#Xêro Ebas# : Bi Saya Şehîdan Em Di Vê Aramiyê De Dijîn
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
-Ez gelekî şad bûm dema ku ez hatim Rojava û min sazî û hêz û hikûmet û perleman dîtin.
-Derhêner Huner Selîm dixwest ez di filmekî wî de beşdar bibim, lê bi rastî min xwe tê de nedît.
–Divê kesê hunermend bêlayen be, serbixwe be, hevalê hemû partî û serokan be, hemû rêberên me ne , û sembolên me ne.
–Damezirandina komeleya Xoybûn li gundê Dugirê çêbû ye, û civîn li Libnanê çêbûye.
-Bi strana “Xezal Xezal” û bi saya “Pkk” ez bûme hunermend.
Xêro Ebas ji nêz ve kî ye?
Ji Kurdistana Rojava me, li gundê Dugirê sala 1962an jidayik bûme, biçûkaniya xwe de ez hindekî xirab bûm lê kêfa hemûyan ji min re dihat, ew lîstik û xar û zaroktiya gund, û çûna Qamişlo, û Sînema Hedad hîn di bîra min de ye. Ez hîn li ser wan xewn û bûyerên zaroktiyê dijîm, rast e laşê min li Elmanya ye, lê hiş û fikrê min li welat e.
– Têkilî û danûstendina te li gor tu kurê Axeyan bû bi zarokên gundiyan re çawa bû?
Qet tiştekî wisa li cem me di malbatê de tune bû, ne ez tenê, lê hemû malbat, bawer bike derdora bîst gundên me ne, û ta niha ew nêzîkatî bi hemû gundiyan re yek e, em bira ne, tu car em wisa neramiyane.
– Taybetmendiya gundê we çi ye, nexasim ku xwesteka gelek kesên navdar hebû ku li heman gund werin binaxkirin?
Dugir gundekî kevnar e, tenê Amûdê, Dugirê Tilşe’îr û Çilaxa di wê demê de hebûn, hîn Qamişlo kon bûn. Yekemîn malbat ji Bakur peya bûn em bûn, dîrok û rola wê gelekî hebû, kalikên me zanîngeh nexwendibûn, lê mejiyên wan fireh bû, irf û adetê herêmê hebûn, li gel wan têkiliyên me û Ereban xêzeke sor bû, kesê ku ji şoreşên Bakur, ji ya Sasûnê bigir ta ya Şêx Se’îd, çi kesên baz didan xwe li Dugir digirtin, bûbû mîna sembolekê, ta kuramê Simkoyê Şikakî xwe lê girtiye. Û damezirandina komeleya Xoybûn li vir çêbû ye û civîn li Libnanê çêbûye, yekem hêz a ku ji Ereb û Ermena pêk hatibû bo êrîşî Turkiyayê bikin, wê di Dugir re derbas bûbaya. Dugirê hêviya her kesî bû..kurd û Ereb tev de hembêz dikirin. Ew têkilî û peymana di navbera me û Ereban de jî bi saya gundê Dugirê bû. Û ta ez bimirim ez ê pê ve girêdayî bim.
dsc08899
– Xêro Ebas çi hest pê re çêbû ta ku berê xwe bide mûzîkê, nemaze ku tu ji malbateke mezin bû, û ev yek di wê demê de weke şermekê bû?
Bi rastî bavê min mirovekî dimuqrat bû, her dem digot hûn dizanin. Her dem jî tiştek di serê min de hebû, bandora xwe li min dikir ku ez bibim hunermend, di sala 1986an de dema ez çûm Elmanya, saya mezin li ser min ya “PKK” bû, gava min ya yekem a huneriyê ne ji Dugirê destpê kir, min dixwest wê demê, û min li hunermendên mezin mîna Mihemed Şêxo, Şivan , Tehsîn Taha, Ferîd Etreş guhdarî dikir, û min dixwest bistrêm, lê min ji xwe re digot mirovên ku dikare bistrên bê guman divê merovine zana û jêhatî bin. Carnan jî min ji xwe re digot ma çi ye , ne tiştek e, ez dikarim bistrêm..
