Nema Roj tê Zîndankirin
#Merwan Berekat#
Li vir pilanek, li wir pîlanek û ji xapînokan nîvseredanek, ne xem e.. Na; ne xem e. Dijmin û xêrnexwezên gelê Kurd nema karin pertewên roja me di pişt ewrên tarî de zîndan bikin, ne jî Karin…jenandina birûska ewrên têrbaran rawestînin.
Belê…. Sistema komeroja Kurdan ji bin dawa zivistanan hatiye rizgarkirin, û diyariya wê buhareke kulîkgeş e.
Li vir diltengî, li wir zikreşî û hin rojên dêmqurmiçî, ew jî ne pir bi tirs in, nema têlên tembûran tên birîn pêdarî, vîn û lehengî awazên wan in, ew sirûdên mayînê vedijînin.
Na; nema katjimêra demê paş de dizêvire… Duh hatiye gavkirin û hêdî hêdî ( EZ ) di kefecana mirinê de ye, û xemla (EM) weke elendeke derengmayî bi coş vedibrûse.
Karwan rêketiye, serkêş ji lukmandinên berê haydar û hişyar in, nema ji navika rê tirs heye.
Îro; berê rojê li me ye, û di rêçika kadizê de, îro stêrka torînên Dayku jî geş hiltê, û nema çerx û felek karin agirê xwe bi konê me xînin.
Îro roj, kufika serdemên bê qîret bûye para serguyê dîrokê, û kela zingara tundrewiyê di nav çavên mejiyên terî de tê rijandin.
Belkî; li vir erê, li wir na û hin jî rûbadayî bin, lê nema tabloya Kurdan
a sedsala bîst û yekê bi xalîkî tê rengkirin, ji ber ku hinekî çavên cîhanê ji kêzelan hatine şuştin, her tişt hatiye guhartin, û weşeka salên payîzî li ber gavên şoreşger û şervanan li bereba dibe.
Rast e; hin diriyan govdeyê welatê me kiribûn çar beş, û nijadperestan destên xwe dabûn ser her beşekî, û dixwestin pîroziya welatê me ji pêş çavên nifşan bincil û winda bikin, lê îro armancên wan bûne kevirên berad û bi kevirkaniyên Kurdan li tîtkiya eniya wan dikevin.
Belê; Roj bi tîn e, û hêrsa berxwedanê gurgîn e.. Nema nexşeya Kurdistanê di bin kelekên berfa qetqetî de tê veşartin..
Pêl dide… Rastî; pêlan vedide… Hêviyên xwehez û keyzebazan di bin solên şervanan de tên vegevizandin û civilandin.
Belê; dem rastgo dipetive… Pêlan rola serberjêran bi kenaran de têve dane.
Belkî; li vir mirûztalî, li wir dêmtevzadin û hin caran jî tilîdirêjkirin hebin, lê ew nabin girêk, firk hatine serastkirin û rê dîrek e.
Birîna Şengal û Kobaniyê tilyên teltîkê kirin yek, û riya dirêêêj; dirêj kirin çîrt, hin axê xelat dikin, hin govendên serkeftinê digerînin û hin jî, bi kila kurdayetiyê cavên demê kil didin. Yekîneyên Parastina Gel û Pêşmerge bi yekteşî dîrokê dirêsin û hûr hûr dihûnin.
Îro derfet zêrîn e, û Kurdistan di serdema vejîna dîrokziyê de ye, ta ku derfet tam li pêş kurbayan werin birîn û buhara me Avrêlî bixemile, divê yekrêzî, hevkarî, piştevanî û yekîtiya Kurdan keskesoreke sayîreng be.
Ta ku hêviyên nifşên siberojê serbest zîl bidin, û tiliyên wan bi dilêşî dirêjî gorên me nebin, divê em hêza xwe tîk nekin, û bi werîsên ji kevzê xwe bernedin kûraniya geliyên pirhov û pirmar.
Merwan Berekat
24. 11. 2014z. 2626k.

Ta ku hêviyên nifşên siberojê serbest zîl bidin, û tiliyên wan bi dilêşî dirêjî gorên me nebin, divê em hêza xwe tîk nekin, û bi werîsên ji kevzê xwe bernedin kûraniya geliyên pirhov û pirmar.[1]