn, êdî ev derî li ber wan vekiriye ji ber ku derz û mijar kurdî ne. Dayik bi wan re kar dikin wan fêr dikin û ji wan fêr dibin.
بدون عنوان-1
Mamoste û şagirt jî li ser rêzkirina tîpên Kurdî li dibistanan di nava xebateke bêhempa de ne.
Starn û mûzîka Kurdî jî mîna dara ku were avdan, roj bi roj li Rojava geş dibe û aramê Tîgran mamostetiya xwe dewam dikin.
Li Rojava keniyam, aciz bûm, giriyam, şabûm lê ji van estan bêtir ez serbilind bûm..
Nivîskar li hev dicivin, behsa piroje û rewşa xwe dikin, hinek kêfxweş in, hinek bêtir dixwazin û hinek jî dibêjin na em ne razî ne.
Ji bilî van tiştan, pirsgirêkên av û eliktrîkê hebûn û bazar û bazirgan jî di bin bandora bêbavê Dolar de diçûn û dihatin.
Serdana min a Rojava ji serdanê wêdetir bû, bi xwe ve hatinek û min moral û ener jî têra temenekî jê girt.
Dema ku Rojava bidim nasîn ez ê wisa bibêjim: Keçek ciwan, pir xweşik, di riwê wê de şûna hin deverên şewatê heye, çavên wê tijî hêsir in, lê devê wê li ken e!
[1]