Li Şamê ez û Selah Osê di odeyekê de bûn, sala 1978an ta 1989an rola xwe li min kir, ta ez di 1986an de ez çûm Elmanya. Di sala 1987an de festîvalek li Elmanya hebû, berî destpêkirina wê bi heyvekê min jî serdana hevalên me yê PKK li wir kir, em rûniştin û koma mûzîkê jî amade bû, hema min ji wan xwest ku hindekî ji me re li mûzîkê bixin, û min jî strana Xezal Xezal got, hemû li min civiyan, û gotin em li tiştek wisa digerin, ji min re gotin dive tu bi me re bikeve komê, tevlî wan bûm û me pileya yekê wê salê stend, û nema ez berdam.
Wisa çêbû, dûv re ez çûm Hunerkom û bi koma Berxwedan re jî derketim, min dûv re biryar da ku ez ji vî qalibî derkevim, û bi awayekî (SOLîS) kar bikim.
Di sala 1998an de min Alboma xwe ye yekem bi navê (Xerîbo) derxist, û gelekî navê xwe da.
– We çi stayl ji xwe re pejirand di wê demê de?
Elboma yekem wisa çêbû, lê min dixwest ez modêrin û kilasîk bixim nav hev, bi formekî ku Ewropî jî bikaribe û yê Kurd jî bikaribe lê guhdar bike. Tu bêjî nebêjî, hindek hunermend li pêşiya min hebûn, û min dizanîbû ku demek ji mirov re divê ta ku em bêjin temam, û niha ez di wê baweriyê de me ku ez biser ketime, ku stayleke min nû heye ta yê Ewropî jî lê guhdar dikin.
“Ew koma Berxwedan bû, û hemû hunermendan ji wir destpê kir, Ciwan Haco, Şivan Perwer, û Bengîn jî li Hunerkom bûn, lê her yek ji wan tiştek di serê wan de bû, lewre her yek bi cihekî ve belav bû”.
– Tê gotin ku Xêro Ebas bi dibistana Ciwan Haco bandor bûye, û Ebas Ehmed jî ketiye bin bandora dibistana Xêro Ebas de, tu çawa li vê yekê dimeyzîne?
Koma Botan di sala 1974an de li modêrin û Rok dixistin di demekê de tu kesî nizanîbû Gîtar çi ye, ya dî Dilşad Seîd û girûpa Nêrgiz tiştin dikirin, bê ku ji tu devera bînin. Min jî weke her kesî li stranê guhdarî dikir, lê dema ku min destpê kir, rol û bandora tu kesî li min tunebû, tenê min dixwest bibim hunermend, vêca ew rê çawa ye, ez nizanim. Wek mînak Ebas Ehmed ji min kevintir e, û berî min distra û naskirî bû.
– Te got min sûd ji PKKê girt, ew çawa tê famkirin?
“Ew koma Berxwedan bû, û hemû hunermendan ji wir destpê kir, Ciwan Haco, Şivan Perwer, û Bengîn jî li Hunerkom bûn, lê her yek ji wan tiştek di serê wan de bû, lewre her yek bi cihekî ve belav bû”.. Min jî ji wir destpê kir, û gihiştim qonaxekê ku dive ez tiştekî nû biafirînim, Hunerkom wek dibistanekê bû, merov bigihê qonaxekê dive pişta xwe bidê. Piştî 1998an min xwe wek Xêro Ebas da naskirin, û têkiliyên min pê re nema. Û ta niha berdewam e lê ne wek berê ye.
– Di hundirê wê komê de çi li ser we dihate ferzkirin?
Ne tiştek, ji ber ez ne kadirê PKK bûm ta were ferzkirin. Wek mînak Xelîl Xemgîn, Şemdîn, Diyar, Zozan, Mizgîn, û Seyid Xan, ev hemû PKKê bûn, lê ê min na, ez tenê dost bûm.
dsc08924
– Lê her kes dizanîbû nexasim di 1994an de ku derkitina Xêro Ebas li ser wê dikê bi PKK re bû, û her kesî nas kir ku tu PKK yî?
Bi rastî ta wê qonaxê jî ev cudahî li gel min tune bû, min her xebata ji bo kurdayetiyê pîroz dikir, min digot ew ji bo Kurd û Kurdistanê ye û bo her çar perçeyan e. Ta qonaxekê min nû siyaset fam kir, ku her beşek li hala xwe ye, û cudahî heye..
Mixabin.. Ez her dem ji wan re jî dibêjim, min li Kurdistanê jî got hûn bûne dewlet û ji salê ta salê hûn Newrozekê çêdikin û di wê Newrozê de hûn bi hev diçin, lê PKK tiştên wan rêxistinkirî bûn, û bi rêk û pêk bûn, di Newrozan de nedibû tu kesî mey vexwara yan tiştê bê exalqî bikira.. min xwe wilo dît.
