Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  584,862
Wêne
  123,953
Pirtûk PDF
  22,086
Faylên peywendîdar
  125,746
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,734
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,572
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,724
عربي - Arabic 
43,902
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,624
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,528
Türkçe - Turkish 
3,822
Deutsch - German 
2,030
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,578
Cih 
1,175
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,820
Kurtelêkolîn 
6,826
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,407
PDF 
34,683
MP4 
3,833
IMG 
233,872
∑   Hemû bi hev re 
273,795
Lêgerîna naverokê
TİRYAQA DAİŞÊ
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em agahiyan bi kurtî berhev dikin, ji aliyê tematîk û bi awayekî zimanî rêz dikin û bi awayekî nûjen pêşkêş dikin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
TİRYAQA DAİŞÊ
Sultan Temmo

pêwîstî bi binxistina şaristaniya #Rojhilata Navîn# heye“. Ji bo pêkanîna vê armancê misyon dane hêzên İslamî, ku ew bi xwe pêkhateyek bingehîn yên Rojhilata Navîn e, lê hêzên Rojavayî û di pişta wan de aqilmendên Mason yên navnetewî pir baş fayde ji naveroka İslamê ya hişk û sert dikin
Hêzên navnetewî yên komploger bi daxwaza perçekirina Rojhilata Navîn, hemû cûre lîstikên xwe pêş dixin. Di serdema Sedsala nû de biryar dane ku hevpeymana “Sykes Bîko” bi dawî bînin, êdî Rojhilata Navîn ji nû ve perçe bikin. Ev rêjîmên desthilatdar yên ku weke encama wê hevpeymanê derketine navê nikarin ji bercewendiyên hêzên navnetewî re bibin bersiv. Di dirêjahiya dîroka nûjen de gelek caran hêzên sermayedar yên Rojavayî destwerdana Rojhilata Navîn kirine ji bo pêkanîna bercewendiyên xwe, lê gelê Rojhilata Navîn baş tê negihiştiye bê ev bercewendî çi ne..
Her dem siyasetmedar û stratejîsyen, aborîzan , û nivîskaran bal kişandine ser bercewendiyên hêzên sermayedar yên Rojavayî di herema Rojhilata Navîn de, û ev yek bi Petrol û Zêr û Zîvên vê axê ve girê dane, ev tê wê wateyê ku tenê milê wê yê maddî dîtine û şirove kirine. Ji ber vê yekê herdem kêm mane û dijminê xwe baş nas nekirine û kaos jiyan kirine, weke ku em dizanin deriyê hemû rêjîmên Rojhilata Navîn ji karsazên Rojavayî re vekirî ne û rê ji Holdîng û Fabrîkayên wan re vekirî ne, hêzên Rojavayî çi bixwazin ji Rojhilata Navîn, pir bi hesan rêjîmên heremê yên weke xulam ji wan re dixebitin pêşkêş dikin, ev yek Petrol be yan jî çi zengîniyê ser erd û bin erdê heremê be, her çiqas rewş wiha be jî lê eşkereye ku bercewendiyên hêzên sermayedarên Rojavayî van tiştan derbas dikin û armanca wan ya sereke ne Petrol û ne Zêr û Zîvên heremê ye, armanca dawî û sereke ya van hêzên Rojavayî, şikandin û binxistina rihê Şaristaniya Rojhilata Navîn e, her wiha windakirina çand û dîroka pêkhateyên Rojhilata Navîn e, bi wateyekê zelal ew milên moral (manewî) yên gelên heremê ji xwe re kirine armanc.
Hêzên Rojavayî ku dixwazin şaristaniya Rojava, weke şaristaniya yekemîn di Cîhanê de bidin nîşandan, piştî lêkolîn û şopandinên bi deh salan gihiştine vê encamê:”Şaristaniya Rojava nabe şaristaniyek Gerdûnî, bi hebûna şaristaniya Rojhilata Navîn, pêwîstî bi binxistina şaristaniya Rojhilata Navîn heye”. Ji bo pêkanîna vê armancê misyon dane hêzên İslamî, ku ew bi xwe pêkhateyek bingehîn yên Rojhilata Navîn e, lê hêzên Rojavayî û di pişta wan de aqilmendên Mason yên navnetewî pir baş fayde ji naveroka İslamê ya hişk û sert dikin, ew baş nasdikin ku İslam ne tenê Ol û Bawerî ye, İslam bi sed sala weke sîstema dewlet hatiye bi rêvebirin, ji Emewiya bigre ta bighêje Osmanliya herdem İslam xwe berfereh kiriye û şer kiriye ji bo tenê rengê xwe belav bike, û baweriyên mîna Xristyan û Yehûdî û Zeredeştî derew derxistiye, û xwestiye çanda İslamî ya Ereb bike çanda desthilatdar ya Rojhilata Navîn, û çandên din yê cihê reng qebûl neke û red bike, di roja me ya niha de em rastî vejîneke pir bi xwîn ya tevgerên İslamî tên, heger hûn baş bişopînin; di hemû pevçûnên bi xwîn yên di Rojhilata Navîn de, şûna tevgerên İslamî tê de heye, ev yek ne rast lê hatineke. Hêzên Rojavayî bi zanebûn dest dirêjî nava van tevgeran dikin û wan ji bo armanca xwe ya sereke bi kar tînin, ji bo reşkirin û binxistina şaristaniya Rojhilata Navîn.
