Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,198
Wêne
  124,176
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,067
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Rojnamevan û nivîskar Rêşad Sorgul: ” Ji bo ku em şoreşekê di warên xwendin û perwerdeyê de bikin, artêşek ji me re gerek e…”
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rojnamevan û nivîskar Rêşad Sorgul: ” Ji bo ku em şoreşekê di warên xwendin û perwerdeyê de bikin, artêşek ji me re gerek e…”
Hevpeyvîn: Ferîd Mîtan

Nivîskar û rojnamevan #Rêşad Sorgul# sala 1968’an li navçeya Amedê “Çinarê” li gundê Qerqatkê ji dayîk bûye.
Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê diqedîne.
Paşê 3 salan li Misrê dimîne û di destpêkê de bi qasî salekê li Zanîngeha Beyrûtê şaxê Iskenderiyê, Beşa Hiqûqê dixwîne.
Di pê salekê ji xwendina hiqûqê re, Rêşad Sorgul li Zanîngeha Ezherê du salan dîrokê dixwîne.
Di sala 1995‘ê de digihe Elmanyayê. Du salên pêşîn di amadekirina Kovara Baweriyê de cih girt.
Ji 1997’ê û bi şûn de, li kenalên televîzyonî yên Kurdî tevlî xebatên ragihandinê dibe û hetanî roja îroyîn, di heman şopê de xebatên xwe didomîne.
Di xebatên sernivîseratiyê de Rêşad Sorgul bi awayê xwe yê balkêş, bilind û ciyawaz tê nasîn.
Hetanî aniha bi dehan ji berhemên Rêşad Sorgul çap bûne û di biwara wergerê de xebateke wî ya hêja heye.
Ne tenê di warê nivîsîn û wergerê de, lê di xwendina helbestên klasîkan de jî Rêşad Sorgul xudanê dengekî dilkêş e, û li nêva neteweyê Kurd dengê ku herî zêde di xwendina berhemên klasîkan de hatiye tomarkirin, dengê Rêşad e.
Helbet nivîsîna çend xêzan têra danasîna jiyan û xebata Rêşadî nake; lê di vê hevpeyvîna jêrîn de hizir, bawerî û şîroveyên wî ji nêzîk ve bixwînin.
-Dema te li dibistanên Tirkan dixwend, bi awayekî serkeftî te parêza xwe ji bişaftinê girt, ne tenê wiha, lê tu di deryaya edebiyata Kurdî de baş kûr çûyî.
Dixwazim serpêhatiya evîna te û zimanê Kurdî binasim. Kengê û çawa evîna we dest pê kir?
Hetanî 7saliya xwe jî, ez hêj ji gund derneketibûm. Paşê ez çûm Amedê û li wê derê min dest bi xwendinê kir. Çûna min a Amedê qonaxeke nû di jiyana min de bû.
Her çi qas wê hingê bêhna Kurdewariyê ji bajêr dihat jî, lê bi çûna xwe ya wê derê re, dikarim bibêjim wekî tiştekî ji koka xwe qut bibe; wiha jiyan li min guherî.
Dema ku derbasî dibistanê bûm, tenê min yek peyva Tirkî jî nedizanî. Îcar di destpêkê de ji me re gotin em ê biçin we qeyd bikin. Min bi xwe nedizanî qeyd çi ye, tenê di zimanê Kurdî de qeyda ku diêxistin lingên ker û hespan hebû, bala min jî çû ser ewê qeydê.
Pêşî ez baş tirsiyam, ji ber ku min digot ev ê çawa min qeyd bikin..?
Lê paşê min nasî ku qeyd bi wateya navnivîsînê ye, ne ku girêdan e.
Rojên ne xweş ên destpêka vê dibistanê, wekî derbeyeke derûnî bû ji bo min.
Mamosteyên Tirk darên wan di destên wan de bûn, pê li me dixistin û digotin” Kurê kerê! Bi Kurdî nepeyivin.”
Belku ez yek ji wan kesên bextewar bûm ku min karî xwe biparêzim, ji ber ku kesên bi min re, tu dikarî bibêjî yên ku li ser koka xwe man bi tiliyên destan tên hejmartin.
