Hawarek Di Rûyê Koçberiyê De
Leyla Sadûn
Em di wê baweriyê de ne dema mirovk kurd û bi taybetî di vê demê de biryara #koçberiyê# distîne û welatê bav û kalan berdide, hezar kul û derd di dil û canê wî de cih digirin, û em dizanin ku îro egerên koçberiyê pir bûne û tev jî giran û cihgirtî ne. Ne wek gelek mirov dirabin û dirûnin, gotinên pûç û vala diavêjin, hin dibêjin ev koçberî ji çavsorî ye, hin dî dibêjin çavlêkirin e û hin dîtir dibêjin dev ji wan bigerin ew li jiyaneke xweştir digerin . Lê ew mirov jibîr dikin yan dixwazin jibîr bikin ku egerên koçberiyê ji jimara partiyên me zêdetir bûne û piraniya wan partiyan îro berpirsin di ber koçberiya vî miletî de û nexasim yên ku îro xwe bi darê zorê kirine serwerê vî miletî, û destên xwe li qirika wî pêçane û roj li dûv rojê bi hişkî dişidînin, keda wî dixwin û jiyana wî ya rojane teng û tevlîhev dikin, hêviyên wî bi paşerojeke geş û xweş dikujin. Ew e xewna milet lê herimandine,h iştine her şev dêwê birakujiyê di xewna xwe de bibîne. Ji bilî wê jî karên qirêj yên bazirganên xwînmij û kedxwar, ku îro ketine gola gemara rûreşiyê, xwe jibîr kirine ku dîrok rehmê li kesî nake û roja azadiyê wê nêzîk be û wê çawe bikarin wî rûyê xwe yê reş li pêşberî zarok û jinên kurdan sipî bikin. bazirganên şer û cengan yên ku xema wan nobedarî bilindbûn û nimizbûna Dolarî e, buhayê kel û pelan bi bilindbûna Dolar ve bilin dikin, lê dema Dolar nimiz dibe her ew dimînin li ser ya xwe û buhayê tiştan bilind dikin, daşikandin û nimizkirin di ferhenga wijdana wan de wenda bûye û miriye, û naxwazin jî ticarî dengê wê jî bibihîzin ??!!.
Ka navê maldarekî kurd ji min re bêjin?! ku hema di rojî û cejna Remezanê de yan ku di demeke dî de destên alîkariyê dane belengaz û perîşanên vî miletî. tişta xuya dike, yê dikare bi ser yê dî de dişkîne. Kes ha ji kesî nîne û her kes bi xwe ketiye û li pey berjewendiyên xwe dibeze. Bi gotin û galgalan kes nikare wan û kes xwe kêmî kesî jî nake. Ziman bi xwe meydaneke rast e bê newal û kaş e, û her demî hevalê xwediyê xwe ye, lê wek xuya dike di warê kirinê de û li ser rûyê erdê her kes dixwaze di ser xwe de bikşîne û dibêje xwezî li mino !!
Çîroka me wek çîroka Melê ye, her kes dibêje ka bide min , kes nabêje perîşanekî ha ji te re .
Eve rastiya rewşa miletê kurd li Rojavayê kurdistanê, rewşek bi tirs, wêran û xirab e. vêca hin dixwazin bi gotinên xweş û qelew vî miletî bixapînin, lê jibîr dikin ku barê milet giran e û tenê bi gotinan birînên wî nayên dermankirin. Rast e koçbarî û bazdana ji welêt û bi vî rengî û di vê dema nazik de, tiştekî şaş e û bi ti pîvanan nayê qebûlkirin, lê wek me got madem egerên koçbariyê hene, divê em li xwe vegerin û ji xwe bipirsin, ji ber dema egerên koçberiyê rast werin destnîşankirin, bê guman tengavî û aloziyên koçberiyê jî wê bi rengekî rast bêne çareserkirin. wek tê gotin her derdek dermanek jê re heye .[1]