Çapa nûjen ya tevgerên İslamî, ku pir bi tundî derdikeve pêşberî me”Devleta Îslam ya Îraq û Şam”, bi kurt nivîsa (DAİŞ) weke tevgerekî, ku bi misyona çewtkirin û belavkirin û tunekirina şaristaniya Rojhilata Navîn radibe, ew weke nexweşiyekê ketiye laşê heremê de, weke jehrekê pir bi lez bi rih û moralê pêkhateyên Rojhilata Navîn de diçe, û ji xwe re Çand û dîroka hezaran salan yê gelê heremê armanc digre û dixwaze tune bike, pêxwasên çola û bêjiyên şaristaniya Rojava pir bi hovane êrîş dibin ser Bawerî û Çand û hebûna pêkhateyên Resen yên afrînerê şaristaniya Rojhilata Navîn, DAİŞ ne tenê hêzeke leşkerî ye, ew hêzeke bi Bername û Pîlan û Bawerî ye, hêzeke bi zanebûn hatiye amadekirin û xwedî misyoneke mezin e.
DAİŞ weke rêxistin, encamê inflasyona rêjîmên desthilatdar yên Rojhilata Navîn derdikeve pêşberî me, ev yek weke şensekî dîrokî li ser maseyekê zêrîn, ji hêzên Rojavayî re hate pêşkêşkirin û van hêzan jehra xwe berdan laş û mejiyên vê rêxiştinê, û ew serxweş xistin bi tundetûjiya bi xwîn ya baweriya İslamê, her wiha bûye weke navendek sîxurên hêzên Rojavayî û yên heremî, DAİŞ bûye weke Cenewarek ku hemû hêzên desthilatdar wê ji bo bercewendiyên xwe bi kar tînin, di serê van hêza de Amerîka û Awrûpa bi rêka vê rêxistinê, nava xwe ji mirov û komên İslamî yên tund paqij dikin, berê wan dan Rojhilata Navîn di bin navê Cîhadê, û her wiha bi rêka vê rêxistinê rengekî pir bi xwîn û nebaş û paşverû dide Ola İslamê, û hiştiye ku ola İslamê di navbera Misilmanan de bibe cihê guman û lêpirs û gengeşiyê, her wiha bi rêka DAİŞ, hêzên sermayedar yên Rojavayî, dixwazin Neqşe Rê ya Rojhilata Navîn ya mezin çê bikin li ser bingehê şerê navxweyî yên pêkhateyên Rojhilata Navîn, weke çawa bi xurtî agirê di navbera “ŞÎAA “û “SUNNA” gur dikin, her wiha çawa Xiristyanê Mûsilê hatin koçberkirin, û bi hovane êrîş birin ser Kurdên Êzîdî xwediyê dîroka 3 hezar sal, û 200 hezar Êzîdî koçber kirin, 3000 jinên Êzîdî ji xwe re birin( sebaya) li gorî ola islamê, 5000 êzîdî kuştin, her wiha li gelek cihên cuda li İraq û Sûrî pir wêneyên bi xwîn yê vê rêxistinê hene, ew xizmeta kûrkirina nakokiyên di navbera pêkhateyên Rojhilata Navîn dike, û şerê zengîntiya şaristaniyê dike û dixwaze tune bike, desthilatdarên heremê ji bo parastina desthilatdariya xwe ji vê rêxistinê Sûd werdigrin û berê wê didin milet û pêkhateyan, ev yek Îran dike, Sûrî dike, Tirkî dike, Qatar dike, Saûdî dike, Urdun dike, ji bo gurkirina agirê di navbera “ŞÎAA “û “SUNAA”, desteka maddî didan, her wiha dewleta Tirkî ku ew bi xwe mîrateyê impratoriya Osmanlî ya İslamî xwe dibîne pir bi xurtî piştgiriya DAİŞ kiriye beramberî hêzên azadîxwaz yên Kurd û ji DAÎŞ sûd wergirtiye, bila baş zanibe eger ew pêvajoya çareseriya demokratik û aşîtıyê bi Kurda re pêş de nebe, ewê di nava demeke ne dirêj de bi agirê DAÎŞ bişewite, û bila hemû hêzên ku piştgiriya DAÎŞ kiribin baş zanibin ku ew tenê dawî û hilweşandina xwe dereng dixin, ev agirê ku ew bi xwe gur dikin, bê çare ew wan dişewitîne û wê wan bişewitîne. DAÎŞ weke cenawerekî dev bixwîn êrîşî her kesî dike û artêşên rêjîmên Sûrî û Malikî bi bin dixe û pir bi hovane kuştinê dike û seriyan ji laşa vediqetîne û pesnê xwe bi vê yekê dide û li ser ragihandinê şerekî pir bi zanebûn û bi bandor dide meşandin, artêşên ku hejmarê wan sed hezaran derbas dikin li ber vê rêxistinê nikarin ber xwe bidin, artêşên xwedî top û tank û firok û mûşek nikarin xwe li ber vê rêxiştinê bigrin… Ev tê wateya ku ev rêjîm li hemberî vîrûsê DAÎŞ ne xwedî sîstemek parastinê ne….! Vîrûsê DAÎŞ pir bi hesan dikare laş û mejiyê wan perçe perçe bike, gelo çare çiye ji vê halê( nexweşiyek kevn ne diyar)….?