Sedema sereke ku hêla ez ji qirim û çerxa asîmîlasyonê bifilitim, têkiliya min a bi gund re bû. Ez her timî diçûm gund û vedigeriyam bajêr.
Ji vê yekê zêdetir, têkiliyeke min a baş bi mele û seydayan re hebû. Yek ji wan kesan Mele Mihemed Sedîq Oncu bû. Min bi rêya wî alfabeya Kurmancî ya latînî nasî û bandoreke wî ya pir mezin li ser min hebû.
Mirovekî Kurdperwer î pir hêja bû, paşê li ser destên Tirkan şehîd bû.
Çawa ku hînî alfabe û rastinivîsînê bûm, wekî hemî Kurdan min helbesteke xwe nivîsî. Yekem helbesta min li ser gula berbero bû.
Îcar wê demê min sondek xwar, min got: “Tu carî ez ê zimanê dagîrkeran bi kar neînin.”
Ez bawer dikim ku hêj jî ez li ser soza xwe me.
Lê nivîsîna min bi awayekî fermî, li MED TV bû.
Destpêkê hewldana min bo nivîsîna romanekê hebû, lê neçû serî.
Paşê yekem berhema min a fermî, wergereke ji zimanê Tirkî bo zimanê Kurdî bû.
Bi dîtina min, zimanê Kurdî ji bo nivîsîna felsefeyê pir guncaw e
-Dibe ku te piraniya berhemên klasîkên me xwendibin û bi dengê xwe tomar kiribin.
Helbet tu gihayî kûrahiya ewan hestan û tu gelekî li wan ponijiyî. Bi dîtina te, tişta ku zimanê Kurdî ji hêla taybetmendî û razên xwe ve ji hemî zimanên cîhanê vediqetîne, çi ye?
Ji bo ku bersiva te bidim, divê ku bi zimanên din jî baş zanibim. Zanîna min a zimanên din, ne zêde ye. Ji vê yekê ez ê nikaribim danberheviyeke durist bikim.
Ji bo zimanê Kurdî dikarim bibêjim taybetmendiya wî ew e ku zimanekî pir kevn e. Hetanî sedsala dawî jî, gelê Kurd ji cihê xwe neleqiya û zimanê xwe jî baş parast, lê jê û bi şûn de êdî çerxa asîmîlasyonê pir bi lez geriya, vê yekê kir ku gelê Kurd rengê xwe yê resen ji dest bide.
Kurdî zimanekî bikok e, biesl e.
Wekî din jî, xweşiya zimanê Kurdî ew e ku gotinên wî bi kok in.
Tu dikarî wan ji êk û din veqetînî û bigihî kûrahiya wateyê.
Bi dîtina min, zimanê Kurdî ji bo nivîsîna felsefeyê pir guncaw e.
-Di berhemên kilasîkan de gelek gotin û têgehên biyanî hatine bikaranîn. Gelo ev gotin û têgehên biyanî yên di nava wan dastan û helbestan de, bi mentiqê Kurdî hatine kêşan an jî tu ruhekî Kurdî bi wan re tune?
Ji dema klasîkên me re, Dema Dîwanî tê gotin.
Îcar di Dema Dîwanî de, helbest ji payayên bilind re hatiye hûnan.
Anku ji xelkê qesrê re hatiye nivîsîn. Feqehê Teyran ne tê de, lê pirî helbestvanên me bi vî rengî bûn.
Ne ku Kurdiya wan ne baş bû, belku dikarîbûn bi Kurdiyeke temam jî binivîsandana, lê wê demê ne welê bû.
Ya din jî, erê gotinên Erebî û Farisî tê hene, lê awayê nivîsîna hevokê bi Kurdî ye.
1526941_735396853146374_16114053_n
– Zêdetir ji carekê ye ku tu têyî Rojavayê Kurdistanê û rewşê dişopînî.
Li Rojavayê Kurdistanê, perwerdehiya bi zimanê Kurdî pêngaveke baş avêtiye yan hêj bi xurtî dest pê nebûye?
Gerek e mirov a rast bibêje.
