Yekemîn Nerîn Li Ser Romana “99 Morîkên Belavbûyî”
Luqman silêman
Dema ku min Romana #Helîm Yûsiv# ya bi navê “99 morîkên belavbûyî” xwend, ez li pey wan morîkan çûm û her morîkekê ez sipartim ya dî. Tevlî ku ez negiham dawiya morîkan, ji ber ku ew girêdayî bi jiyan û kêşeya miletekî ve, lê diyar e ew î xwestiye, yan ew bi xwe jî wisa ye, jiyana milet û welêt weka wan morîkan bi hev ve girêbide. Ji lewma min nema dizanî, ne ez jiyana xwe dixwînim, ne jiyana penaberekî, ne jî jiyana kesekî windayî ye, ku ew jî weka Azad li ber bayê penaberiyê ketiye.
Roman bi zimanekî xweş hatiye hûnandin. Xwendevan jî bi xwe ve girêdide. Herweha behsa hin mijarên cihê hestiyariyê dike, ku rasterast bi birînên kurdan ve girêdayî ne. Weku mînak, di mijara anîna Ereban de û bicihkirina wan di herêmên kurdan de, ku heta niha wekî birîneke kûre di gewdê miletê kurd de vekiriye, Azad -kesê sereke yê romanê- ji bavê xwe re dibe wergêr. Ji rexê dî ve dema zarokên kurd berê xwe didin dibistanan, ne bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde û mezin dibin. Ew hem di nav pencên tirsê de û hem jî di bin gefê de fêrî wî zimanî dibin. Dibe ku kes hestên wî zarokî nizanibe û bi çi îzayî ew bi zimanekî cuda ji zimanê dê û bavê xwe fêr dibe, ji pêvî wî zarokê ku giyanê wî bi xwe bi vî agirî hatibe sotin. Dibe ev mînak ezmûneya zarotiya nivîskarê romanê bixwe bîne bîra mirov.
Heger ku em werin li ser marê deqdeqî bisekinin, ji xwe ew dîrokeke bi serê xwe ye. Ji ber ku di her kolanê de li ber her firoşgehê û ez dikarim bêjim ku di zikê her mirovekî de marek ji wan maran bi darê zorê hatibû bicihkirin, ji lewma kurdan di nav çar dîwaran de jî nediwêrî ji wan maran li ser rêjîmê baxivin. Ji ber ku rêjîmê nîvê milet li ser nîvê dî kiribû mar û berdabûn kolanên her bajarî. Dema mirov romanê dixwîne hertiştê welêt tê ber çavên mirov; ji anîna Ereban, ji çûna ber bi cîhana zaroktiyê ve û aloziya têkiliya bi dibistanê re. Herweha tirsa ji rêjîmê û windakirina mirovan ta ku gotinek bi tenê ji nav lêvên mirovekî bi şaşî şemitî be, êdî bi wê gotinê winda dibû û bê ser û şûn diçû. Piştî ku Azad ji bajarê xwe yê biçûçik berê xwe dide zangoyê cardî nivîskar dîmenekî ji rastiya jiyana xwendevanan dide ber çavan ku rêjîma Sûrî û bi çi şêweyî xwe nêzîkî şagirtan dikir û kiryarên wê di derbarê wan de çi bûn. Lê dema ku berê Azad dikeve Ewropayê û hezkiriya xwe ya yekem li şûnwaran dihêle û çawa ji balafirgehê dighê kampa penaberan û jiyana wan çawa û ji ku destpêdike ew jî dîmenek ji rastiya penaberiyê ye. Ji xwe mirovê ku derbasî kampa nebûyî wê jiyanê nasnake, lê dema mirov romanê dixwîne wekî ku mirov derbasî wan kampan bûyî û hinek ji jiyana xwe di wir de qedandibe. Azad yek ji hezarên penabera ye ji hemî welat û mileta yê ku ji welatê xwe bazdidin û xwe li Ewropayê digrin, lê ew nizanin bê zehmetiyên hatinê û bidestxistina mafê rûniştê û jiyan çawa bi rê ve diçe û qelenê mana wan ya li Ewropayê çiye. Ew kesê ku ji welatê xwe berê xwe dide Ewropayê bi hêviya ku cilikek sor jêre were danîn û wê jiyaneke xweş û aram ji xwe re peyda bike, lê piştî ku lingê wî dikeve ser axa Ewropayê jiyana wî ji nû ve tevlîhev dibe û nexasim yê ku zû mafê rûniştinê bi dest nexîne. Nivîskar bi zelalî dîmenekî ji jiyana hemî beşên penaberan di romana xwe de, ji xwendevanan re, li ber çavan radixîne. ji lewma mirov dibîne hin ji wan bi dehên salan di kampan de dimînin û aqilê xwe jî winda dikin. Hin jî ji ber mana wan ya dirêj di kampan de û bêhêvîtiyê berê wan dikeve zindanan yan nexweşxaneyan. Nivîskar bi zanebûn ev jiyan di romana xwe de, li ber çavan raxistiye.
