Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  587,869
Wêne
  124,749
Pirtûk PDF
  22,135
Faylên peywendîdar
  127,303
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,858
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,969
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,788
عربي - Arabic 
44,417
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,858
فارسی - Farsi 
16,057
English - English 
8,545
Türkçe - Turkish 
3,843
Deutsch - German 
2,042
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
95
Svenska - Swedish 
82
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
23
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
українська - Ukrainian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,599
Cih 
1,187
Partî û rêxistin 
31
Weşan (kovar, rojname, malper, dezgehên medyayê, hwd.) 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,824
Kurtelêkolîn 
6,847
Şehîdan 
4,576
Enfalkirî 
5,187
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,546
PDF 
34,792
MP4 
4,051
IMG 
235,688
∑   Hemû bi hev re 
276,077
Lêgerîna naverokê
Xelîl Xemgîn: 41 Sal in Ku Ez Stranê Dibêjim Hîn Jî Min Negotiye Ez Hunermend im
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Zanyarîya me ji bo hemî dem û cihan e!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Xelîl Xemgîn
Xelîl Xemgîn
#Xelîl Xemgîn# : 41 Sal in Ku Ez Stranê Dibêjim Hîn Jî Min Negotiye Ez Hunermend im

– Nedifikirîm bibim stranbêj, min dixwest kêleka xwe bidim kêleka çiyayan, û bibim şervanek.
– #Mihemed Şêxo# mîrê min e, ew tişteke pîroz e, newêrim nêzî stranên wî bibim.!
– Hatin û serdana min a rojava, “Nobila” min e.
– Min hemû dîwanên Seydayê Cegerxwîn xwendine û du dîwan jî min ezber kirine bûn “Kî Me Ez?” û “Sewra Azadî.
– 31’yek sal in ku li Elmaniya me, hîc fêrî zimanê Elmanî nebûme!
Hevpeyvîn: Ehmed Bavê Alan
aefefw
Ji ava ku ji kezeba çiyayan diteqe vexwariye, bavê strana dastanî ye, hemû êş û birînên ku di laşê gelê Kurd de derketine, bi dengê xwe derman kirine, ji xizaniya xwe û miletê xwe her û her qîr kiriye, her ku ew stranekê çêdike, dibe dastanek, hemû helbestên bi wate, û ast bilind dike stran, ewî qet jî strana arzan ji xwe re nekiriye kar, her û her şoreşger bû, xwedî armancek taybet bû ji bo pêşxistina hunera Kurdî. Ew bi xwe dibêje ku li ser xwesteka birêz Ebdulah Ocalan Serokê “PKK” ewî berê xwe da Ewropayê. Bêtir ji 40 salî ye ku di gastîna strana Kurdî de ye, û hîn jî ji navên mezin e, û gelê Kurd li bendî albumên wî ne, rehetî û bihna çiya ji dengê wî dibare, erê mane ew kurê çiyayê Kurmênc e, erê ew hunermend Xelîl Xemgîn e.
Di vê Hevpeyvînê de werin em ji nêz ve vî hunermendê navdar nas bikin, pêvajoya hunera wî binasin, û ew çawe kete nav kar û liv û baizavê de, wek ew ji me re axiviye..
Navê Min Xelîl Mihemed Bilal e, vê paşiyê, paşnavê min wek hevalan li min kirin bû “Xemgîn”, dibe ku ji xemgîniya ji dengê min derdikeve, bû paşnavê min, li çiyayê Kurmênc “Efrînê” di sala 1957an de li gundê “Çeqela” hatime dinê, gundê me jî mîna hemû gundên Efrînê xemla Rojava ye, ji aliyê xwezaya xwe ve, ji gundekî xizan ji malbateke xizan re çêbûm, min xwendina xwe tewaw nekir, ji ber hîn temenê min14 sal bû, ez bûme berpirsê malbata xwe, bavê min wek hemû civaka Kurdî ku hinek pere bi wan re çêdibûn ji xwe re jinek din tanîn, û jinek li ser diya min anî, vêce barekî mezin hate li ser milê min. Hîn jî bavê min li ser riwê jiyanê ye, Xwedê temenî wî dirêj bike. Jiber ku bavê min ji xwe hez dikir, û ji jiyanê hez dikir, wisa zilamekî Kurdê kilasîk bû, ji huner û stranê pir hez dikir, yekem Radyo ku kete gund de, bavê min kirîbû, yekem tembûr jî bavê min kirîbû, û wisa ez jî ji guhdariya stranên kilasîk û mûzîka Kurdî di radyoyên Kurdî de, û ji tembûra bavê xwe ez fêrî hunerê bûm, bavê min rê li ber min nedigirt, vê bandor li min kir, xwezaya herema me jî, û şevbuhêrkên gund jî.