Ji ber ku her tişt nû û destpêk e, em her tiştî wek şoreşê dibînin û datînin ser serê xwe.
Lê belê eger tu bibêjî em şoreşeke rastî dikin, bi vî awayî nabe.
Ji bo ku em şoreşekê di warên xwendin û perwerdeyê de bikin, artêşek ji me re gerek e.
Di warê leşkerî de, şoreşeke pir hêja li dar e. Kurdan li Rojavayê Kurdistanê di warê destanwarî de, tiştên xweş nivîsîn. Divê ku di warê çandê de jî, heman tişt bibe.
Lê belê hin tiştên Rojava hene pir balkêş in, ew jî ku beşekî mezin ji xelkê Rojava hêj bi Kurdiya xwe ya resen diaxive.
Anku li nava gel birrekî mezin ji xelkê bi Kurdî diaxive û zimanê wî yên derbirînî pir xurt e.
Lê pirsgirêka herî mezin ew e ku xwendayên Kurdan ne bi Kurdî dixwînin; diçin Şam û Helebê dixwînin..
-Careke din di çarçoveya xebata li Rojava dibe de, lê ji hêla ji ragihandinê ve.
Dibistana rojnamegerî û ragihandinî li Rojavayê Kurdistanê nû ava dibe. Gelo ev dibistan li ser hîmekî durist ava bûye yan pêwîstiya xwe bi hin tiştan heye?
Di gelek waran de hîm hatiye danîn, lê hêj di hemî waran de qels e.
Ev hîm û bingeh rast hatine danîn, lê hêj di asta hêçan û tecrubeyê de ne, divê ku ev ast bête bihurandin.
Li aliyekî din, sîstema me gelêrî ye.
Çanda xwebirêvebirin, çêkirin û avadanînê qels û nû ye.
Di dîroka gelê Kurd de ev yek ne nû ye, gelek dezgeh û saziyên xwebirêvebirên li nav Kurdan hebûn.
Divê ku rojnamevan xwedî ujdan û xwedî exlaq be
-Destêwerdan an jî birêvebirina dezgehên ragihandinê yên li Rojavayê Kurdistanê ji hêla rêxistinên siyasî ve, bandoreke çawa li pîşekariya xebata ragihandinî û rojnamegerî dike?
Destêwerdana ku tu li serê diaxivî, li her derê heye. Lê li vir pirsgirêk ne ew e, pirsgirêk ew e ku ev kesê di ragihandinê de cih digire rewşa wî çi ye?
Mirovê ku bibêje ji ber filankes û filan tiştî min karê xwe nekir, a rast ew e ku ev kes nikare di ragihandinê de kar bike.
Mirovê ku rîsk û tehlukeyê li ber çav negire, nikare kar bike…
Gerek e mirov sînorên azadiyê baş binase û wêrek be.
Ev heye 23 sal ku di karê ragihandinê de xebatên xwe didomînim û dikarim bibêjim ku ya herî girîng li bal min, kesayet û çawaniya tevgera rojnamevan an jî nûçegihan e.
Divê ku mirov xwe ji qeyd û leleyan rizgar bike û serbest û azad bi rê ve biçe.
Divê ku rojnamevan xwedî ujdan û xwedî exlaq be.
-Heçî ragihandin e, ji hêla belavkirina form û qalibên zimanî ve, navgîneke pir bi bandor e. Îcar wekî diyar e, her dezgeheke ragihandinê li nava Kurdan, ziman û ferhengeke wê ya taybet heye. Bi vê yekê, tevgera zimankujî yan pirsgirêka têkilhevkirina evî zimanî xwe nade pêş?
Mixabin kesên ku bi zimanê Kurdî mijûl dibin gelekî ji zimên fêm nakin.
Di vir de kesên ku di ragihandina Kurdî de jî dixebitin, gelek form û qalibên şaş bi kar tînin.
Di hemî kar û zanistan de, ziman serê pêşîn e.
Di ragihandinê de zimanekî xurt pêwîst e.
Divê tu bûyera xwe bêxî nûçe, wekî ku tu hevîr bistirê.
