Birêvebiriya Xweser û #Rojnamevan#
Sîrwan H. Berko*
“Ne ji ber ku agahî veşartî û sirî ye, na, tenê ji ber ku tu ji alaveke ragihandinê re kar dikî ku di Birêvebiriya Xweser de hin alî hene jê ne razî ne”
Bifikire tu rojnamevan î. Tu li Dêrikê, Qamişlo, Amûdê, Serê Kaniyê yan li bajarekî din dijî. Bifikir ruxseta te ya kar hebe û hertiştê te li gor qanûna desthilatdarên li deverê be.
Bifikire tu li kolaneke Amûdê karê xwe dikî. Ji nişkê ve endamek ji endamên polîsên trafîkê ji pişte te de destê xwe davêje çakêtê te û te bi aliyê xwe ve dikişîne. Bifikire ew polîsê trafîkê bi hêrs û bi dengekî bilind ji te dipirse bê ma tu çi dikî. Mîna ku vî polîsê trafîkê tawanbarek zeft kiribe.
Bifikire ev ne carek û ne du û ne sê û ne deh caran pêk tê.
Bifikire tu dixwazî ji saziyeke Birêvebiriya Xweser agahiyekê ji bo nûçeyeke an raportekê bistînî. Bifikire karmendê wê saziyê naxwaze bersivê bide te, çimkî wilo jê hatiye xwestin. Ne ji ber ku agahî veşartî û sirî ye, na, tenê ji ber ku tu ji alaveke ragihandinê re kar dikî ku di Birêvebiriya Xweser de hin alî hene jê ne razî ne. Çima? Tenê ew alî û Xwedê dizanin! Bîn bîra xwe: Ruxseta te ya kar heye.
Ev du nimûne ne ji gelek nimûneyên ku rojane li deverên Birêvebirya Xweser pêk tên. Lîsteya binpêkirina mafên rojnamevanan gelekî dirêj e.
Ji aliyekî ve bajarên li jêr desthilatdariya Birêvebirya Xweser bajarên herî baş in li Sûriyê ji bo rojanmevanan. Eger em vê deverê bi deverên din li Sûriyê bidin ber hev. Li vir peyamnêrên gelek alavên ragihandinê yên herêmî û cîhanî hene. Li vir her roj rojnamevanên ji seranserî cîhanê karê xwe dikin û dîsa vedigerin welatê xwe. Li vir ta radeyekê istiqrarek heye ji bo rojnamevanan. Rojnamevan dikarin karê xwe bikin.
Ev aliyekî meseleyê ye.
Aliyê din ew e ku hin saziyên Birêvebirya Xweser bi keyfî bi rojnamevanan û alavên ragihandinê re didin û distînin.
Birêvebirya Xweser Yekîtiya Ragihandina Azad wek saziya ji bo dayina mafên kar ji bo rojnamevanan û alavên ragihandinê destnîşan kiriye. Tevî kêmaniyan, lê ev sazî erkê xwe bi cî tîne. Ew ruxsetan dide û alîkariya rojnamevanan dike di karê wan de, ger pêwîst bû.
Lê hin saziyên Birêvebirya Xweser rêzê ji Yekîtiya Ragihandina Azad re nagirin. Çi karê polîsê trafîkê, yan Asayîşan an Yekîneyên Parastina Gel, an an an bi karê rojnamevanan heye? Çima ew sînorên karên xwe derbas dikin û destên xwe dixin nav karê Yekîtiya Ragihandina Azad? Çima berpirsên Birêvebiriya Xweser rê li ber van binpêkirinan nagirin?
Li gelek deveran Asayîş ruxsetên kar ên Yekîtiya Ragihandina Azad qebûl nakin. Yekîtiya Ragihandina Azad û Asayîş du saziyên Birêvebiriya Xweser in. Lê endamê Asayîşan xwe hest dike mîna ku ew dikare hertiştî bike. Ev ne li gor qanûna Birêvebiriya Xweser e.
Pêwîstiya rojnamevanan bi saziyekê heye ku parastina mafên wan bike. Çi fêda Yekîtiya Ragihandina Azad e ku ew tenê ruxsetan dide, lê saziyên din ên Birêvebiriya Xweser van ruxsetan pirê caran qebûl nakin?
Ev binpêkirinên rojane kesayetiya Yekîtiya Ragihandina Azad qels dikin, wê tune dikin. Ev şaşitiyeke mezin e.
Ji Birêvebiriya Xweser tê xwestin ku rê li ber van binpêkirinan bigire.
Ji Birêvebiriya Xweser tê xwestin ku saziyên xwe agahdar bike ku bi rojnamevanan re alîkar bin û hemû agahiyên li ber destên wan pêşkêşî wan bikin.
Ji Birêvebiriya Xweser tê xwestin ku rêzê li saziyên xwe bigire û nehêle saziyek destê xwe bixe nav karê saziyeke din.
Serketina Birêvebiriya Xweser girêdayî ye bi misogerkirina azadiya nerîn û derbirînê. Rojnamevan û alavên ragihandinê pêkahtiyên sereke ne yên civakeke azad û demoqrat. Rêzgirtina li wan rêzgirtina li tevaya civakê ye. Binpêkirina mafên wan dibe sedem ji bo têkçûna vê civakê.
*Birêvebirê Giştê yê Saziya ARTA ji bo Ragihandinê
[1]