Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,198
Wêne
  124,176
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,067
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Bêwar Birahîm Yekemîn Jina Romanivîs Bi Zimanê Kurdî Li Rojava
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Bêwar Birahîm Yekemîn Jina Romanivîs Bi #Zimanê Kurdî# Li Rojava
Hevpeyvîn: Qadir Egîd

Avêtina şerpê berseva min bû ji wan bêbextî û gotgotan re, palpiştî bû ji wan keçên bê guneh re ku mixabin di bin ala Islamê de dihatin kirîn û firotin.
– Ji ber tinebûn û newêrekbûna pênûsan ku melevaniya di celebekî din a nivîsandinê de bike.. Min berê xwe da romanê.
gotgot belav kirin ku ez li Tirkiya gihame hêzên Daiş û mehane bi milyonan muçê jê werdigrim. Di eynî demê de Daiş keçên Kurd direvandin û li bazarên Reqa û Musilê difrotin
1- Di serî de em dixwazin hûn xwe û berhemên xwe ji xwendevanê rojnameya “Bûyerpress” re bidin nasîn?
Ev bi xwe pirseke dêrîn û kevnar e, em naxwazin an jî em nizanin nûjen bikin. Nexem e, Bêwar Keçeke ji kurdperweriyê û mirovahiyê hez dike û dixwaze bi rêka pênûsê vê hezkirina xwe bide hezkirin. Ne giring e li çi gundî yan çi welatî çêbûme, a giring em xwe nas bikin û xwe bidin naskirin. Bi hêsanî ez karim bêjim li gundê Girbawî ê girêdayî bajarê Qamişlo li Rojavayî Kurdistanê ji dayik bûme, lê zehmetrîn bersevdana xwepênasînê ew e, çima em çêdibin û çima em dimrin? Ji bo ev pirs hêsan bibe pêwîste xwenaskirineke hundirîn çêbibe ne bitenê em qaqilê mirov ê derve nas bikin. Xwezî ev pirs ji naskirina mirov a derve veguhezîba naskirina wî ji hinav de.
Ji ber gelek rêz û hirmeta min ji kevnariyê re heye ez ê berseva pirsa dêrîn jî bidim, Bêwar di payiza 1973 an de li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, ji zaroktiya xwe ve mijûlî xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî bûye. Di sala 1990î de bi temamî xwe ji nivîsandinê re terxan kir, bi zimanê Kurdî û Erebî di gelek kovar û rojnameyên Kurdistanî de nivîsand. Ji sala 2005 an ve ta sala 2012 nûrenitiya navenda PEN kurd li Rojavayî welêt kir. Di sala 2013 an de xelata festîvala helbesta kurdî ku salane li Rojavayê Kurdistanê lidar dikeve wergirt.
Berê berhemdariya wê ji zeviyê wêje û edebiyatê re ev in:
Di sala 1999an de yekemîn dîwana helbestan bi zimanê erebî bi navê (Bibûre hey evîn tu bê sûde yî) weşand.
Di sala 2001ê de dîwana bi navê (Nameyek ji bo Qederê) bi zimanê Kurdî çap kir.
Ji ber ku bêhtirîn hişê wê û binhişê wê li ser pêşketin û pêşveçûna wêjeya Kurdî bû wê dest ji weşandina berheman berda û bi kûrbînî dest bi xwendina pirtûkên hemereng kir, ji ber derfetên xwendina akadîmî bi dest nexist xwest hemû hêza xwe berde ser xwendineka din ku têra palpiştiyeke bi hêz bike û ew xwendin jê re bibe keştî di deryaya wêjeyê de. Di navberan de gelek gotar û helbest bi her du zimanan Kurdî û Erebî belav dikir, lê weşandina pirtûkan rawestandibû. Piştî 12 salan ji vê rawestandinê bi berhemeka nû û cûreyeka nû xwe da nîşandan, wê romaneka ji 357 rûpelan weşand. Roman di sala 2014 an de ji weşanxana Lîs ê li bajarê Amedê hate weşandin.
2 -Kengî Bêwar Birahîm dest bi nivîsandina bi zimanê Kurdî kir, û çima?
Ji zaroktiya nûpişkivî ve, ji wan nexşe û resmên ku di zaroktiya xwe de min li ser lîtava piştî lehiyê ku diçemê gund de çêdibû min ji nivîsînê hez kir, ew hezkirin di hinavê min de bû derya, di wê deryayê de binav bûm û min nema bejayî dît. Bi her du zimanan kurdî û erebî min dest bi nivîsandinê kir, çima bi zimanê kurdî? Ji ber kurdperweriya ku di malê de ez li ser fêr bûm û mezinbûm min giranî da zimanê Kurdî.
