Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  582,123
Wêne
  123,324
Pirtûk PDF
  22,029
Faylên peywendîdar
  124,467
Video
  2,187
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,487
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,814
Kurtelêkolîn 
6,748
Şehîdan 
4,490
Enfalkirî 
4,682
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   Hemû bi hev re 
271,560
Lêgerîna naverokê
Dema şêwazê şoreşa Kurdistanê
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dema şêwazê şoreşa Kurdistanê
CEMÎL BAYIK

Êrîşên li dijî Şoreşa Rojava berdewam dikin. Tehamul nakin ku kurd li ser xaka xwe bi şêwazekî azad û demokratîk bijîn. Hem jî ji aliyê hêzên derve ve! Kurdan ne êrîşî hêzên din kirine, ne jî ax û welatê wan dagir kirine. Rêzdariya ji bo her koma etnîkî û her baweriyê bi êrîşeke bi vî rengî re rû bi rû ye. Ne cîhan, ne jî dewletên herêmê li dijî van êrîşên hovane dernakevin. Ev rastî nîşan didin ku êrîşên li dijî kurdan mîna tiştekî asayî tên dîtin. Nayê qebûlkirin ku mîna gelên din kurd jî karibin li ser xaka xwe bi şêwazekî azad û demokratîk bijîn. Ger hatiba qebûlkirin ku kurd xwedî vî mafî ne li dij van êrîşên hovane bêdengiyeke wisa çênedibû.
Şoreşa Rojava ev du sal in bi lehengî li ber xwe dide. Tevî dorpêça ji çar aliyan ve û tevî hemû zor û zehmetiyan jî li ber xwe dide. Ev berxwedan ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn mînak e. Di nava zivistana dijwar de mîna bihareke ku biafire hêvî dide gelan. Nîşan dide ku zor û zehmetî çi dibin bila berxwedan dikare pêk were.
Li Rojhilata Navîn û Rojava şert û merc ji bo kurdan gelekî dijwar bûne. Lê belê kurd di pêvajoyeke ku ger di şert û mercên giran de hêza berxwedanê were nîşandan wê karibin li ser lingan bimînin û serkeftinê bi dest bixin re derbas dibin. Çawa ku li Zindana Amedê li dijî zexta zordaran bi berxwedana hat nîşandan serkeftin hat bidestxistin, niha jî dema nîşandana berxwedaneke di heman şêwazî de ye. Şêwazê şoreşa Kurdistanê li Amedê hat afirandin. Ev jî şêwazê berxwedana di şert û mercên herî zor de û serkeftinê ye. Ger bi vî şêwazî berxwedan pêk neyê ne mimkun e destkeftiyeke biçûk jî were bidestxistin. Ji ber vê yekê jî li Kurdistanê destkeftiya herî biçûk jî bi bexwedana li dijî zehmetiyan û dayîna berdelên mezin hatiye bidestxistin. Qanûna serkeftina kurdan êdî bi vî rengî ye. Em di pêvajoyeke ku şêwazê di demên zor û zehmet de li ber xwe bidin û bi ser bikevin mîna şêwazê şoreşa Kurdistanê pratîze bikin re derbas dibin.
Li Kurdistanê heta niha şert û merc çi dibin bila bin têkoşîn hatiye dayîn û serkeftin hatiye bidestxistin. Heta bi heman şêwazî têkoşîn neyê dayîn ne li Kobanê serkeftin tê bidestxistin, ne jî kurd azad dibe. Ji ber vê yekê jî gilî û gazincên ji şert û mercên giran bêwate ne. Berevajî vê yekê divê were gotin ku pêwîstî bi şêwazê şoreşa Kurdistanê heye û têkoşîn were bilindkirin. Divê were gotin, dem dema Apogeriyê ye. Divê were gotin dem dema jiyan û berxwedana bi şêwazê PKK’ê ye. Bi kurtasî dem dema di şert û mercên dijwar de bi ruhekî fedayî berxwedan û serkeftinê ye.