Di dibistanê de mamosteyek min hebû Eremenî bû navê wî Necîb bû, ew ji bîra min naçe, di dibistanê de her car ji min re digot stranan bêje dengê te xweş e, -ez jî zarok bûm pir dilşad dibûm wê çaxê-, stranan bêje li dengê xwe miqate be, dengê mîna dengê te kêm in!. Ez ne mîna piraniya hunermendan ku di şahiyan de navdar dibûn, ez di temenekî pir biçûk de çûme leşkeriya Sûriyê, ji ber birayek min ji min bi 4 salan mezintir bû, çaxa ku mir, ez çêbûm bavê min zayîna min û navê min qeyîd nekir, mame li ser wê qeyda birayê xwe, loma jî zû çûme leşkeriyê, di leşkeriya xwe de, min hemû Kurdên Rojava nas kirin, Cezîr, Kobanî, min di wan salên leşkeriyê de zehv xwe bi huner û mûzîkê ve mijûl kir.
unnamed-3Jixwe ji ber ku Efrîn wek nexşeya Kurdistanê dûr dikeve, naskirina pirsa Kurdî ji min re mereq bû, apê min pir bandor li min kir, bandora wî li ser tevgera min, jiyana min, strana min heye! Apê min hişt ku ez têkiliyan bi siyasetê re bikim, di qonaxekê de ez bûme dilxwazê partiya Komonîst. Di sala 1978an de ez çûme welatê Si’ûdiyê, li wir min fikra “PKK” nas kir, hîn “PKK” wek partî jî nehatibû ragihandin, li wir min ji xwe re got, tiştê ku ez lê digeriyam ev bû, û va min dît. Çaxa ku min “PKK” nas kir, ez nefikirîm ku ez ê bibim hunermend, min dixwest wek wan baxivim, wek wan rûnim û rabim, wek cil û bergên wan li xwe bikim!
Li welatê Si’ûdiyê têkiliyên min bi hevalekî “PKK” re çêbûn wek hevalê Husên Yorulmaz, yê ku di sala 1988an de Şehîd bû, min di albuma xwe ya yekem de stranek li ser gotiye, du hevalên din jî hebûn ji Qamişlo, yek Serbestê Mele Reşîd û ê din jî Tacedîn bavê Mezlûm bû, bavê Mazlum ew bixwe jî helbestvanê strana me ya navdar “Vaye PKK rabû” Ye. Hevalê Serbet, heya niha jî di zindanên dagirkerên tirkiyê de ye, hevalê herî zêde zexta çêkirina hunerê û teşwîqa min dikir bû!…
Ji wir û bi vê stranê min despê kir, wek min got nedifikirîm bibim stranbêj, min dixwest kêleka xwe bidim kêleka çiyayan, bi şervanan re bim.
rr
Ez yek ji wan kesan im, ku heyranê Seydayê Cegerxwîn im, û yê hişt ku bibim heyranê wî mîrê min yê huner û mûzîkê û hestan nemir Mihemed Şêxo bû, ewqas ez jê hez dikim, û bi deng û mûzîka wî ve girêdayî me, hîç ez nikarim stranek wî jî bêjim û tomar bikim, ji ber Mihemed Şêxo tişteke pîroz e, ez newêrim nêzîkê strana wî bibim. Vêce min hemû dîwanên Seydayê Cegerxwîn xwendine û du dîwan jî min ezber kiribûn “Kî Me Ez?” û “Sewra Azadî“. Min carê helbestê Seydayê Cegerxwîn dikirin stran û min tomar dikirn, û êdî me ji rêxistinê re dişandin, û ewan jî ew kasêtên min li nav gel belav dikirin, him ez di hunera xwe de şiyar dibûm, û hin jî hêrsek ji bo şoreşê bû.