3- Wek helbestavneke jin tu hatibû naskirin, te helbest niha li ku hiştiye?
Helbest di giyanê min de ye, agirekî nevemire herdem bi êzîngên xewnrojkan, bi xweliya omîdan, bi avakirina penagehan, bi behîdariyên bi govend û tilîliyan geş û şîniya dîlanên bi rondik û bêdengiya mirina rûreş agirê helbestê di hinavê min de her dem û kêlîk dadayî ye.
4- Çi sedem bûn hiştin ku tu berê pênûsa xwe bidî romanê?
Sed mixabin ji ber tinebûna pênûsane, an bi gotineka din ji ber newêrekbûna pênûsan ji melevaniya di celebekî din a nivîsandinê de.
5- Hûn çawa hînî nivîsandina romanê bûne?
Ji ber ez keça çîrok û çîvanokên gelek şev û şevistanên zivistanên temen sar bûm, li şûna ku ez çîrokan bibêjim, min xwest ez bibme çêkera çîrokên dirêj ku di şevekê û du şevan de bi dûmahî nebin. Di zaroktiya me de çîrok ji me re dihatin gotin, ez xemgîn dibûm ji ber ew çîrok bi min pir kin bûn. Dema ez mezin bûm, min çîrok ji kesî re negot, min xwest binivîsim lê bi şert û mercên ku dirêj bin ne kin bin
6- Roman çi ji tore û wêjeya gelan re pêşkêş dike?
Her cengek çekdariyek jê re pêwîst e, qada wêjevaniya bi zimanê Kurdî û bi taybet zaravayê Kurmancî ku bi tîpên latînî tê nivîsandin qadek ji gelek beşên din ên wêjeyê lawaze, wek çîrok, şano, roman û sînaryo. Welatên cîhanê bi rêka rêzefilmên tilfizyonê û filmên sînema miletên xwe fêr dikin û birêve dibin, em Kurd hê li ser helbesta kêşesaz û ya nûjen şer dikin. Ne bitenê roman, her celebekî hunera afirandî rewşenbîriyê, şaristaniyê, pêşketin û ronakbîriyê pêşkêşî gelan dikin, ji xwe roman beşeke ji vê afirandinê. Tekez wê ronahiyeka taybet ji xwe re peyda bike, gelek caran sînema û tilfzyon li ser pişta romanê serketinên bê hempa bidest xistine, ew serketin jî li hêza romanê bi xwe vedigere..
7- Berûvajî vê jî heye, ku helbestvan çaxa têk diçe romanê dinvîse?
Di baweriya min de helbestvanên têkçûyî nînin, helbest xwedawendeka ji afirandinê, kesê bi çavê hêsaniyê lê mêze dike kesekî kor e, helbest sira bayê sibehên sar e, yê helbestvan wî bayî bi çavgirtînekê bi hestekî nerm û nazik zemî xwe dike, helbestvanê têkçûyî nikare yek peyvê binivîse ji ber peyva” têkçûyî ” wê bibe gêrbend di navbera wî û serketina nivîsînên wî yên din de.
8- Rast e, ger helbestvan têk diçe, romanê dinivîse.. Bêwar Birahîm wek nimûne?
Naaa… qet nerast e, bi kêmanî ji min re, ji ber helbest ji min re vejandina giyan e, ku ez helbestvaneka têkçûyî bim naxwe ez miroveka bi gewdekî sax û giyanekî mirî me.
Dibêjin jî, dema romannivîs têk diçe dibe rexnevan, lê gelo T.S.Ilyot helbestvanekî têkçûyî bû ta rexne nivîsand? Bê goman naaa ji ber di baweriya min de rexne bi xwe hunereke din e ji nivîsandinê.
9- Nivsîandina romanê gelek zanist bi hemû celeban jê re divê, anku şêweyeke taybet e, yan newisa ye?
Her kar pêwîstiya wê bi zanistiyê heye, nivîsandin jî wisa ye. Nivîsîna romanê barekî zor giran e, şert û mercên wê yên taybet hene, avakirina binyadên wê yên taybet hene, avakirina lehneg û kesayetiyên wê zehmetin taybet ji alî derûnî ve. Her cûre hûner bingehên wê yên zanistî hene, bê goman nivîsandina romanê jî wisa ye, gelek celebên hemereng yê nivîsandina wê hene, ev hemerengî gelek beşên wê hene, wêjeya cîhanî beşek taybet ji vê nivîsînê bi navê rêalizma qirêjî afirandiye. Ku yê nivîskar li ber asteng û kêşeyan raweste ji xwe pêngavekê jî navêje. Bila cara yekem û duwem û siyem bi sernekeve, ya girnig ji me re ne serketina me ye, ya giringtir -bi kêmanî ji min re- serketina wêjeya Kurdî ye.
