Nav û paşnav: Cîhan Bîlgin
Cih û dîroka jidayîkbûnê: 1996 Mêrdînê
Cih û dîroka şehadetê: #19-12-2024# - Bendava Tişrînê
Dibêjin navê her kesî lê tê”. Navê Cîhanê jî lê wê hatibû. Bajarek nema ku neçûyê, siyasetmedarek yan fermandarekî leşkerî nema ku pê re hevpeyvîn çênekir. Pênûs, kamera û rûkeniya wê çavkaniya ragihandina rastiyan, moral û heyecanê.
Endama ajansa me Cîhan Bîlgin û rojnamevan Nazim Daştan duh (19 Kanûn 2024) dema ku êrişên dewlat Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, di encama êrişa balafira bêmirov û biçek a dagirkeran de şehîd bûn.
Wan erka rojnamevaniyê bi awayekî herî baş û bi bandor pêk anî. Bi dîmenên ku ji kamerayên wan teyîsîne cîhanê, rastî hatin zanîn, rûyê dagirkeran hat dîtin. Lewma hêrsa dagirkeran evqas zêde bû.
Jiyana hevalên herdu hevalên ya tije têkoşîn, vê yekê radixe ber çavan.
Hevala me Cîhan Bîlgîn sala 1996ˈan li navçeya Midyad a bajarê Mêrdînê yê Bakûrê Kurdistanê hatiye dinê.
Wê çavên xwe di nava zordarî, neheqî û hovîtiya dagirkeran de li cîhanê vekirine. Lê di heman demê têkoşîna rizgariya Kurdistanê jî li tevahiya erdîngariya Kurdistanê belav bibû, li cîhanê deng veda bû. Zordariya dagirkeran û têkoşîna li hemberî wê bi pênûs û kamerayên ragihandina azad ji cîhanê re dihatin parvekirin.
Hevala me cîhan di rewşek wiha de xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehî li dibistanên Midyadê qedandin. Piştre li bajarê Amedê derbasî beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê dibe.
Di dema xwenekariya xwe de hîn zêdetir dibe xwedî hişmendiyek azadî û têkoşînê.
Di encama vê lêgerîna xwe de wekî rêyek sereke ya eşkerekirina rastiyan ragihandinê dibîne û sala 2013’an dema li zanîngehê dixwîne, têkoşînê dimeşîne, sala 2014ˈan jî li gel xwendina xwe, cihê xwe di qada ragihandinê de digire.
Di rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat de dest bi xebatên belavkariyê dike. Cîhan ku 3 salan xebatên belavkirina rojnameyan meşandin, ev xebat wekî rêya têkoşîna azadî û demokrasiyê dît. Rojnameya Azadiya Welat di havîna 2016ˈan de ji aliyê dewleta Tirk ve hat girtin, her wiha zextên dewletê zêde bûn, lê Cîhanê têkoşîna ragihandinê mezintir kir.
Dema ku li Rojavayê Kurdistanê şoreş mezin dibû, lê êrişên dewleta Tirk û çeteyan jî zêde dibûn, hevala me Cîhan sala 2017ˈan berê xwe da Rojavayê Kurdistanê. Li vir û cihê xwe di nava Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) de girt û karê rojnamevaniyê domand.
Cîhan bi hezkirina xwe ya ji kar re û bi çalakbûna xwe ya di hemû rewşan de dihat naskirin û kêliyekê ji mîsyona xwe dûr nekt.
Hevala me Cîhan Bîlgîn ku destpêkê weke nûçegihan li bajarê Qamişloyê kar meşand, di karê xwe de zû xwe pêş ket û hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen nas kirin; rastiya wan ji herêmê û cîhanê re ragihand. B kesayetên navdar, partî, hêz û rêxistinan re hevpeyvînên ku deng vedan çêkirin, tora xwe ya çavkaniyan li tevahiya Kurdistanê berfireh kir.
Cîhan di radeya yekemîn de girîngî da rojevkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, siyasetên li dijî gelê Kurdistanê û geşedanên siyasî û meydanî.
Hevala me Cîhan Bîlgîn pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞˈê şopand. Bi pênûs û kamereya xwe pêkanînên çeteyên DAIŞˈê û berxwedana şervanan belge kir. Her wiha nirxên mirovahî yên gelê şervanên YPJˈê dema ku jin ji hovîtiya DAIŞˈê rizgar dikirin, bi raya giştî re parve kir. Cîhan der barê pêngavê de wiha gotibû Beşdarbûna min a şopandina pêngavê ji bo balkişandina ser têkoşîna şervanên QSD û YPJˈê ya rizgarkirina jinên êzidî yên ku di bazaran de dihatin firoştin û rizgarkirina gel ji zilm û hovîtiya DAIŞˈê bû.