Li vir dixwazim dîsan bibêjim ku wêje û toreya Kurdî yek ji merqa min bû, min pir dixwend, pir helbest jî min dixwendin, li welatê Si’ûdiyê min kesek Bakistanî nas kir, ew di zanîngeha Al-riyad de dixebitî, di riya wî re min gelek belge û dastanên Kurdî xwendin, dîwana Cizerî, Xanî, Şerefnameya Şerfxanê Bedlîsî…. hemû di erşîfa wê zanîngehê de bûm, ez baş li ser bijartina helbestê disekinîm, dikarim navê hin helbestvanê ku min helbestên wan bijartine bi we re parve bikim, di serî de helbet wê Seydayê Cegerxwîn be, min bi dehan stran ji helbestê wî çêkirine ji wan:
unnamed-2
“Welatê Min Tiwî Bûka Cîhanê – Ji Bona Her Kesek Yarek – Tû Hatî Nav Şêrîna Min- Hey Lê Hey Lê- Şêrîn Û Çav Reşa Min, Wek Şêran, Hewar Hewar, Ho ho Şivano”. û hîn gelek stranên nehatine belavkirin…
Ji helbestên Ebdulla Pêşewî jî min stranek çêkiriye bi navê “Heger Ez Koçerek Bama”.
Ji Seydayê Tîrêj re jî mi du stran gotine, yek jiwan “Qurbana Welat im” û “Taca Şerefxanî”.
Hebestek Pêt “ Feyzulla Haznevi “ bi navê Heylê Dayê, di gel hevala me Zozan me xwendî….
Ji helbestvanê nemir Mihemed Elî Hiso re jî min stranek gotiye”Hatî Nivîsandin”. Ji helbestvan Ferhadê Içmo re jî” Xwezî Diniya Tim Dinya Ba”! Helbestvanê ku herî min temenê xwe pê re bûrandiye û min dikarî ez helbestên wî bikim stran, û bikevim di bin bandora helbesta wî de, ew helbestvanê hêja Hekîm Sefqan e, ji helbestên wî “Ey Şehîd – Bihna Te Dikim Dayê- Leylê Leylanê…
Roja me- Şengal- Hawar, hawar….”. û bi dehan helbestên Hekîm di berhemên min de hene… gelek stranên min, min bi xwe nivîsnadine, hin ji wan stranan weku mînak, strana: “Ez Ne Teyr im, Ne Teyar im” Serê wê helbestê ya heval ŞehîdHamît Avci paşê min lê zêde kir, û bû ew stran!!
Derketina ji welat, bêguman erkdariyek ji damezirandin û xurtkirina sazî û dezgehên me ên çand û hunerê bû!, ji berî derketina min ji welat, gelek caran dîdariyên bi serokatiyê re, ji bo min dibîn bingeha derfet û firehkirina asoyê mirov,… em li ser gelek mijaran daxivîn, carekê ji min pirsî û got: “Di fikra te de Kurd çend melyon in”? Min jê re got Welle serokê min dibêjin di her çar peçeyên Kurdistanê de 40 melyon Kurd hene!. Keniya û got: “Tu dizanî ku ew 40 melyon parçe ne, û tu wek henermendekî dikarî rihê ewan 40 melyonî bi xwe ve girê bidî, û wan 40 melyon parçeyî kêm bikî û bixe parçeyek yan du parçe”!? Mixabin wê demê em baş têne digihiştin wê pirsê, lê belê di berdewamiya tekoşînê de, û di şopandina felsefeya Serokatiyê de, êdî em têgihiştim ku bi rastî em 40 melyon parçe ne!!.
Rêber Apo girîngiyek teybet dida xebatên çand û hunerê, bi zanyarî û nêzîkahiyek fireh, perspektîfên xwe bo xebatên çand û hunerê, mehane, çi bi nivîsandin, çi bi rêya telefonan em agahdar dikirin!… di wan salên destpêkê de, gelekî radîkal bûn!, Rêber Apo pir li hemberî vê sekina me bi perspektîf dixwest em li ser mijara huner û hunermendiyê kûr bibin!, ji me re digot: “Hûn hunermend in, divê hûn bi huner û afrandinê xwe nêzîkê gelê xwe bikin”.