Di wê navberê re Azad wekî ku jiyana xwe ya welêt ji bîr dike û hinekî aram dijî. Lê piştî şoşreşa sûrî destpêdike û welatê wî yê jê bazdaye wêran dibe, xelkên welêt bi qeflan berê xwe didin welatê Azad ê nû. Bi hatina xelkê welatê wî re, wekî ku Azad ji xeweke giran hişyar bibe, hemî birînên ku di laşê wî de qemûşik girtibûn cardî derdibin û qemûşkên salan serê xwe ji nava giyanê aram didin der. Nexasim dema ku ji wan re wergeriyê dike û wî dîmenê welêt tîne ber çavên wî, ji mamostê dibistanê ta bi marê deqedeqî, ta bi yarika wî ya jibîrkirî. Wisa jî li kurê Bêrîvana ku tizbiya bavê xwe jêre kiribû diyarî û wî jî ew diyariya giranbuha weka parçekî ji giyanê xwe parastibû.
Diyare ku Azad nekarî weka mar kevelê xwe li şûna xwe bihêle û lê nebe xwedî, berevajî wê ew li êşa welat û welatiyê xwe dibe xwedî. Ji lewma jî dema ew cara pêşî çav li kurê Bêrîvanê ket, rewşa wî tevlîhev bû cardî vegeriya zaroktiya xwe û bi hemî xweşî û ne xweşiya xwe ve, kete bin barê welêt. Tevlî ku Azad alîkariya kurê Bêrîvanê kir û ew jî anî Ewropayê, lê dizanî ku Ewropa dikare ji bilî rûmetê, hertiştî bide mirovê dev ji welatê xwe berdayî û xwe li Elmanya yan jî li welatekî dî yê Ewropayê bigre. Ez nizanim mebesta Azad ji anîna Bêrîvanê çi bû. Madem wî hewqasî jê hezdikir, ewê çima wê bîne welatekî ku nikare rûmetê bide mirovekî penaber. Ji ber ku ticarî welatên xelkê nabin welatê mirov. Ji rexekî ve Azad dibêjê kes nikare rûmetê bide mirovekî ji welatê wî mirovî pêve û ji rexê dî ve Bêrîvana ku li ber dilê wî şêrîn bû anî Ewropayê.
Romannivîs di morîka pêşî de ew mirovê ku hîn me navê wî nedizanî bi destê “xortekî Nazî” hate kuştin, lê vê dawiyê min naskir ku ew kesê porsipî ew bi xwe Azad e, lehengê romanê ye.
Sipas ji Helîm Yûsiv re ku romaneke wisa xweş, bi zimanekî şayîk ûbi rehetî tê xwendin û fêmkirin li pirtûkxana kurdî zêdekir.[1]