Meclisa Demokratîk a Gelan biryar da ku Ala Sûriyê li ser hemû #Rêveberiya Xweser# were hildan
Bi boneya bidawîbûna serdema zordarî û stemkariyê ya ku rejîma Sûriyê zêdetirî 50 salî li ser gel ferz dikir, ku di wê demê de gelê Sûriyê rastî zilm, paşguhkirin û dûrketinê hat, ji mafê gelê Sûriyê ye ku serkeftina îradeya xwe ji bo hilweşandina vê rejîma bêserûber, pîroz bikin.
Di çarçoveya vê guhertina dîrokî de, ala serxwebûnê bi sê rengên xwe tê: kesk, spî û reş bi sê stêrkên sor, wek sembola qonaxa nû ye. Ji ber ku ew xwestekên gelê Sûriyê ber bi azadî, rûmet û yekîtina niştîmanî ve diyar dike.
Li ser vê yekê ku herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşeke bingehîn ji erdnîgariya Sûriyê ye û ji ber ku niştecihên van herêman pêkhateyên Sûriyê yên resen in, Meclisa Demokratîk a Gelan biryar da ku Ala Sûriyê li ser hemû meclis, sazî û dezgehên girêdayî Rêveberiya Xweser li hemû kantonên herêmê, were hildan.
Meclisa Demokratîk a Gelan pabendbûna xwe bi nûnertiya xwestekên gelê Sûriyê û hemû pêkhateyên wê, piştrast dike û ji bo xurtkirina yekîtiya niştimanî di çarçoveya Sûriyeya demokratîk de li ser bingehên dadmendî û wekheviya di navbera hemû pêkhateyan de, bixebite.
Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê
12`ê Kanûna 2024`an
[1]