MÛSÎQA DI MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ DE
Ev gotar wek babet li ser rengvedana mûsîqayê ya di Mem û Zîna
Ehmedê XanîEhmedê Xanî de radiweste. Di piraniya cureyên edebiyata klasîk a Kurdî de mûsîqa wek nirxeke sembolîk xuya dibe û bi kargîniyên xwe yên cihêreng têkalaviya berheman dikemilîne. Armanca vê xebatê ew e ku nîşan bide bê ka di Mem û Zîn'ê de mûsîqa û amûrên mûsîqayê bi sembol û nirxên wateyî çawa hatine kardarkirin, ji hêla rûxsarî û naverokî ve erkeke çawa hilgirtine û bi tevahî ji bo ton û atmosfera mesnewiyê atmosfereke çawa afirandine. Di encamê de taybetmendiya şêwaza Xanî ya sûdwergirtina ji mûsîqa û amûrên mûsîqayê hatiye pêşkêşkirin. Ev xebat ji hêla bikaranîna mûsîqayê ve ji bo berawirdkirina bi mesnewiyên din dikare angaştên peywendîdar dabîn bike.
[1]
Ji bo xwendinê bikirtînin MÛSÎQA DI MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ DE Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 306 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!