Nav û Paşnav: Nazim Daştan
Cih û dîroka jidayîkbûnê: 1992 Agirî
Cih û dîroka şehadetê: 19-12-2024 Ser rêya bendava Tişrîn
Rêwiyekî rêya heqîqetê û şîara “Rastî di tariyê de namînin” bû hevalê me Nazim. Li welatekî ku hatiye parçekirin, gelê wê di komkujî û asîmîlasyonê re hatiye derbaskirin, li çar aliyê cîhanê hatiye belavkirin, ew bû rênasek belavkirina vê rastiyê. Lê di heman demê bû dengê têkoşîna azadiyê. 10 salan li 3 parçeyên welat bê dudilî, deng da cîhanê.
Nûçegihana ajansa me Cîhan Bîlgîn û Rojnamevan Nazim Daştan duh (19 Kanûn 2024) dema ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê dişopandin, saed di 15.20’an de li ser riya di navbera Tişrîn û bajaroka Sirrînê de di encama bombebarana balafira bi çek a dewleta Tirk de şehîd bûn.
Her du hevalên me jî, piraniya temenên di oxira ragihandina rastiyan û jiyana azad de borandin. Wan jî wekî gelek pêşengên Ragihandina Azad, di şertên herî zor û zehmet de kar meşandin, lê qet gav paş ve ne avêtin.
NAZIM
Hevalê me Nazim Daştan sala 1992’yan li navçeya Gihadîn a bajarê Agirî yê Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Di malbateke welatparêz de mezin bûye. Ji ber şert û mercên Kurdistanê, hovîtiya dagirkeran û zordariya wan, ew jî wekî bi hezaran ciwanên Kurd hîn di temenê biçûk de bi van rastiyan re rû bi rû maye.
Bi vê rastiyê re, rêya xwe ya têkoşînê jî diyar kiriye. Wekî yek ji rêyên herî bibandor jî, têkoşîna ragihandinê hilbijartiye.
Dema ku sala 2014’an çeteyên DAIŞ’ê dest bi êrişên li ser Rojava kirin, derbasî Rojava bû. Destpêkê li Efrinê, piştre jî li Kobanê berxwedana dîrokî şopand û ji cîhanê re ragihand.
Wexta ku li Bakûrê Kurdistanê sala 2015’an berxwedana rêveberiyên xweser destpê kirin, vê carê berêxwe da Bakûr. Li navçeya Silopya ya Şirnexê erka xwe ya rojnamevaniyê domand.
Bi pênûs û kameraya xwe rastiya dewleta Tirk li cîhanê belav, lewma derbarê wî de doz hat vekirin. Tevî zextan jî hevalê me Nazim dest ji karê rojnamevaniyê berneda û sala 2016’an careke din derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.
Di salên dirêj yên têkoşêna rojnamevaniyê de li Efrîn, Kobanê, Reqa, Girê Spî, Şengal û Başûrê Kurdistanê erka rojnamevaniyê bi layîqî pêk anî. Herî dawiyê jî dema 8’ê Kanûnê (2024) dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaq kirin, yekser berê xwe da vê herêmê.
Di 11 rojan de bi nûçe, dîmen, wêne û dosyayên xwe rûyê reş ê nemerdan raxist ber çavan. Lewma bû hedefa dagirkeran. Piştî ku ew û hevala Cîhan Bîlgîn li Benda Tişrînê dîmen û wêneyên piştî êrişa dagirkeran dikişînin û vedigerin, seyareya wan hat bombebarankirin.
Nazim Daştan bi nûçe û dosyayên ku çêkirine, bi dîmen û wêneyên kişandine, gelek rastî ji cîhanê re ragihandin, ji bo bi dehan rojnamevan bû, rêzanek. Bi kesayata xwe ya dilnizm, kedkar û bi bawer jî çavkaniya moral û têkoşîna ya hevalên xwe yên rojnamevan bû. Wekî şopdarê afirîner û pêşengên rêya heqîqetê wî jî, rûpel zêrîn li ser dîroka Çapemeniya Azad zêde kir.
(a)
ANHA
[1]