Kobanê Bû Pira Selatê
Nêrgiz Isma’îl
Bi van êrîşên dijwar ku ser xaka Rojavayê Kurditanê têne meşandin, xwestin bi rêka van êrîşan tola hezarê salan ji destkeftiyên kurdan hilînin. Bi hovitîyek ku di dîroka mirovahiyê de nehatiye dîtin de, mîna ku hovitî lîstokek zaroka ye li ser dika dîrokê pêşkêşî mirovahiyê kirin ji bo ku bibêjin va desthiladarî dijî û dikare tune bike. #Kobanî# bû xelekek ku hemû hevsengiyên cîhanê lê bê parzandin. Hêzên hundirîn, di heman demê de hêzin ji derve de çiqasî xwestin rastiyê berûvajî bikin nikarîbûn. Kobanê bû şahidê dikeya herî girîng ji bo dîrokê. Ji nava gelê wê rêxistin û berxwedaniyek bê hempa derket. Berxwedaniya Kobanê bû waneyek dîrokî ji hêzên ku xwestin xwe serkeftî bi ceribînin çawa li ser pira selatê bimeşin, meşîn û ketin dojehê de, di nav agirê tekoşîn û berxwedaniyê de şewitîn. Bendewarê vê berxwedaniyê nebûn. Van hêzên teror weha hizrdikirin ku wê li ser pira selatê herin beheştê, ew pire bû ezmûnek ji hemû hêzên ku xwe xwediyê mislmantiya rast didîtin, xwe xwediyê mafên mirovan didîtin, di heman demê de hêzên aştîxwaz.
Kobanê bû goristan ji dijminên kurdan re. Xwestin li ser pira selatê bimeşin û biçin beheşta xweda, lê beheşt bû para me û Kobanê bi berxwedaniya xwe bû dojeha neyarên kurdan. Kobanê ne bajareke ango cihek biçûk e, ew perçeyek kurdistanê ye, bi berxwedaniya bê hempare bû navenda kurdistanê. Kê bawer dikir ku destan ewqas bi zelalî û zindî bêne jiyan kirin, çawa dayik û keça xwe di çeperên şer de şer bikin, dayik li rojavayê Kobanê, keç li Rojhilatê Kobanê, piştî heft heyvên di şer de yek demjimêrê hev bibînin û careke din li çeprên parastin vegerin!! Di tu dîrokan de weha nehatiye dîtin. Li pêş çavên cîhanê hate îsbat kirin ku kesek an jî tu hêz nikare xisletên berxwedan û tekoşînê di kurdan de tune bike. Hêzên hov xwestin kerba hovitiya xwe di serê jinê de derxînin, lê jin a ku derket meydana dîrokê bê guman mîrateya hêrsa Leyla Qasiman bû, Zarîfa, Besê, Bêrîtanan bû. Ne hêsane mirov bibe naricokek û bi kîna dijminê xwe de biteqe, ne hêsane mirov bê ku li pişt xwe mêze bike berê xwe bi ruhê serkeftinê bide dijminê xwe. Loma di rêka jin a kurd e xwestin civakek azad bitepisînin, nirxên civakî wenda bikin, lê rastiyê xwe veneşart û li ser pira selatê ezmûna dîrokî nîşanî cîhanê da.
Dîrokê da diyar kirin ku raste Kobanê bi erdnîgariya xwe biçûk e, lê belê hêrsa wê ya berxwedanê gelekî mezin e. Jinên mîna Fermandar Arîn Mîrkan ku bi hevalên xwere di eniya şer de ya pêş debû, dema hêzên çeteyan bi hovitî êrîş dikin û hejmara wan pir dibe, hevala Arîn xwe nade paş û hemû bombeyan li canê xwe dipêçe û xwe dike bombeya herî mezin bi hovitya çeteyan de diteqîne. Hevala Jiyan Rojhilat bê ku sînoran nas bike, ferq û cudatî berê xwe da Kobanê, bi rihekî fedayane şer kir hetanî dilopa dawî. Keça qehreman Destîna Başûr bê ku di yek kêliyê de têkeve dudiliyê de, di nava hêzên çeteyan de destana yekîtiya kurdan zindî kir. Gulan Bakur ku bi salên xwe yên dirêj feda kir ji bo parastina xaka kurdistanê, bê ku bibêje ma ev çi ye? Çima ez? Berê xwe da qada cengê û tevlî berxwedana Kobanê bû.
Kobanê bû dayika ku berxwedana Şengal, Tilkoçer, Waşûkan û her deverê kurdistanê himbêz bike. Buhşt ma ji mere, kobanê ma dojeha neyarên heqîqetê re.
[1]