Cîhan Bîlgîn yek ji wan rojnamevanên jin bû ku xwe di felsefeya jina azad û neteweya demokratîk de kûr kir. Cîhan ku destdirêjiya li her jinekê wekî destdirêjî li tevahî jinan didît gelek rapor li ser sûcên ku li dijî jinan têne kirin nivisand.
Cîhan ku di xebatên ajansê de zû xwe pêş xist, derbasî beşa lêkolîn û dosyayên taybet bû û di vê der barê de gelek nûçe, hevpeyvîn û rapor çêkirin.
Cîhanê ku di demeke kurt de piraniya siyasetmendarên Kurd ên li gelemperiya Kurdistanê û tevgerên jinan ên li cîhanê nas kir, di hevdîtinên xwe yên li gel wan de pirsgirêka Kurd û Kurdistanê xist rojeva wan.
Cîhan bi raporan êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Girê Spî û Serêkaniyê (2019), hovîtiya dagirkeran û komkujiyên ku li dijî gelên herêmê kirine ji raya giştî re parve kir. Her wiha operasyonên ewlehiyê yên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD û YPJˈê li dijî şaneyên çeteyên DAIŞˈê li kampa Holê û tevahiya herêmê li dar xistibûn, şopandin.
Cîhan Bîlgîn nêzî gel bû û çîrokên wan guhdarî dikir. Aliyekî wê yê atifî hebû ku bi bûyerên trajedîk ên gel bi bandor dibûn. Lew ra di 6ˈê kanûna îsal de berî bajarê Tebqayê û serpêhateyên şêniyên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçber bûn, ragihand.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser Minbic, Pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê yên li başûrê Kobanê zêdetir kirin, hevala me Cîhan berî da wir û berxwedana şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û YPJˈê ragihand. Di vê der barê de jî hevpeyvîn bi şervanên û fermandaran re çêkir. Hevdîtina dawî ku çêkiribû bi fermandara eniya Qereqozaqê Roj Engîzek re bû.
Hevala me ku heya kêliya dawî li ser erka xwe bû, tevî rojnamvan Nazim Daştan duh (19 Kanûn 2024) dema karê xwe yê rojnamevaniyê dimeşandin, saet di 15.20’an de, li ser rêya di navbera Bendava Tişrîn û bajaroka Sirînê de wesayita wan ji aliyê balafireke bê mirov û biçek a dewleta Tirk ve hat bombebarankirin. Di encama êrişê de hedu hevalên şehîd bûn, ajokarê wesayîtê Ezîz Hec Bozan jî birîndar bû û bû şopdarêrê rêya Mazlûm Dogan, Xelîl Dag, Gubetellî Ersûz, Mistefa Mihemed, Rizgar Denîz, Dilîşan Îbis, Hogir Mihemed, Seed Ehmed û Îsam Ebdullah.
Hevrêya me Cîhan şehîd Gurbetellîersûz a ku bingeha yekemîn a ragihandina jin li Kurdistanê daniye, wekî pêşeng û ji şehîd Seyîd Evran wekî mînak ji xwe re digirt.
Cîhan ku bi hezkirina xwe ya ji kar re û bi rûketiya xwe dihat naskirin, mîraseyeke mezin di çapemeniya Kurdî û Kurdistanî de hişt.
Ji gotinên Cîhan Bîlgîn
Ya hiştiye di karê xwe de jêhatî bibim, ew e ku em ne tenê ne. Gelek xwedî armanc û hêvî li pişt me ye. Ev gel rastî zilm û çewistandin tê, loma wezîfeya me ya sereke ye ku em balê bikişînin ser vê xalê. Dozeke adilane, divê her kesek ji me bi serferaziyê balê bikişîne ser vê dozê û vî gelê. Ev e ku hiştiya li ser lingan bimînin û karê xwe bidomînin.
Di xebata xwe ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de min gelek kesên pak dîtin. Axa Rojava ji bo min giranbuha û bi nirx e. Kesên ku wan ji nêzî ve dinasim wekî heval Dilîşan, Rizgar û Seed û bi dehan kesên mîna wan di vê axê de hatin definkirin.
Cihê serbilindahiyê ye ku mirov karên ew kesên mezin bidomîne. Ya girîngtir ew e ku me soz daye hevreyên xwe ku em rêwîtiya wan naterikînin. Me soz daye heval Seyid û hevala Gulê.
Hevalên me yên hêja, divê em rastiya li ser erdê rû didin fêm bikin, divê em rastiya siyasetênku li dijî Kurdistanê tên meşandin nas bikin û bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin, bi raya giştî ya cîhanê re parve bikin. Divê em sûcên ku li dijî gelê me tên kirin ragihînin û durûtiya dagirker û mêtîngerên erdê me teşhîr bikin.
(bb)
ANHA
[1]