dddd
31’yek sal in, ku li Ewropa dimînim, hingî bi çand û huner û wêjeya Kurdî ve mijûl bûbûm, ez fêrî zimanê Elmanî nebûme,û nizanim baxivin jî. Berî ez bêm Ewropa bi salekê Koma Berxwedan hatibû damezrandin, Hunerkom saziya me ya çand û hunerê bû, min xebata xwe heya niha jî, di sêwana saziya xwe ya çand û hunerê de berdewam kirî , hetanî vê axavtinê jî ez karê xwe di nava Koma Berxwedan de dikim, em ji kar nawestin, ji ber em ji bo kar hatine vir, her ku li pişt xwe dinerim dizanim ku çiqasî perîşanî heye, çiqasî şehîd hene, di despêkê de ez poşman bûm, min ji serokatiyê re nivîsî ku ez dixwazim vegerim!, ji min re got: Tu çima dixwazî vegerî, ma ka te çi kar kiriye!?” Vê bersivê ez geşbîn kirim û min karê xwe bi coşek mezin şopand.
Vê dawiyê “Med.TV” jî ji aliyê havalan ve hat damezrandin, “Med.TV” wek şoreşekî derket, em jî wek hunermend tevlî karê vê telveziyona yekemîn a Kurdî bûm, pir kar û ked dixwest, cara yekem ku ez ê derkevim li ser “Med.TV” bi şêwyek zindî, û hemû gelê Kurd dengê min bike, û min zindî bibîne, ez pir ditirsiyam, hunermendê navdar xwedê wî bi dilovaniya xwe şad bike, Aramê Dîkran destê min girtibû, û ji min re digot Xelîl tu çima dilerizî? Wisa sawa wê hebû, gel li dengê me guhdar dikir, lê em nas nedikirin!.
unnamed-5
Di mijara xebata çand û hunerê de, beranberî xeta rêxistinê hin nerînên min cuda hebûm. Anku di sala 1992’an de, weku nakokiyek di derbarê nêzîkahî û şêwaza xebatê de, di navbera xwe û rêxistinê de jiyam!.. bêgumane, di saya felsefe û nêzîkahiyên serakatiyê de, Serokatiyê bi xwe û perspektîfên xwe ew pirsgirêk çareser kiribû. dersên min ji wê serdemê girtine jî hene, ezmûn tecrûbeyên hatine qezenc kirin jî bûne para eniya me ya çand û hunerê!… lê belê we pirsiyar kir, ezê jî bi hemu semîmiyeta xwe bêjim: bi rastî ev pirsgirêkên gelekî bi çûk bûn, ji xwe gelek sal di sere bihurîn, di rewşa îroj de, vegotina wan pirsgirêkên biçûk liyaqî gel û asta tekoşînê nabînim!. Lê hun weku rojname û rojnamevan, ez xemxwerî û hesasiyeta we jî fêmdikim! Ji berku li bîra mine, di wan salan de, gelek derdor û xêrnexwezan, li ser wê mijarê didikodî û karê riswakirina kesayeta min kirin! û girêdayî vê yekê, bi fen û derewan xwestin anti propaganda PKK bikin!… Di her rêxistinekê de nakokiyên şêwaz û terzê xebatê çêdibin, helbet ew di saziyan de jî derdikevin…. lê belê ev naye wateya ku nakokî fikrî û ramaniye!… Gelek gotin li ser min hatin gotin, lê ez vegeriyam xebata xwe û ez di sala 1999an de zewicîm, û hetanî vê axeftinê ez karê xwe dikim, û ranawestim.
Piştî 28salan ku nehatibû Rojava, di sala 2012an de hevala telefona min kirin û gotin, me Rojava rizgar kiriye ma hûn nayên? ez ji eşqa vê mizgêniyê ketim tayê, em girûpek ji hunermendan hatine Rojava, min gelê xwe dît, min temaşe kir ku her tişt bûye bi Kurdî, çaxa ku me deriyê Sêmalak derbas kir û em ketin Rojava de, li wir YPG hebûn, xortekî şervan xwe avêt min ez himêz kirim ez wê himêza wî ya bi coş ji bîr nakim, ez lerizîm, çavê me tije rondik bûn, ew serdan ji min re xelata herî mezin bû, me çend konsêrt jî lidar xistin, me serdana çiyayê Kurmênc jî kir “Efrîna rengîn” ji ber berî ku ez koçber bibim, min soz dabû wan çiyayan ku ez ê rojekê vegerim û em ê bi hev şad bibim, min piştî ewqas sal dayika xwe jî dît, lê mixabin ez tenê 18 se’etan li Efrînê mam, em mecbûr bûn vegein Dêrka Hemko, ji bo ahenga mezin lidar bixin hatina min ji bo Rojava “Nobila” min e!.
