=KTML_Bold=Riyad Darar banga lihevhatinê û avakirina sîstemeke piralî kir=KTML_End=
YEHYA EL HEBÎB
Siyasetmedar Riyad Derar diyar kir ku qonaxa yekem a piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê hinek nîşanên erênî bi xwe re anîn. Her wiha got di dema niha de divê perspektîfeke nû ji bo pêvjoya derbasbûnê hebe ku beşdariya hemû aliyên sûriyeyî yên cuda mîsoger bibe û pêvajoya lihevhatina nîştimanî dest pê bike.
Li Sûriyeyê geşedanên bilez rû dan û bûn sedema hilweşandina rejîma Beşar Esed û Heyet Tehrîr El Şam bi serokatiya Ehmed El Şerî (Colanî) rêveberina rewşa siyasî û leşkerî ya li Sûriyeyê girte ser xwe. Lê her kes dipirse ka qonaxa bê wê çawa be, bi taybetî sîstema desthilatdariyê. Tirs jî heye ku rejîmeke olî ava bibe ku bandorê li cihêrengiya çandî, neteweyî û etnîk a Sûriyeyê bike.
=KTML_Bold=‘NÎŞANEYÊN ERÊNÎ TIRSAN JI HOLÊ RANAKIN’=KTML_End=
Siyasetmedarê sûriyeyî û hevserokê Nivîsgeha Şêwirmendiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk Riyad Derar der barê mijar de axivî.
Riyad Derar got: Qonaxa yekem piştî hilweşandina rejîma Esed hin nîşanên erênî bi xwe re anîn, li gorî daxuyaniyên El Şerii ku serkirdeyê rêveberiya leşkerî ye, ya ku ev tevger birêve bir, ji rizgarkirina Helebê dest pê kir heta Şamê, di vê rêwîtiyê rewş erênî bû û dide xuyakirin ku komek heye ku bi rastî dixwaze welat rizgar bike.
Derar wiha pê de çû: Pirsgirêk ne li vir e, lê di mekanîzmayên karê îdarî yên siberojê de ye, ji ber ku Sûriyeyê welatekî cihêreng e û gelek mezheb û pêkhate lê hene. Ji ber vê yekê, divê xitabeke ji bo her kesî hebe, beşdariyeke rasteqîn hebe, divê boçûnên îdeolojî kêm bibin, ku me hin nîşanê wan boçûnên idelojî dîtin, dema hin endam hin pirsên tal ji xelkê dikin dişibin pirsên seedema DAIŞ`ê. Pir girîng e ku ji van gotinan xilas bibin û rêzê li rastiya vê civaka pirreng bigrin, divê wekî ku heye were qebûlkirin, bêyî ku kesek hewl bide şêwaza ramana wê civakê biguherîne, ji ber ku ev yek dê bibe sedema nakokiyên ku bi dawî nebin.
=KTML_Bold=‘LI PÊŞIYA WELAT PIR ZEHMETÎ HENE’=KTML_End=
Derar der barê kêşeyên li pêşiya Sûriyeyê de axivî û got: Pirsgirêkên piştî rûxandina rejîma Esed wiha ne, dê çawa beşdarbûna hemû gelê Sûriyeyê di xwerêvebirinê de bibe rastî. Pirsgirêkek din a girîng û aloziyeke mezin heye, ew jî xizmetguzarî ye, ji ber ku welat niha wêranbûyî, têkçûyî û feqîr e û pêwîstiya wî bi piştevaniya navdewletî û hilberîna navxweyî heye, ev yek bi beşdariya hemû beşên civakê di avakirin û geşepêdanê de pêk tê, ku piştî şerekî dirêj welat vegerîne rewşa aramî û hêviyê.
Derar wiha dewam kir: Metirsiyek mezin jî heye ew jî nefêmkirina şêweyê sîstema hikûmeta demên pêş, ku weke ku em dibînin divê demokratîk be, sîstemeke nenavendî ji bo birêvebirina herêman bi şêweyekî şaristanî hebe, girêdayî navendê be. Ez di wê baweriyê de me ku Sûriye di qonaxa pêş de ber bi avakirina mekanîzmayên lihevhatinên nûjen û hemdem ve diçe, dibe ku rastî hin bertek û tevgerên jibermayî bê. Ew jibermayî niha veşartî ne lê piştre derdikevin, wêrankeriyê dikin, li deveran teqînan dikin, êrişî hin deverên din dikin, divê em haj vê hebin, ji ber ku ew ê li wan deveran fitneyê gur bikin. Her wiha tiştekî din jî heye ku divê em jê bitirsin, ew jî dengên ku ber bi yek îdyolojîyê ve bilind dibin dibin, ji ber ku ew pir tirsnak e, sûryeyî êşên serdema îdoelojî hîna dikşînin, çi bi navê Îslamê û çi bi navê Bais be. Ji ber ku dema desthilatdarî li ser yek îdeolojiyê be, wê pêkhateya civakê ji hev belav bike û bandorê li pêvajoya avakirina Sûriyeyê bike.
=KTML_Bold=NÊRÎNEKE NÛ JI BO PÊVAJOYA DERBASBÛNÊ=KTML_End=
Têkildarî tişta ku ji aliyên sûriyeyiyan ve tê xwestin, Derar got: “Perspektîfa nû ji bo pêvajoya derbasbûnê divê têgeha rêvebirinê biçespîne, ew rêvbiryeke niştimanî ya demokratîk be, dibe ku ji kongreyeke niştimanî ya berfireh dest pê bike û tê de meclîsa zagonsaz were avakirin, destûreke nûjen were danîn û hikûmeteke derbasbûnê were avakirin. Divê her kes li ser modeleke siyasî difikire ku ne modela yekpartî be, divê li ser bingeheke nûjen be ku her kes tê de beşdar bibe, dûrî hişmendiya totalîter a ku berê serdest bû.
Derar got: Divê her kes mafên pêkhateyên Sûriyeyê û cihêrengiyê nas bike, û ev tiştek divê di makzagonê de were nivîsîn, da ku bê zanîn ku hemû pêkhate welatiyên Sûriyeya yekgirtî ne.
Riyad Derar wiha pê de çû: “Divê em hemû li ser projeyeke nîştimanî ya berfireh bixebitin û divê ev proje bikeve pêvajoya derbasbûnê, berpirsên jiyana siyasî tê de beşdar bibin da ku karibin dadmendiyê pêk bînin, dûrî hişmendiya tolhildanê, divê ev pêvajo bighêje qonaxa lihevhatina niştimanî. Bi vî awayî, em hemû hewl didin ku kêmneteweyan biparêzin û ji tolhildanê dûr bikevin. Divê em ji tundûtûjiya berê xilas bibin û hemû kesên ku binpêkirin pêk anîne, bi awayekî dadmend darizînin. Em hemû ji bo sîstemeke piralî ya li ser bingeha hemwelatîbûn û mafên mirovan dixebitin.
(k)
ANHA
[1]