.
10- Roman “Diya Wêjeyan e”, nivîsa wê hewcedarî gelek zaniest û zaniyariyan di hemû celebên rewşenbîriyê de ye, anku şêweyekî taybet ji nivîsandinê ye.. tu bi vê nerînê re yî?
Roman, mîna beyabanan sêng fereh e, her hûnerî, her zanist û zanyariyan di hinavê xwe de hiltîne. Felsefe, efsane, dastan, çîrok, helbest û zanyariyê himbêz dike. Bê çawa dayik zarokên xwe di himbêza xwe de dicivîne, wisa jî roman dikare her movikên jiyana me di dilê xwe de hilîne.
11- Berî vê romanê yan piştî vê romanê Bêwar Birahîm bû nivîskar?
Peyva nivîskar bi xwe sûcdariyeke di dermafê xwediyê xwe de, bi sedan nivîskar hene lê afrener li ser tiliyan têne hejmartin. Ev afirandin ne berî nivîsandina wê û ne piştî nivîsandinê xwediyê xwe dike nivîskar, ev afirandin bi xwediyê xwe re di kêlîka pêşîn de ji rojbûna wî pêr çêdibe, vêge ew mirov berpirsyarê wê afirandinê ye fêr û mezin bike an jî wê piştguh bike, dema bê piştguhkirin xwediyê wê jî tekez wê winda û nebedî bibe.
Derbarî min, her ku ez di rêk û şivîlekên xwendin û nivîsandinê de kûr diçim ez hest dibim ku hê di pêka destpêkê de me.
12- Gelo rast e wek tê gotin ku xewn jî dibin roman?
Jiyana mirov bi xwe, bi êş û azarên wê, bi şîn û şadiyên wê, bi xewn û xewnrojkên wê roman e, cudahiya wê ku yê romannivîs vê jiyanê dide nivîsandin.
Xeyal nêzîkî xewnan e, ku xewn jî peyda bibin, dibe alîkarê wê xeyala ku yê nivîskar binyadên raman û hizrên xwe li ser ava dike.
13- Hinekî li ser romana xwe ya bi navê ” Payîzokine Çavşil Ji Dilê Xewnê ” biaxive?
Ew rexneyeke ji dilêşiya min a li ser beşekî ji welatê me, Başûr cihekî wê yê taybet di jiyana me de heye, ji ber şoreş û berxwedanan, ji ber bobelatên ku hatin serê wî, encama lehengiya vî beşî serketin bû, lê gendelî û nakokiyên siyasî û tund û tûjiya li ser jinê hiştin ku ew serketin paşdmayî bimîne. Romana min çavdêriyeke li ser rewşeka wisa ku armanca min jê her û her ew civak bi pêş de here û wan dab û nerîtên kevneperist ji xwe bavêjin û li şûna wan hişmendiyeke şaristanî peyda bikin û sûdê jê bikin. Çîroka romanê êşa jinan di wê civakê de tîne ziman, behsa êşa ji destê gendeliyê, ji destê perçebûn, nakokî û milmilandinên siyasî û abûrî dike. Bi rastî ez naxwazim li ser biaxivim, ez dixwazim were xwendin.
14- Mebesta te ji lehngên romana te çi bû, ku ew ji dayikek cihû bûn û ji bavekî Kurd bûn?
Tekez mebesta min ne ji ber holokostê bû, daxwaza min ji wê yekê bi tenê evînî bû, ew evîniya rast û paqij ku ne olan û ne netewan nas nakî.
15- Çawa hat bala we ku hûn wisa bi wêrekî di romana xwe de nêzî wan mijarên hestiyar bibin?
Cegerdarî bibîrkirin û jibîrkirinê nas nake, gelek caran cegrdarî jî weke afirandinê ye, bi xwediyê xwe re tê vê jiyanê. Ji aliyekî din ve jî hin mirov hene tirsê kedî dikin, wê tirsê dikin cegerdarî, li rêkên wêrekiyê siwar dibin û ta roja dawîn ji temenê xwe ji vê rêkê peya nabin.
16- Di nerîna te de xwendevanê Romanê bi zimanê Kurdî hene?
