Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,166
Wêne
  124,134
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  126,005
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Piştî 3ê Tebaxê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Piştî 3ê Tebaxê
Hisên Duzun

Tu tișt dê hew mîna berê be. Ji niha pê ve emê bûyerên giring li yên berî û yên piștî 3ê #Tebaxê# dabeș bikin. Qelșek li hișmendiya kurdewarî ket di 3ê Tebaxa îsal de.
Berî bi 3ê Tebaxê bi 3 rojan min bi zarokên xwe re li ber goleke biҫûk li bakurê Almanyayê ҫadir vekir, bê înternet, bê televizyon û alavên din î ragihandinê. Piștî 3ê Tebaxê bi 3ê rojan ez vegeriyam mala xwe. Medya civakî derfet da ku ez di nava nîv demjimêrê de bibhîzim bê di wan ҫend rojên ku min li rex gola Stocksee derbas kiribûn de ҫi hatiye guhertin. Di ҫend xulekên destpêkê de her navê Șingalê ber bi ҫavên min diket, bêyî ku ez tê bighêjim bê bahsa ҫi kerastê dibe. Bêdengiya gelek hevalên mîn î Êzîdî ji xemgîniyê bû; ew di șînê de bûn. Dubarekirina peyva Șingalê û pêșmerge hestên min cemidandin. Șingal birîndar e û pêșmerge ne li ber serê wê ne digotin piraniya nûҫeyên ku ber bi ҫavên min diketin. Çi derbên dijawar bûn ku bi van nûҫeyan re li hestên min diketin, Xwedêyo!
***
Piștre ez hîn bûm ku di 3ê Tebaxê de wehșetê bi navê Îslamiyetê êrîș anîbûn ser Axa Pîroz. Bi hezaran xort û zilamên Êzîdî hatibûn qetilkirin, jin û zarokên wan hatibûn revandin. Bi sedhezaran Êzîdî derbiderbûbûn, gelekan ji wan êșa ku nikaribûn rê li ber mirina zarokên xwe ya ji tîna bigrin, kișandibûn, dikșandin.
Wehșeta bi navê Dewleta Îslamê, DAÎȘ bi van jî nema. Hewil da ku tevahiya Axa Azad dagir bike. Piștî șoka destpêkê pêșmergeyên Kurdistanê xwedan ser hev, rewșa heyî nirxandin û ragihandin ku ew ji xweparastinê derbasî êrîșkirinê bûne. Li gelek eniyan li dijî DAÎȘê ketin șerekî giran. Zû hat famkirin ku têkbirina DAÎȘa ku alîkarî ji gelek dewletên derdorê werdigirt, berî bi ҫend heftiyan gelek ҫekên giran ji artêșa Îraqê satanibûn û gelek pere û deverên bi petrol ketibûn destê wan, ne ewqas hêsan e. Partiyên Bașûr di civîneke taybet de bi hev șêwirîn bê ji kê dikarin alîkariyê bixwazin. Di wê civînê de YNK pêșniyar kiribû ku alîkarî ji Îranê bê xwestin. Serok Barzanî metirsa heyî zû fam kir û got ku ew dê alîkariyê ji YDA bixwaze. Ji ber ku berî wê Amerîka alîkarî nedabû Bexdayê, hin beșdarên civînê bawer nedikirin ku Amerîka bê bi Hewara hewlêrê. Serok Barzanî li ser ya xwe ma û yekser ji bo alîkariyê bang li YDA kir. Amerîka jî yek nekir dudu û adinî rojê bi pêșmergeyan re di hemahengiyê de dest bi êrîșên azmanî kir. Amerîka ji azmên, pêșmergeyan ji erdê derbên dijwar li DAÎȘê dan. Her weha komek ji pêșmergeyên ji Rojhilat û komek ji gerîllayên PKKê yên ku kampa Maxmurê diparastin jî bi șêweyekî berbiҫav di van êrișan de bûn alîkar.
