Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  586,071
Wêne
  124,400
Pirtûk PDF
  22,119
Faylên peywendîdar
  126,461
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Rewşen Bedirxan (Jiyan û Berhem) (1909-1992)
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Di cihê lêgerîna me de bi rastnivîsa rast bigerin, hûnê encamên xwestinê bibînin!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rewşen Xanim Bedirxan
Rewşen Xanim Bedirxan
#Rewşen Bedirxan# (Jiyan û Berhem) (1909-1992)
#Dilawerê Zengî#

Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya
– Kurê min, yekîtiya Kurdan bide min, ez ê Kurdistaneke azad bidim te.
– Kurê min dema em hebûn, hûn negiha bûn; îro hûn giha ne; lê mixabin em nema ne. Kurê min, ji hev hez bikin û piştgiriya hev bikin. Yek bin kurê min, belawela nebin.
– Gelek jin hene bawer dikin ku rehetî û xweşiya malê bi pere û dewlemendiyê ye. Lê ne wa ye. Sea’det û bextiyarî ne ji dewlemandan bi tenê re ye. Xincîkên belengazan hene ku sea’det û bextiyarî, ji qesra dewlemendan bêtir û çêtir tê de qerar digirin û bi rihatî cih dibînin.
Piştî têkçûna Sultan Ebdulhemîd û di sala 1908an de hatina Sultan Reşad, rewşa azadiyê pêş ve çû û azadî ji girtiyan re derket. Di wê demê de, Salih Bedirxan deh salên xwe di girtîgehê de buhurandibû. Bi wê azadiyê re ew ji zindan û girtina timî (muebed) reha bû û ew şandin bajarê Qeyseriyê.
Di roja 11-ê meha Tîrmeha sala 1909an de Sultan Reşad hat ser hukum. Di wê rojê de Xwedê keçek da Salih Bedirxan
276
. Ew keç bixwe Rewşen Bedirxan bû. Piştî ku du salên Rewşenê li Qeyseriyê qediyan, malbata wan hatin Stenbolê; li wir gelek ji malbata Bedirxaniyan hebûn.
Salih Bedirxan ji Stenbolê jî berê xwe da riya Şamê. Bavê Rewşenê tucar nedisekinî û bi hêz û bi hunera xwe ji bo miletê Kurd dixebitî, li xweşî û kêfa jiyanê nedipirsî. Ew li mal û li nav û deng jî nedigeriya.
Salih Bedirxan gelek nivîs di kovar û rojnameyan de çap dikir. Daxwaza wî ya yekemîn, di jiyanê de hişyarkirin û bi pêşxistina miletê wî bû. Ew bê westan, şev û roj li kar bû.
Salih Bedirxan piştî hatina xwe ya Şamê çendekî bê kar ma. Di vê navê de şerê Cîhanê yê Yekemîn derket; mercên jiyanê pirr dijwar bûn. Ji bêçarî berê xwe da kar û li zindana Keleha Şamê kar kir. Lê mexabin bi êşa tîfoyê ket; pirr dirêj najot, di 30yê Adara 1915an de mir. Di wê demê de temenê Rewşenê negihiştibû şeş salan.
Piştî mirina Salih Bedirxan diya Rewşenê ew şand dibistanê. Rewşenê piştî ku dibistana seretayî xelas kir çû dibistana mamostetiyê (Dar El-Muelîmat) û ew jî bidawî anî. Rewşen bû mamoste û ji nifşên sêyemînên ku li Sûriyê dibistana mamostetî qedandibû tê hejmartin.
Rewşen Bedirxan di sala 1925an de diçe bajarê Kerkê (li Urdun) û li wir dibe berpirsiyara dibistanê.
فهرس
Li Urdunê bêdeng namîne bi pênûseke bilind li ser doza Erebî û rewşa Sûriyê û bûyerên wê demê gotarên xwe di çend rojnamên Felestînî, Urdunî, Libnanî û Sûrî de belav dike. Mîna rojnama “Minîrva, Mirat el-Şerq, Nîdal, el-Şe`ib, Huriye û Wijdan. Hêja yî gotinê ye ku xwediyê herdû rojnaman: Wijdan û Huriye rojnamevanê gewre Yûsif Melek bû. Ev rojnamevan dostekî dilsoz û piştgirê doza Kurdan bû. Gelek belge û nivîsên hêja li ser Kurd û Kurdistanê belav kiriye.
Di sala 1928an de vedigere Şamê, dibe mamoste û berpirsiyariya (kargîra) gelek dibistanan dike.
Di sala 1934an de dibe endama komeleya Yekîtiya Jinan li Sûriyê.