Em ji bo vî gelî derketin rê, emê bi vî gelî re bimeşin, li kîderê pêdivî hebe, em herdemê amedene bo xizmeta gelê xwe!… ji xwe ez li ser karê xwe yê hunerî disekinim, her û her jî mijûl im, staylê min heye, û gel fêrî staylê Xelîl Xemgîn bûye.
Ez pir giraniyê didim strana li ser şehîdan.. Min ji sala 2008an ve album belav nekirine, ji bo berhem û albuma nuh, xebatên bi rêk û pêk min destpêkirî, bi hêvîme, di sala 2017 de, ezê bi derfetên xwe şexsî bikaribim berhemek nuh diyarî gelê xwe bikim!…
Albumên min ev in:
“Bagok” 1988 – “Ey Şehîd” 1992 – “Name” 1996 – “Zend” 2004 – “Ax” 2008. Ev berhemên min yên taybet in, ji bilî stranên min di koma Berxwedan û ên hevalan strane de.
Hêvîdarim li gora pirsên we, min rastiya X. Xemgîn anî be ziman, min dilê xwe ji we re vekir, wek jiyana zehmetî ya ku min jiyan kiriye, di strana xwe de, herdem min hewildaye ku coş û fikirandin hebe, ger wisa hin caran bi şêwaza xemgînî be jî, dixwazim hunereke pêşketî diyarî gelê xwe bikim, di vir de jî ez bi zelalî axivîm, ji ber ku wê hinek min bixwînin, û bila xweş min nas bikin jî ka wan ez çawa di serê xwe de ava kirime, wek ku min Mihemed Şêxo ji xwe re kiriye mîrê xwe, lê ez wî nas nakim,( tenê sala 1985an, bi qedera çend saatan ez bi wî nemirî re axivîme… ) tenê lê guhdar dikim.
Çaxa ku tenê dimînim li Mihemed Şêxo, Hesenê Cizîrî, M. Arif, Eyşe Şan, Erdewan Zaxoyî… û dengbêjên me guhdar dikim, ew hunera resen didin min, ji nifşê nû jî, li hin dengan guhdar dikim, gelek deng û hunermendên hêja, bi bandora Koma berxwedan derketin, dengê Jina Kurd, şopdarên Meyremxan û Eyşe Şanê gelekî xweşin, lê mixabin, îroj gelekî kêm in!, yek ji hêvî û bendewariyên min ew e, ku Jina Kurd, weku di tekoşînê û cengê de bûye qehreman, her wisa di strana resen de jî derkeve pêş!… Ev bû 41 sal ez stranê dibêjim hîn jî min jixwe re negotiye ez hunermend im. Şîreta min ji nifşê nû re berê xwe û hunermedîtiya bi helwest, di milê fikir û bingehê de, xwe baş perwerde bikin! Nasnameya Hunermend civak dide hunermed, pîvana civakê, ya herî resene! strana resen e, wê stranê bêjin û lê miqate bin.
Ez wek stranbêjekî ji xwe neaciz im, hunera Şanoyê gelekî hezdikim, lê karektera min û şanogeriyê gelekî ji hev cudane!
Her wisa di dawiya vê axavtina min bi rojnameya we Bûyerpress re, dixwazim spasiya we bikim, û di riya we re silavan li gelê Rojava bikim, û ew her sê gulê ku hûn dixwazin ku her gulekê bidim kesayetekî, ez ê gula yekem bibim helbestvanê hêja hevalê min Hekîm Sefqan, a duyem bidim nivîskarê hêja Helîm Yûsiv, û ya sêyem bidim tekoşîna jina Kurd bi taybet jina “YPJ” e. Û ji min jî gulek ji bo we û keda we.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 204 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 12-12-2024
Gotarên Girêdayî: 2
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-11-2016 (10 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Muzîk
Kategorîya Naverokê: Hûnermendî
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Rojawa Kurdistan
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 15-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 204 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.547 çirke!