Piștgiriya ji derve bi balafirên Amerîkayê bisînor nema. Gelek dewletên Ewropayê yekser pișgiriya xwe ya bi Kurdisatê re destnișan kir, li gel alîkariya hûmanîter sozê dana ҫekan ji bo pêșmergeyan dan. Kurdistan ket rojeva tevahiya dunyayê. Ro nema ku serokek an wezîrekî ji welatekî dunya medenî nehat Hewlêrê. Ev rewș û serkeftinên pêșmergeyan hiștin ku ew atmosfêra destpêkê ya xeniqokî, șuna xwe ji xweșbîniyê re bihêle. Bi hezaran Êzîdiyên li serê ҫiyayê Șingalê asêmayî bi alîkariya pêșmergeyan û gerîllayên PKK û YPGê di ser Rojava re derbasî deverên azad bûn.
***
Dewletên dagirker û hin ҫepên bermayên Stalinîzmê jî li dijî piștgiriya ji bo Axa Azad ketin tevgerê. Gotûbejeke li ser dana ҫekên Almanyayê destpêkir. Serokê partiya ҫep, die Linke Gregor Gysi di civîna parlamentoya Almanyayê de dunya bi xwe kenand û got ku ew li dijî alîkariya ҫekan e ji pêșmergeyan re, lê ew dixwaze ku dewleta Kurdistanê bê damezirandin. Mixabin beșekî PKKê yî berbiҫav ku nikarîbû xwe ji bin bandora kesên wek Cemil Bayik û Duran Kalkan rizgar bikira jî tev li vê kampanyaya li dijî Kurdistana Azad bû. Medya nêzîkî PKKê jî bi șêweyekî aktif bașdarî belavkirina hin propagandayên bê bingeh bû. Di gelek xwepêșdanên li Ewropa de alaya rengîn bi destê alîgirên PKKê hat daxistin. Gelek nîvxwendeyên li dor xwe șandin ba dezgehên Ewropî û ji wan re gotin divê ew ҫekan ji pêșmergeyan re neșînin. Dunya medenî dizanîbû bê ҫidike, lema ne li ҫepên marjînal ne jî li van peyvên PKKê guhdarî kir.
Di van du sê heftiyên derbasbûyî de pêșmergeyan gelek deverên dagirkirî ji DAÎȘê stadin. Li gelek eniyên șer pêșmerge di êrîșê de ne, derbên dijwar li Dewleta Îslamî dixin, lê hîn jî Șingal bi xwe û gelek deverên derdora wê di destê DAÎȘê de ne. Li gor rewșa heyî û nûҫeyên ku belav dibin, rizgarkirina Șingalê jî dê di demeke nêz de pêk bê.
***
Herweha van pênc șeș heftiyên derbasbûyî civak, hișmendî û dinamîzmên tevgera siyasî li Kurdistanê hejandin. Fermandariya pêșmergeyan a li Șingalê eybek anîn ser navê pêșmergeyan, li gel ku ne biqasî ku neyarên Kurdistanê belav dikin be e jî. Baweriya gelek Êzîdiyan bi desthilatdariya kurdistanê nema. Medya kurdistanê –ji derveyî hin xebatên Rudawê- van rojên dijwar di polê de ma. Derket holê ku ji bo serxwebûnê hîn gelek kar li hevîya kurdên Bașûr in; avakirina artêșeke yekgirtî û hwd.
***
Keraseta 3ê Tebaxê, gelek derfet jî bi xwe re anîn. Niha Kurdistan ji her demê bêtir nêzîkî serxwebûnê ye, xwedî bêtir ҫek û hevalbendan e. Ger desthilatdariya Kurdistanê karibe Șingalê û jin û zarokên dîl rizgar bike û ji bo ku ewlekariya jiyana Êzîdiyan li Kurdistanê hin tedbîrên yasayî bistîne, dê rê li ber dermankirina hest û baweriya birînbûyî vebe.
Kurdistana piștî 3ê Tebaxê bi hêztir e, ger bi erkên xwe re rabe bêyî hesabên partiyên siyasî û bêyî ku bê lîska dewletên dakirker î cîran. Berî bi ҫend rojan Serok Barzanî rast gotibû:
Ya Kurdistan ya neman…
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 347 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 10-12-2024
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-10-2014 (11 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 09-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 347 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.406 çirke!