-Te 7 berhemên B.Ebdulah Ocelan wergerandine zimanê Kurdî. Naveroka ewan berheman bêhtirî xwe babet û têrmên felsefî ne. Zimanê Kurdî ji nivîsa felsefî re ta çi radeyê digunce?
Dema ku ez werdigerînim, ez tu pirsgirêkê nabînim. Kurmanciya min têrê dike.
Ne tenê wiha, lê min hin pirtûk ji Tirkî wergerandine Kurdî û di Kurdî de bêhtir biwate bûne û xweştir bûne. Du romanên Tirkî jî min wergerandin zimanê Kurdî, tu dibêjî qey wergera min a orjînal e û yên din wereger in.
Tenê astengî di biwara hin gotinên nûjen de hene, ne zêdetir.
(Li Bakurê Kurdistanê hevoksazî û nivîs baş li pêş ketiye, lê li Rojavayê Kurdistanê hêj nivîs baş li pêş neketiye.)
-Eger em danberheviyekê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de çêbikin; gelek berhemên Kurdî yên nivîskarên Bakurê Kurdistanê bêhneke Tirkî ji wan tê. Li Rojavayê Kurdistanê, ew berhemên bi zimanê Kurdî, çi qasî bêhna Erebî ji wan tê?
Mirov nikare hemî kesan bike wekî hev û din, lê bi giştî dikarim bibêjim ku li Rojava jî heman pirsgirêk heye.
Li Bakurê Kurdistanê hevoksazî û nivîs baş li pêş ketiye, lê li Rojavayê Kurdistanê hêj nivîs baş li pêş neketiye.
Lê mixabin, nivîskarên me digirîn, daxwaza pereyan dikin û her timî gazindan dikin
-Di roja îroyîn de, pêwîstiya pirtûkxaneya Kurdî bi kîjan celebê nivîsê heye?
Di salên dawî de pirtûk baş derdikevin.
Dixwazim pirtûkeke baş ku tehma Kurdî jê were bixwînim, lê kêm in.
Hîn gelek tiştên me li pêş neketine. Şano bi xwe rexnekirina civakê bi rengekî ye ku tu kes pê neêşe, lê li bal me qeşmerî ye.
Roman jî ne ku çîroknivîsîn e, lê belê roman şîrovekirineke pir berfireh a civak û rewşê ye. Awayek ji awayên analîzkirina civakê ye.
Anku divê cih, dem û hemî aliyên jiyanê bi rengekî lihevhatî di romanê de cih bigirin; da ku peyama te li pêş hemî pêkhate û çînên civakê bê raxistin.
Gelek nivîskar hene ku bandora xwe li tevahiya dunyayê kirine. Ev nivîskarên ku xwedî bandor bûn û me hemiyan berhemên wan dixwendin, bandora wan ji ya serokwezîran bi xwe jî xurtir e.
Lê mixabin, nivîskarên me digirîn, daxwaza pereyan dikin û her timî gazindan dikin.
Kesê ku gazindan bike, nikare tiştekî bike. Hunermendên me jî heman tişt e, hema tu devê xwe vekî, dibêje PERE tune..
-Di biwara xebata xwe de, tu tenê li yek beşî bi cih nebûyî û te gelek şaxên cihê berdane. Lê tişta ku bala mirov dikişîne, behreya te ya bilûrvaniyê ye. Tu çawa dikarî li ser bilûrvaniya xwe biaxivî?
Ew ne bilûr e, lê ney e.
Xalekî min bi navê Koçero hebû bilûrvanekî baş bû, bandora wî li min hebû. Lê bi bîr û bawerî dibêjim ku divê her mirov, beşek ji muzîkê di jiyana wî-wê de hebe.
Divê ku jiyana mirov piralî be.
Weku bi Kurmancî dibêjin “Ez sebra xwe pê tînim.”
-Hevpeyvîna me bi dawî dibe, careke din sipasiyên xwe ji bo te pêşkêş dikim…
Ez malavahiya te dikim.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 277 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 10-12-2024
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 01-01-2014 (12 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Komelayetî
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 10-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 21-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 277 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.563 çirke!