Di roja 22.2.1935an de bi Mîr Celadet Bedirxan re hevjîn dike. Bi navên Sînem 21-3-1938an û Cemşîd 9-11-1939an keç û lawek ji wan re çê dibin. Berî ku Rewşenê lawê apê xwe Celadet bike mêrekî din “Omer Malik Hemdî” kirbû û keçek bi navê “Useyme” jê anîbû. Rewşen Xanim bi qasî ku li dibistanê mamoste bû, ewqas jî di xwedîkirina zarokan de mamoste bû. Diyeke dilsoz û dilovan bû.
rewshen_bedirxan1
Di sala 1944an de li ser navê jinên Sûriyê, li Misrê beşdarî Kongra Jinên Cîhanê bû. Jiyana Rewşen Xanimê a niştimanî pir berfireh û kûr e; ew bi hemû hêz û ramana xwe li dijî Qolonyalîzma Fransa sekinî û piştgiriya doza Erebî kir. Bi taybetî jî wê doza gelê Filîstîn parast û wê di dibistanên Ereban de mamostetî kir û gelek nivîs û gotar di kovarên Erebî de weşand.
Di rojnama “Wijdan” hejmar -331-ê de, di gotarek xwe de bersiva nivîskarê mezin “Circî Niqola baz” dide. Ew ê ku ji piştgiriya Rewşenê bi doza Felestîn û Sûriyê re matmayî maye û dipirse gelo Rewşenê Çerkes an Ereb e?. Rewşen Xanim bersiva wî weha dide: “Ez bixwe, bi xwîn û canê xwe Kurd im. Lê berî her tiştî ez mirov im. Dema ez li ser mafê miletan dinivisînim mirovatiya xwe di bîra xwe de tînim û wê jibîr nakim. Çawa azadiyê ji miletê xwe re dixwazim wehareng e ji hemû miletên bindest re dixwazim. Ew kesê êş û derdê bindestiyê dîtibe, nikare setemkariyê ji miletên dî re bipejêre. Ez bawer im mirovê birçî be bi hevalê mîna xwe haydar e. Eger azadîxwaza gelê xwe me, bawer bin ne mafxura mafê tu kesî me. Azadî û serbestiya gelê min ne li ser rûxandina berjewendiya tu gela ye. Armanca min ev e ku miletê min jî mîna hemû miletên serdest bi serbestî û azadî bijî”.
Di pertûka herdû nivîskaran “Merwan El-Mesrî û M.Elî Elanî de ya li ser jinên nivîskarên Sûrî (1892-1987)-an de pir bi dewlemendî û şanazî li ser Rewşen Bedirxan nivîsandine û pesinandine.
Jiyana wê ya niştimanî gelek giranbuha ye; cihê serbilindî û mezinahiyê ye. Di gel ku Rewşen Xanim mamoste bû, xebata wê di behsa zindanan de, ji bo rastkirina tenduristiya keç, jin û pîrekên bê sincî yê di zindanan de jî hebû. Bi aramî û bîhinfirehiya xwe dest davête hemû aloziyên jiyanê. Lewra quretî û serşorî di ferhenga jiyana wê de nebû. Jîna Rewşen Bedirxan neynika jîn û danûstandina Mîrê gewre (Mezin) Celadet Bedirxan û malbata Bedirxaniyan bû. Ew xeleka gihandina dîroka miletê xwe ya kevn û nû ye. Ew dîroka lehengiyê ya dûr û dirêj a ku bav û bapîrên wê bi sedan salan ji bo Kurdistanê kirine. Jiyana wê ne kêmî jiyana bav û kalên wê bû. Nemaze di warê dijwarî û zehmetiyan de piştî mirina mêrê wê Celadet Bedirxan di 15-7-1951an de.
Dibêjin li pişt her mêrê gewre(mezin) jinek gewre heye. Belê Rewşen piştevana mezinahiya mîrê ronakbîran Celadet Bedirxan bû. Piştevana amadekirina kovar, pirtûk û hemû afirandinên mîr bû. Digel xebatên hêja ew ê bixwe jî di kovara Hawarê de dinivîsand. Bêdirû, em dikarin bibêjin Rewşen Bedirxan pîreka Kurd ya pêşî ye ku bi zimanê Kurdî-Latînî di kovara Hawarê de nivîsiye û çend gotarên taybet li ser rewşa jina Kurd afrandiye. Rewşen Xanim di kovara Hawarê hejmar 27an de, di nivîsek xwe ya bi navê Kebanî û Mamoste de weha dinivîse: (Mêrên ku qedera miletan di destên xwe de dibin, li ber destên jinan xwedî dibin. Terbiya xwe dielimin, heta axa gorinan ji bîr nakin û ew tim û tim li wan hukum dikin. Ji lewre methelokê gotiye: ‘Kurmê şîrî heta pîrî’). Rewşen Bedirxan karê jina Kurd netenê kebanî û xwedîkirina zarûkan dibîne, li ba wê karê jinan ê giring li dijî nezaniyê şerkirin û perwerdekirina zarokan e.
