Rewşenbîr (Behaneyin Taybet)
Xoşman Qado
Têye zanîn ku #rewşenbîr# hişê civaka xwe ye, ji ber ew ji aliyekî ve têghiştina pêvajoya pêşketinê baş dizane, û ji aliyekî din ve êş û pirsgirêkan jî baş dizane. Lê gelo ta çi astê ev pênasîn cihê xwe di civaka me yî kurdî de dibîne, nexasim li Rojavayê Kurdistan.
Ger em bibêjin ku rêjîma Sûriyayê bi siyasetin pir qirêj bandor li civaka kurdî kir, û di nav de rewşenbîr, ew rêjîm her tişt qedexe kir, û tenê buhêrekek hişt da ku rewşenbîr kar û xebatên xwe bikin, jixwe tim behaneya kesê rewşenbûr ev bû, ku çi derfet li pêşiya wan tune ye, û divaye ku bi vî şêweyî bin- şêweyê ku wan dûrî civaka wan bibe- ji ber dezgehên kurdî yên ku girêdayî partiyan bûn, ne di asta hişmendiya wan de bû, pê re zimanê kurdî di nav wan behaneyan de wenda bû, û zimanê erebî bû nûnerê kesayetiya wan î seqet, û bûn xwedî ezmûnek û ciyewaziyek taybet di nivîsên zimanê erebî de, ew jî, ji ber bikaranîna hest, hiş û têgehên ziman û civaka kurdî. Tevî ku di heman demê de bi dehan kesên rewşenbîr hebûn, berovajî wê rewşê, buhêrekek din ji xwe re dîtin, û kar û xebatên xwe ji bo ziman, çand, dîrok û civaka kurdî kirin, ligel hemû zehmetî û astengiyên ku dihatin pêşiya wan.
Ew rewş pir tevlihev e, ji ber ew qonax hêja ye gellek lêkolînan, û jixwe em ne dadgeh in ji bo dadgehkirina mirovan, tenê pêdîvî bi helwestan heye, ango, gerek e ku deriyê rexnê bi awayekî zanistî li pêşiya van rewşan vebe. Lê çaxa ku em aniha li ser heman rewşê rawestin, dê çi guhertinin mezin wê tune bin, dibe ku behane bên guhertin, lê sedem her dimîne ew, bercewendiyên kasayetin seqet, ku ta roja îro nikarîbûn bingehek durist ji hişyariya civaka kurdî re pêşkêş kiribanan, lewra rev ji wan re çareseriya herî hesan bû, da ku têkçûnên xwe bi rengekî dîtir ji civaka xwe re diyar bikin.
Îro roj rêjîm li Rojavayê Kurdistanê nema, ger li deverna jî hebe, ew bê rol e, û çi bandoreke wê yî xuyayî tune ye, lê rewşenbîran behaneyeke din ji xwe re dîtin, ew e ku desthiladariya partiyane rê nade ku em bi rehetî karên xwe bikin, tevî ku gellek navend, rêxistin, komele û yekîtî hatin damezrandin û kar û xebatin berfireh di bin siya vê desthiladariya nû de kirin, jixwe astengî û pirsgirêk hebûn, ev ne tiştekî veşartî ye û ne jî tiştekî seyr e, lê pirs ew e, gelo ger rewşenbîr li hembrî desthiladariyê ranewste, û ger nebe pêşengê civaka xwe, wê çawa bi erkê xwe mîna mirovekî hişêmend rabe; lewra ji ber gellek behaneyan xwe dide alî û xwe ji civakê dikşîne, ji ber ew bi xwe nikare çi tiştî ji civaka xwe re pêşkşêş bike, her wisa di avakirina kesayetiya xweyî rewşenbîrî de xwe amade nekiribû ji qonaxeke wilo re, ji ber ew nakokiyên di navbera wan de, hişte ku her yek ji wan dûrî civakê bikeve.
Rewşenbîrê Kurd hewil neda ku têghiştina hişê civaka xwebike, û nikarî bû bi mejiyê mirovê Kurd mijûl bibe, ji ber zimanê ramanê li cem wî ne zimanê Kurdî bû. Ev tişt bi xwe dihişt ku nakokî di hundirê kesayetiya wî bi xwe de çê bibe, û bandora vê zirzya bê hempa aloziyek duta di civakê de peyda dikir: Carekê di rêya têkiliya mirovê rewşenbîr bi hişê tevayî re di civakê de, û carekê jî di rêya wê diyardeyê re ya ku dixe nav civakê, ku li gorî wê bingeha pêwendiyan- di navbera kesayetiyên mirovan de- di civakê de ava dibe.
[1]