Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,982
Wêne
  124,393
Pirtûk PDF
  22,118
Faylên peywendîdar
  126,456
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
317,317
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,685
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,750
عربي - Arabic 
44,095
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,711
فارسی - Farsi 
15,883
English - English 
8,533
Türkçe - Turkish 
3,836
Deutsch - German 
2,037
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,580
Cih 
1,181
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,823
Kurtelêkolîn 
6,831
Şehîdan 
4,557
Enfalkirî 
4,964
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,499
PDF 
34,764
MP4 
3,993
IMG 
234,717
∑   Hemû bi hev re 
274,973
Lêgerîna naverokê
Hemîdê Hecî Derwêş: Hatına Pêşmerge cîhê şanaziyê ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdipedia çavkaniya herî berfireh a pirzimanî ye ji bo agahdariya kurdî. Di her parçeyên Kurdistanê de arşîv û karmendên me hene.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Hemîdê Hecî Derwêş: Hatına #Pêşmerge# cîhê şanaziyê ye

Serokê Partiya Demakrat a Pêşverû li Sûriyê Hemîdê Hecî Derwêş da zanîn ku dem hatiye ku kurd êdî bo azadiya xwe tenê tevbigerin û dîktatoriya tirk, ereb û heta ya navxweyî jî qebûl nekin. Derwêş di derheqê temenê xwe yê dirêj, rewşa siyaseta Rojava û asta dawîn de pirsên me bersivandin.
Li rojavayê Kurdistanê van çend salên dawîn guherînên mezin pêk hatin. Piştî êrişa rêxistina DAIŞ’ê li ser Kurdistanê, hem rojava û hem jî başûrê welêt bûne yekemîn mijar li çapemeniya cîhanê.
Rojavayê Kurdistanê piştî hilweşîna imperetoriya Osmanî bû hêlin û stargeha tevger, rêxistin û kesên siyasî. Ji her çar parçeyên Kurdistanê şêx, axa, binemal hwd. kar û xebatên xwe yên siyasî, çandî û rewşenbîrî li wir meşandin. Di warê berhemdayînê û eqliyetê de gelekî bipêş ket. Ew bîr û ramanên li wir dipijiyan li seranserê Kurdistanê belav bûne. Rojavayê Kurdistanê wekî navenda pêşketina şaristaniya sedsala dawîn ya kurdan kar û xebatên xwe kirin. Kurd şiyar dibûn û pê dihisiyan ku ne bi yekdengiyê be mafên xwe yênsiruştî bidest naxin û tim dê bibin mêtingeha dagirkeran.
Li wir kurdan yekemîn partiya xwe di sala 1957’an de bi pêşengiya Osman Sebrî, Nûreddîn Zaza, Hemîdê Hecî Derwêş û hin kesên din ava kir. Ji pêşengên wê demê kêm kes niha dijîn. Yek ji wan jî Hemîdê Hecî Derwêşe ku niha Serokê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ye.
حميد حج درويش
Min ji birêz Derwêş derheqê rojevê de pirs kirin û wî jî bersiv dan
Hemîdê Hecî Derwêş kengê û çawa tevlî rêxistinên siyasî û neteweyî bûye?
Sala 1954’an. Wê demê ez dora 20 salî bûm û ji bo xwendina zanîngehê çûbûme Şamê.Ez û sê pismamên xwe bûn. Li wêderê me kesên wekî Rewşen Bedirxan û Osman Sebrî nas kirin. Hêdî hêdî têkiliyên me bi wê derdorê re xweş dibûn. Piştî xweşbûna têkiliyan, me Osman Sebrî û hinek hevalên din komeleyek bi navê ”Komeleya Vejîna Çanda Kurdî” avakir. Di nava salêkê de me çend pirtûkên weke Derdê Me, Bahoz a Osman Sebrî, Elîlfbêya Kurdî ya Celadet û Kamuran Bedîrxan, Kozmopolitizm a Îsa Zebîhî û pirtûka Rewşen Bedîrxan ya bi navê Dîroka Nivîskarên Kurd çapkirin. Ji hêla aborî ve rewşa me gelekî baş bû. Paşî Apo Osman Sebrî got ”di fikra min de avakirina partiyekê heye, ma tu nabêje çi, tu yê bibe arîkar” min jî got dibe û me biryar da. Sala 1956’an de ez û pismamên xwe, Osman Sebrî û Hemze Newêran ku ji xelkê Wêranşarê bu me partî avakir.
Wekîdin kî hebû?
Salek şûnde hinek hevalên din wekî Reşîd Hemo,Mihemed Elî Xoce,Xelîl Mihemed, Şewket Henan hwd. ji Çiyayê Kurd (derdora Efrîn) ku bi partiya komunîst re bûn ji wan veqetiyan û hatin tevlî partiya me bûn. Bi hatina van hevalan roja 14ê Hezîrana 1957’an bi fermî me Partiya Demokratî Kurdî(PDK) avakir. Jixwe Dr.Nûreddîn Zaza û Şêx Mihemed Îsa berê jî em tevde bûn.Piştî damezrandina partiyê,Kurd li Sûriyê zane û şiyarbûn, doza mafên xwe yê neteweyî û rewşenbîrî dikirin.Nûreddîn Zaza di pêşketina partiyê de rolekê mezin dilîst.Lê mixabin rejîma Bees û Muxaberatê nehişt em xebatên xwe dom bikin û sala 1960’î rêvebir û gelek endamên partiyê girtin.
Hun dikarin hinekî behsa Nûreddîn Zaza bikin?