Bêguman di vê xebata perwerdeyî de rolê welatperweriyê jî ji bîr nake. Rewşen Bedirxan bi dengekî bilind û zelal ewha bang dike: (Xwehên min ên delal, herwekî hûn jî dizanin derdê miletê me yê mezin û xedar nezanî ye. Nezanî nexweşiyek e, û dermanê wê zanîn e. Nik miletên xwedan hukumat û teşkîlat vê nexweşiyê di xestaxaneyên xusûsî de derman dikin û ji wan xestaxanan re dibêjin dibistan. Mamoste bijîşkên wan xestaxanan e).
Em dikarin bibêjin ku Rewşen Bedirxan, bi xebat û nivîsên xwe di pirsa jinan de çalakiyên hêja daye. Rewşen Bedirxan di gotarek xwe de di hejmara 28an a Kovara Hawarê ya bi navê (Jin û Bextiyariya Malê) de ewha dinivîse; (Gelek jin hene bawer dikin ku rehetî û xweşiya malê bi pere û dewlemendiyê ye. Lê ne wa ye. Sea’det û bextiyarî ne ji dewlemandan bi tenê re ye. Xincîkên belengazan hene ku sea’det û bextiyarî, ji qesra dewlemendan bêtir û çêtir tê de qerar digirin û bi rihatî cih dibînin).
Rewşen Bedirxan dixwaze vê yekê bi jina Kurd bide zanîn: xweşî û bextiyarî ne pere û qesr û qonax in; belê xweşî ew e gotina xweş, danûstandin, kar û xebata ku mirov ji milet û welatê xwe re bike. Xweşiya jiyanê ya bi peran diqede lê xweşiya jiyanê a welatperwerî û zanînê naqede.
Her giringiya rola jinê û rizgarbûn û pêşveçûna wê di civakê de pêwîst didît. Di jiyanê de, jin kok û bingeha dibistana pêşî ye, li ser wê bingehê civak tên avakirin. Kurdan berê gotiye: ‘Kurmê şîrî heta pîrî’. Gelo ew çi nifşên xwendevan û şagirtane ku ji dibistaneke bê bingeh û herifandî bêne der!!. Rizgarkirina jinê, rizgarkirina civakê ye.
rewshen-jamsheed
Pêşiyan berê gotiye: Jin keleha mêrane. li pişt her mêrê gewre jinek gewre heye. Jin jiyan e, Ji dibistana jinê hemû mirovên zanyar, ronakbîr, bijîşk, parêzer, padîşah û fermandar perwerde bûne.
Ji bilî nivîsîna bi zimanê Kurdî, Rewşen Xanimê bi zimanê Erebî jî gelek nivîsar li ser Kurdan belav kiriye. Rewşen Bedirxan di sala 1971an de beşdarî Kongra Sêyemîn ya Yekîtiya Jinên Kurdistanê (li Başûrê Kurdistanê) bû û bi piştgiriya xwe serketina wan parast. Di eynî salê de rûmeta endamtiya Korî Zanyarî Kurd girt û di wê demê de li ser daxwaza Korî Zanyarî Kurd çû Stenbolê. Ev çûna wê ji bo komkirin û civandina destnivîs û pirtûkên ku di arşîv û pirtûkxaneyên Tirkan de, yên ku li ser Kurdan e bêne civandin û ji Korî Zanyarî Kurd re bêne rêkirin bû. Bi rastî jî ev layiqî pesindanê ye ku ew di vî karê xwe de bi zanebûn û bi bêdengî bi ser ket.
Rewşen Xanimê di sala 1956an de, digel Dr. Nûrî Dersimî, Hesen Hişyar, Heyder Heyder û Osman Efendî li bajarê Helebê Komela Zanistî û Alîkariya Kurdan damezrandin.
Rewşen Xanim bi bîhinfirehî û aramiya xwe li dijî hemû alozî û dijwariyên jiyanê bi ser diket.
Jiyana mirovan bi salan nayê jimartin; ne jî bi mal û milkên ku mirov li dû xwe dihêle. Jiyan bîranîna şopeke kamûranî, qencî, comerdî û mirovatiyê ye. Nemaze ji bo mirovên xwedî berhem, şop, têkoşîn, xebat û kar e.
Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim ku Rewşen Xanim nemiriye; ew ji me haydar e û em jî pê haydar in.
Herçiqas wê di roja 01.06.1992an de ji nav me koç kir ew di dilê me de dijî. Heta roja mirinê jî ew ji bo gel û welatê xwe xebitî.