Weke hêza yekemîn ku şerê DAÎŞ kir, yekîneyên parastina gel bi kurtnivîsa “” YPG”” di roja me de weke hêza herî xurt ku beramberî DAÎŞ ber xwe dide û bê navber serkeftina bi dest dixe, yekîneyên parastina gel çi ye? Û hêza xwe ji çi digre…….? Her nexweşiyek dermanê wê heye, her jehrek tiryaqa wê heye… rêxistina DAÎŞ ku jehra perçekirin û tunekirina çand û şaristaniya Rojhilata Navîn berdide laş û mejiyê gelên heremê, û bi kiryarên dijmirovahî komkujiyan pêk tîne, tenê yek hêz dikare jê re bibe tiryaq û wê bê bandor bike û koka wê hişk bike. ev hêz yekîneyên parastina gelên Rojhilata Navîn e, ev hêz hêza xwe ji biratiya gelên Rojhilata Navîn digre, ji mafê xwe parastina cewherî digre, ji mozaik û zengîntî ya çandên Rojhilata Navîn digre, ji dergûşa mirovahî û biratî û şaristaniyê digre. “” YPG”” û “” HPG”” weke hêzên sereke ku li ser vê şopê dimeşin û xwedî ev raman û bawerî ne, eşkere ye ku “” YPG”” û “” HPG”” parêzvanên hemû nirx û bawerî û çand û dîroka Rojhilata Navînin bi hemû pêkhateyên xwe, “” YPG” û ” HPG” “di meydanên şer de, weke melkemotê DAÎŞ tên naskirin, bi hêzeke biçûk lê bi baweriyeke serkeftinê xurt şer dike, bi çekên leşkerî pir bi sînor lê bi moralekî bê sînor xwedî li nirxên gelan derdikevin, ev yek bi serê xwe tiryaqa DAÎŞ ê ye. Li Rojavayê Kurdistanê bi sadan xort û keçen Kurd, ereb, û xiristyan tevlî refê “” YPG” û ” HPG”” bûne û di fermana Şengalê de bi sedan xort û keçên Êzîdî tevlî refê “” YPG”” bûne û weke pêwîstiyeke bi lez yekîneyên berxwedana Şengalê “YBŞ” hate avakirin, nav çi dibe bila bibe, pir giring nîne..! ya bingehîn ew e li ser bingeha xwe parastina cewherî û di rêka biratî û yekîtiya gel û çandên Rojhilata Navîn de xwe bi rêxistin kirine.
Hemû gelên Rojhilata Navîn vê yekê baş nas bikin” Kurd, Ereb, Tirk, Firs, Asûrî, Ermenî, Suryanî” û her wiha hemû ol û baweriyên Rojhilata Navîn vê yekê nas bikin”Misilman, Xiristyan, Yehûdî, û Êzîdî”, vîrûsê DAÎŞ xwe li ser olperestî û netewperestiya me dide jiyankirin û bi vî awayî wê dawî li biratiya gelên Rojhilata Navîn bîne, û ew ê bibe ser sedema dijminatiya bi hezaren salan, hemû ol û bawerî û çand û netewên heremê vê yekê baş nas bikin û bibin xwediyê tiryaqa DAÎŞ ê û piştgiriyê bidin “” YPG” û ” HPG” ” li ser riya sazkirina hêza parastina Rojhilata Navîn.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 415 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 08-12-2024
Gotarên Girêdayî: 19
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 04-03-2015 (10 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Dosya (Peldankên (Faylan): Dewleta Îslamî – DAIŞê êrîş dike
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 08-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 09-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 415 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.562 çirke!