– Mana te bi wê rêxistinê re tenê ji bo ku tu bibî hunermend?
Bi rastî ev yek tune bû, lê ew tenê li Ewrupa bûn. Ebas ji min pirsî ku ka em çi bikin, min jê re got her Tv a PKK. Mixabin partiyê Kurdî yê li vir hemû bigihêne hev û bi ser hev de kom bibin, nagihêjin nîvê malbata me ya ku Newrozê li Elmanya lidar dixe.. tiştin PKK jî hene ez jê ne razî me, şaşiyên wan jî hene, min gelek caran dest ji wan berdaye. Û ew rexneyên min qebû dikin.
– Piştî girtina birêz Ebdella Ocelan te karekî hevbeş bi koma Berxwedan re kir?
Rast e, ew stran hate çêkirin, weke serokê şoreşekê û partiyekê û semboleke kurdan hate girtin, te ji kê bibirsaya pê diêşiya, li her çar perçeyên Kurdistanê, me jî dît ku ew stran wek erkekî li ser milê me bû, wek çawa ku par simfoniya Şingal çêbû,
– Berî çend salan we ahengek li Kurdistanê lidar xist û serokê herêma kurdistanê Mesûd Berzanî tê de amade bû, û te wisa got:”Min ji tu kesî re negotiye serokê min, lê ez ji te re dibêjim”, û tu dibêjî ez ne bi siloganan re me..!?
Divê kesê hunermend bêlayen û serbixwe be, hevalê hemû partî û serokan be, hemû rêberên me ne , û sembolên me ne, û em çavê hemûyan maç dikin çi serok Mesûd Berzanî, Ebdella Ocelan, û Mam Celal jî maç dikin.
– Têkiliyên we li Ewropa bi saziyên hunerî yên Ewropî re çawa ne?
Gelekî qels in, min ji wan re straye lê têkilî qels in, dema ku partîyek bana wê hunermend jî yek bana û têkiliyên wan xurtbana, her hunermendek bi partiyekê ve girêdayî ye. Sedema ne pêşketinê siyaset e, û ji hêleke dî ve tu kes ji bilî PKKê ve nîn e. Ez gelekî şad bûm dema ku ez hatim Rojava û min sazî û hêz û hikûmet û perleman dîtin. Ku serokwezîr, wezîrê berevaniyê û yê her tiştî heye, tiştekî pir pêşketî ye.. ev şehîdên ku xwîna xwe di ber me dane, nabe merov xwe di ser wan re bibîne.
dsc08923
– Têkiliyên we wek hunermendên kurd li Elmaniya bi hev re çawa ne?
Tikilî kêm in, ji ber her yek li deverekê ye, û hêza mezin ji wan bi çand û hunera Akadimiyê ve girêdayî ye, û yê dîtir jî tu kes nîne, ji salê ta salê yek Newroz e, û ew jî pevçûn e, çi Newroza ez lê amade bûme problem derketine. Ji bilî Hunerkom tu kes nîn e.
– Hestê te di vê serdana te de, ku tu ji herêmeke azad derbas bû herêmeke azadkirî, çi hest bi te re çêbûn?
Weke hunermend dema ku cara dî hatim Kurdistanê, roja betlanê bû, tev wilo jî sînor ji min re vekirin, û min derbas kirin, herweha ji hêla Rojava jî kêmasî nexistinê, ta bi firavînê dane min. wek hunermend her du alî aliyên min in, tiştekî pir xweş e ku tu ji Başûr derbas bibe Rojava, û hemû kesên li ser sînor kurd bin û bi kurdî diaxivin.
– Elboma te ya yekem (Xerîbo), helbestên wê, belavkirina wê, çi dikarî ji me re li ser biaxivî?
Strana (Xerîbo) ya Ebas Ehmed bû, guman dikim ji deh yazdeh strana bû, yek Mihemed Arif bû, yek Mihemed Xelîl hebû, pêşî ez jê nerazî bûm, lê piştî ewqas deng stend ez jê razî bûm.
– We ta niha çend Elbom tomar kirine?
Ta niha Heft elbom çêbûn, ji wan (Xerîbo – Westiya bû – Barana Şevê – Zor e ..)