Ya niha li Kobanê pêk tê şêwazê şoreşa Kurdistanê ye. Di şert û mercên dijwar de li ber xwe didin, mêtinger û êrîşên hov ên qirkirinê tên têkbirin. Tê nîşandan, şert û merc çi dibin bila bin wê li ber xwe bidin.
Şêwazê têkoşîna Apogeriyê yê di mercên giran de li ber xwe dide û bi ser dikeve niha li Kobanê tê piştrastkirin. Mîna di 14′ê Tîrmehê de kadroyên pêşeng ên PKK’ê li zîndana Amedê ev yek piştrast kiribûn.
Tiştên li Rojhilata Navîn û Kobanê tên jiyîn careke din nîşan dan ku li vê erdnîgariyê ger hêza parastina rewa tune be ne mimkun e ku hebûn were parastin. Ji bo kurdên tê xwestin bi qirkirinên fizîkî û çandî re rû bi rû werin hiştin ev rastî hîn derbasdartir e. Di heman demê de yên dibêjin, “Dema têkoşîna çekdarî derbas bûye, êdî dema danîna çekan hatiye” bila li Rojhilata Navîn û Rojava binêrin. Divê bibînin kurdên beyî xweparastina rewa wê werin tunekirin. Bi taybetî kurdên ku dibêjin dema têkoşîna çekdarî derbas bûye û banga danîna çekan li gerîla dikin bila kumê xwe deynîn ber xwe û hezar carî bifikirin.
Rojhilata Navîn hêna ne bûye erdnîgariyeke ku siyaseta demokratîk lê serwer e û çek ji dewreyê hatine derxistin. Her kes divê zanibe ka li kîjan erdnîgariyê dijî. Li Rojhilata Navîn ger têkoşîneke mezin û berdelên giran werin dayîn dikare jiyana azad û demokratîk pêk were. Li Rojhilata Navîn ji bo azadî û demokrasiyê divê hîn bêhtir têkoşîn were dayîn. Ji dewreyê derxistina hêza parastina rewa di serî de kurd wê were wateya ku gelên Rojhilata Navîn teslîmî însafa dewlet û komên çete yên despotîk û hov bê kirin. Bi gotineke ji rêzê wê were wateya teslîmkirina kezebê ji pisîkê re.
Hêzeke ku ne bi hişmendiya demokrasî û azadiyê, bi hêza çekê dixwaze xwe bibandor bike dewleta tirk e. Tirkiye hêzeke ku dibêje li hundir û derve kes nikare li dij hêza min a çakderî derkeve ye. Tirkiye tenê li hundir polîtîkayên dijdemokratîk nameşîne; li derve jî dewletên zalim, despotîk û çeteyan destek dike. Raxiste ber çavan ka li Rojava û Sûriyeyê piştgiriya kê dike. Li Rojava û Kobanê ne hêzên demokrasiyê, komên çete yên çekdar ku dixwazin kurdan teslîm bigirin destek dike.
Li Rojhilata Navîn bêyî hebûna hêza parastina rewa kurd nikarin hebûna xwe biparêzin. Wê bibin hedefa qirkirinên fizîkî û çandî. Heta niha jî tu dewlet û hêzên siyasî yên dij kurd ji vê hedefa xwe venegeriya ne. Dewleta tirk hêj heman zîhniyetê diparêze. Ji ber vê jî kurd wê hêza parastina rewa biparêzin, heta divê bihêztir jî bikin. Ji ber van tevan jî kî difikire ku heta kurd û gelên li Kurdistanê ne gihijin jiyaneke azad û demokratîk wê dawî li berxwedanê bîne û çekê deyne xeyalan dibîne.
Bila kes xwe ne xapîne, rast tevbigerin! Heta kurd negihîjin jiyana azad û demokratîk van tiştên xeyalî bilêv nekin.
Jêder: Azadiya Welat
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 634 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 10-12-2024
Gotarên Girêdayî: 9
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 10-07-2014 (11 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 634 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.5 çirke!