Rewşen Xanim di doşeka mirinê de ew tişt ji min re digot: (Kurê min dema em hebûn, hûn negiha bûn; îro hûn giha ne; lê mixabin em nema ne. Kurê min, ji hev hez bikin û piştgiriya hev bikin. Yek bin kurê min, belawela nebin).
Piştî ku ez hinekî li ser rewşa Kurdistana Başûr û li ser hilbijartinan sekinîm, Rewşen Xanimê gotina min birrî û ewha got: (Kurê min, yekîtiya Kurdan bide min, ez ê Kurdistaneke azad bidim te).
Piştî ku Rewşen Xanimê canê xwe spart Xwedê, -Li ser daxwaza wê û li gor sozê ku min pê re dabû- min karûbarê veşartina wê kir, û min cendekê wê ji bajarê Banyasê anî bajarê Şamê li tenişta mêrê wê Celadet û bapîrê wê Bedirxan Beg li goristana Şêx Xalidê Neqşibendî veşart. Piştî ku li mizgefta Hemo Leyla li Taxa Kurdan li ser cendekê wê limêj kirin, merasîmên veşartinê bi beşdariya gelek ji dost û nasên malbata Bedirxaniyan û nivîskar û rewşenbîran destpê kir. Ji ber rewşa Kurdan ya dijwar û awarte û li ser daxwaza keça wê Ûseyme Xanimê kesekî tu gotin û tu helbest li ser gora wê nexwendin.
Ev e Rewşen Bedirxan, ya herdem wekî bav û kalên xwe êşa miletê xwe dikişand û qet ji bîr nedikir. Wê mezinahiya xwe ji stûnên Birca Belek girtibû. Rewşenbîriya xwe ji dibistana Sor, ji kaniya Cizîrî û Xanî wergirtibû.
Berhemên Wê Yên Çapkirî Ev In:
1-Bîranînên Jinekê, Daner: Gozîda Sebrî, werger ji zimanê Tirkî bo Erebû, 1951.
2-Xeramî We Alamî, Daner: Mukerem Kamil, werger,(çîrok) ji Tirkî bo Erebî 1953.
3-Bîranînên Mamosteyekî (sê pirtûk), Daner: Reşad beg Nûrî, werger, ji Tirkî bo Erebî 1954.
4-Rûpelên Ji Toreya Kurdî -1954.
5-Nama Gelê Kurd (helbest-Goran) ji Kurdî bo Erebî 1954- ji ber
rewşa siyasî navê xwe li ser vê pertûkê ne nivîsî ye.
6-Name Ji Mustefa Kemal Paşa re, werger ji Tirkî bo Erebî (Ev pirtûk bi alîkariya min hat nivîsîn, çapkirin û belavkirin).
7-Bîranênên Min-Salih Bedirxan-,werger ji Turkî bo Erebî. (Ev pirtûk jî bi alîkariya min hat nivîsîn, çapkirin û belavkirin).
8-El-red ‘ele El-kosmopolîtiye, Mehmûd Şîniwî, werger, (ji ber hin sedemên siyasî navê xwe li ser vê pertûkê ne nivîsî ye).
9-Mîr Bedirxan, perçak ji pirtûk Lutfî ye.lêveger, sala:1992-an. Libnan.
10-Bîranînên Jinekê (perçê duwemîn). Ev pirtûk li Şamê-sala: 1996-an li çapxana Dar Alai hate çapkirin.
11-Rapora Mufetişê Turk ê el’am-Abdîn Osman-konevaniya Turkirina Kurdan. (23) rûpel e, di rojnama (Wijdan) de hatiye belavkirin. Werger ji zimanê Turkî bo zimanê Erebî. Sala:1956-an. Hejmarên taybet: (303-306-314-bê hejmar).
12- Nerînek Li Dîroka Osmaniyan, ya nivîskar Dr.Nûrî Dersimî, werger, ji Turkî bo Erebî. Min jî di rojnama El-Hîwar de da belav kir.
13-Celadet Bedirxan wek min naskir. Mexabin berîku bidawî bike mir. Min jî di rojnama El-Hîwar de da belav kir.
Pertûkên Wê Yên Ne Çapkirî Ev In:
2-Bavê Min Abdulhemîd-nivîsa Ayşe keça Sultan Ebdulhemîd e.
3-Bîranînên Min. Destnivîs e.
[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 491 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/ - 12-12-2024
Gotarên Girêdayî: 4
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 20-08-2015 (11 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Jînenîgarî, (biyografî)
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 12-12-2024 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 18-12-2024 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Aras Hiso ) ve li ser 17-12-2024 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 491 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.218 çirke!