– Kesên navdar ku bi te re kar kirine, yan te helbestên wan gotine hene?
Erê min yê Cegerxwîn, Seydayê Tîrêj, Hekîm Sefqan, û yê Mihemed Şêxo jî gotine.
– Eger ne koçkirina bavê te ba, di serê we de hebû hûn serdana Rojava bikin, tu konsêrta ji bo şoreşa Rojava û Sûrî pêşkêş bikin hebû.?
Bi rastî koçkirina bavê min, tiştekî giran bû, her kes bavê wî bi qedr e, lê dema yê merov be, merov diêşe, me dixwest em werin, werin wan bibînin û vegerin, niha ne wextê hatina min bû, haytina min di heyva pêncan de bû, di heyva sisyan de ez ê bo Newrozê li Ustralya bim, lê mixabin wisa çêbû, dîsan jî di destpêka meha pêncan de, ez ê werim.
– Di nerîna te de mûzîk û hunera Kurdî li Rojavayê Kurdistanê felsefe jê re heye?
Helbet strana kurdî xwedî felsefe ye, û mînaka wê ew strana ku me lê guhdar kir, ya ku te nivîsiye, madam armanca wê heye, wê felsefe be.
– Çima Strana kurdî negihaye asta cîhanî?
Tevger hene, û hunermend bi çarenûsa wê dileyzin, û kesên ku bixwazin bigihêne asteke wisa ew jî kar û imkaniyat jê re divên.
– Çima hun alava Enternet ji bo têkiliyên di navbera xwe û cemawer û hezkiriyên xwe de bikar naynin, û bi taybet weşana Facebookê a zindî?
Gotina te rast e, merov dikare, wisa bike, lê yê min ez vê yekê hez nakim, dibe hindek hunermend ji xwe re propogenda çêdikin, lê yê min ez dixwazim berhemên min derkevin û bigihên ber destê cemaweran, ez dixwazim tiştekî baş bikim.
– Ji we hatiye xwestin ku hun di ti filman de rola lehengiyê bileyzin?
Belê, hunermend Huner Selîm dixwest ez di filmekî wî de beşdar bibim, çîrok li ser pêşmergeyan bû, û ez jî tê de wek stranvan im, lê bi rastî min xwe tê de nedît, min dî ji min re zor e.
xero
– Ji bo hunerê çi xwestek û hêvî li gel te hene?
Di dilê min de heye ku carekê ewqas siyasetmedar bibin yek, ku ê nivîskar û derhêner û hunermend bi hev re tiştekî wisa bi awayekî simfonî çê bikin, li her çar perçeyên Kurdistanê belav bibe, mîna strana (Xewna Erebî) ku hunermendên Ereb pêk anîn.
– Ji bo hunermendên nifşê nû tu çi şîretê dike?
Dixwazim ku li ser strana xwe bisekine, bi kesekî ve ne girêdayî be, mûzîka xwe bi awayekî zanistî bistîne, û netirse ji huner û hunermendan.
– Em ê hindekî nêzî jiyana te ya malbatî bibin.
Ez xwedî hevjîn im, kureke min ji hevala min ya Elmanî heye navê wî bi Elmanî Yonas e, anku Yûnis Pêximber “24” salî ye, û keça min Rona jî 22 salî ye, ew ji keçamê min e
– Eger Xêro Ebas bi tena xwe bimîne li kê guhdar dike?
Mixabin ev çend salin em li şer, kuştin, û wêrankirinê guhdar dikin.. lê carnan ez li Kawîs Axa guhdar dikim. Nifşê nû ez li Şerîfê Omerî guhdar dikim, û eger li virba minê alîkariya wî kiriba.
xero1
– van gotina bi yek peyvê şîrove bike.
* Rojavayê Kurdistan: Giyan û jiyana min e.
* Helbesta Kurdî: Taştê û xwarina min e, ez pê dijîm.
* Hunera Kurdî: Pê serbilind im.
– Hun ji kê re dixwînin?
Bêtir helbestê dixwînim, yê kevin, û kilasîk mîna Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj.
– Gotina dawî.
Spasiya we dikim û hêvîdar im, ku em hemû ji vê rewşê derkevim, dixwazim kurdên me hindek sebirê bikişînin, em dibînin li bajarê xelkê wek Helebê çi çêdibe, û em bi aramî dijîn, gerek em vî şervanê ku xwe û giyanê xwe di ber me de dide jibîr nekin.[1]