Li Rojhilata Navîn bi tevayî rêjeya xwendinê kêm e, li nav gelê kurd mixabin ji ber sedemê cudahiya alfabêya Kurdî di navbera tipên latînî û erebî de ziman bi xwe bûye du beş. ji xwe em bên û li zareavayên din li deverên Kurdistanê vekolin ew jî dibe sedemek ji dûkertina ji xwendinê, roman jî weke celebên din yên nivasndinê dibe qurbana vê perçebûnê. Derbarî zaravayê Kurmancî xwendin li Bakurê Kurdistanê gelekî baş e, çapxane, weşanxane û pirtûxaneyên hêja li wir çêbûne, pirtûkên Kurdî bi hejmarên baş li wir belav dibin, têne xwendin û gengeşe li ser bi berferehî tên kirin.
Me jî baş dabû pey vê şûn û şopê lê mixabin şer û ceng nahêlin jibilî dengê top û gulleyan ti deng bilind bibin.
17- Bêwar Birahîm çawa Romana Kurdî dinerxîne?
Beleme di bin de giranbû ye û pêl di bin belemê de
bilind bûne, dike nake nikare xwe bighîne peravê yek giravê. Ew bi xwe nêzîk dibe lê hê ne gihaye.
18- Em çi navî li nivîskarê romanê bikin, gelo dibe ku navê wî bibe “torevan”?
Ji bo min nav ne ewqas giring e, ya giringtir an jî girnktirîn naveroke. Bi hezaran helbestvanên me hene, lê naveroka wê helbestvaniyê gelo qaqil e an kakil e? Bila em romanê, helbestê, şanoyê û çîrokê bi afirandin û resenî binivîsin, wê nav ji ber xwe ve bê binavkirin û berz bibe.
19- Bêtir we roman ji kê re xwendiye, û kî niha lehengê romana Kurdî ye?
Xwendina min ji wêjeya cîhanî bi tevayî re heye, lê taybetiyeka wêjeya Emerîka Latînî li bal min heye. Derbarî romana Kurdî, pêwîst e di destpêkê de ev roman şûna pêk û pêngavên xwe biçesipîne di pey re em basa lehengên wê û ya girngtir lehengiya romanê bi xwe bikin.
20- Te çima “şerpa” xwe avêtiye?
Du salan li pey hev ez li çirûsîneka ronahiyê ji çavê dayika xwe re li nexweşxaneyên Tirkiya digeriyam, di wê gera min de, bêbextiyên dexs û kînê careka din dan pey şûn û veşûnketina pêkên min, gotgot belav kirin ku ez li Tirkiya gihame hêzên Daiş û mehane bi milyonan muçê jê werdigrim. Di eynî demê de Daiş keçên Kurd direvandin û li bazarên Reqa û Musilê difrotin. Avêtina şerpê berseva min bû ji wan bêbextî û gotgotan re û palpiştî bû ji wan keçên bê guneh re ku mixabin di bin ala Islamê de dihatin kirîn û firotin.
21- Te çima Dîwana xwe ya yekem şewitand?
Hûn dixwazin agirê duwa sar vêxin, ev çîroka min pîrbûye û vegotina çîrokên ciwan xweştir e. Her agirek xezebek wê heye, gelek mirov agir bi bedena xwe dixin ji bo helwîsteka xwe berz bikin, lê min agir bi giyanê xwe xist ji bo-bi kêmanî ji xwe re- helwîsta xwe berz û eşkere bikim. Bi kurtî, ew qonaxek bû, hem ez û hem hişê min em hê zarok bûn, min digot bê çawa stêrk li azman diçirsin wisa jî stêrk li erdê hene û diçirsin lê mixabin ew xeyal bû, ew stêrkên li erdê camê derizî bûn di bin pêka min a pêşîn de şikestin û hûr hûrî bûn, can û bedena min jê birîndar bû, di bijîjkiya kurmancî de cawê pembo dişewitandin û dikirin pîşo û datanîn ser birîna, lê min her du dîwanên xwe û gelek ji pirtûkên ku min zaf ji wan hez dikir kirin pîşo û danîn ser birînên xwe yên wê qonaxê.
22- Gotina dawî …
Xwedê gotina me ya rast û resen bi dawî neke û berdewam bihêle û serê pênûsên wêrek ji serê peyva Kurdî kêm neke… Gelek spas ji bo ked û westana we.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 495 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 12-12-2024
Gotarên Girêdayî: 16
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 17-04-2016 (10 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Ziman zanî
Kategorîya Naverokê: Roman
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 20-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 495 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.406 çirke!