Li Rojhilata Navîn, çi Kurd û çi Ereb min gelek siyasetmedarên wekî Ekrem Horanî, Xalid Begdaş, Hisnî Berazî hwd. dîtin. Wê demê yên bi nav û deng ev bûn. Tu kes ji wan nedigihiştin zanebûna Nûreddîn Zaza. Kurdên Bakûr û Rojava sî salî jî bixebitin nikarin rêberekî wekî Nûreddîn Zaza bigihînin. Lê Kurd bêwefa ne xwediyê xwe nasnakin. Em çi bikin sebebê têkçûna kurdan jî ev e.
Wekî tê zanîn piştî avakirina partiyê di nav Osman Sebrî û Nûreddîn Zaza de arîşe derket sebeba vê arîşê û dûbendiyê çibû?
Gelek sebebên wê hebûn, ya sereke jî bandora kesên ji derva li ser partiyê û çepîtî bû.Partiya Bees û Mûxaberat tevdanî dikirin.
Hun niha serokê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ne, kar û xebatên we çawa dimeşin. Hun li Rojavayê Kurdistanê ji sedî çiqasî temsîl dikin?
Em çiqasî temsîl dikin nizanim, lê dikarim vê ji we re bêjim. Partiya me di nav gel de baş bi rûmet û qedrê wê heye. Yanî siyaseta vê partiyê ji roja roj de paqij e. Peywendiyên me bi kes û cihê xerab re qet çênebû û me tiştekî kirêt nekiriye. Gelê me ji partiya Pêşverû gelek dilgeş û dilxweşe. Kar û xebatên ku bêne kirin heke partiya me ne di nav de be, di çavê gel de ew kar ne rêk û pêke û dilê wan ne rehete. Ya herî girîng jî partiya me nebûye dûvê tu kesî û dijminantiya hêz û rêxistinên Kurd nake. Li ser xetek neteweyî û li pey berjewendiyên Kurd û Kurdistanê ye.
Partiya we jî di nav pevgihaniya ENKS’ê de cih digire. Piştî lihevkirina ENKS’ê û PYD’ê li Duhokê, heta niha jî ENKS’ê nûnerên xwe diyar nekirine, sedemê vê nakokiyê çiye?
Partiyeke bi navê PDKS heye, ew ji encumenê daxwaziya du nûneran dike, partiyên din jî vê yekê qebûlnakin û dibêjin em tev wekî hev in, divê her partiyek nûnereke wê hebe. Arîşeya esasî ev e.
Li Rojavayê Kurdistanê ENKS çiqasî xurt e, wekî PYD’ê dibe gelo?
Niha bêjim wekî PYD’ê xurte dibe şaş bê fêhmkirin, lê ne ji biçekbûna PYD’ê be jê bihêztir e. Di hilbijartina sala 1990î de me 52 hezar û PYDê jî 24 hezar deng stend. Wê demê gel bêtir ji PYD’ê hezdikir niha ew hezkirin kêm bûye.
Carekê hat gotin ku Beşar Esed şandiye dûv we, gelo hêj dan û stendinê we bi hev re hene?
Dan û stendinê me bi hev re tune ne, lê carekê şande dûv min xwest min bibîne lê ez neçûm.
Sebeba şandina dûv we û neçûna we çibû?
Xwestiye têkiliyên xwe bi min re xweş bike û bipêş bixe. Yanî xwestiye partiya me têxe şûna PYDê. Li balefirgeha Qamişlo seetekê zêde teyare li benda min hişt. Waliyê Hesekê dostê min bû, sê cara li min geriya got”Hemîd ez hêvî dikim tu here, çûna te baştire” min got walle ez naçim û neçûm.
Tekiliyên we bi muxalefeta Sûriyê re çawane?
Başin, peyvendiyên me û wan xweşin. Em wan baş nasdikin. Ez niha serokê komîteya Elanî Dimeşq im (Banga Şamê). Ev wezife hêjî berdewame.
Di nav muxalefeta Sûriyê de, ji bo Rojavayê Kurdistanê daxwaziyek we otonom an jî fîdral heye? Ew bi van daxwaziyên we dizanin?
Helbet dizanin, me bi hev re wesîqeyek çêkiriye. Di wesîqeyê de; Kurd jî şirîkê vî welatî ne û divê heq û hiqûqê wan were parastin. Peyva Ereb dê Ji komara Sûriyê bê avêtin û wekî berê “Komara Sûriyê” dê bimîne û Kurd di rêveberiya dewletê de yê xwedî biryar bin. Li hevkirina me li ser van û çend xalên dinin.
Tê gotin hun zêdetir nêzîkî Yekîtiyê (YNK) ne, ev raste gelo?
Dixwazim vê bêjim, partiya me tu carî neketiye bin bandora siyaseta Yekîtiyê û rêxistinên din. Bi serê xwe fikiriye û bi xwe biryar daye. Wekî niha jî min got em ne dûvê tu kes û partiyanin. Nêzîkatiya me bi tevekê partiyên Kurd re wek heve.
Hun gelekî nêzî Mam Celal in. Ev nasîn û dostaniya we çi demê destpêkir?
Min û Mam Celal li zanîngeha Şamê bi hevre hiqûq xwend û me li wir hev naskir. Ew nasîn heta roja îro dewam kir û tekiliyên me xweşin. Min mehek berê li Silêmaniyê ew dît. Lê mixabin niha ketiye, tendurîstiya wî ne başe. Em nikarin bêjin Mam Celalê berê ye. Hema tenê saxe…
Çûna Pêşmerge ya Kobanê hesteke çawa bû?
Ez bi çûna pêşmergeyan bo Kobanê gelekî kêfxweş û şanazim. Rojeke dîrokî bû. Xwezî PYDê rê li pêşiya pêşmergeyên ENKS’ê jî vekira û yên me jî biçûna. Lê nehiştin herin.
Sebebê nehiştinê çi bû, ji bo çûnê we bi wan re hevdîtin çêkir?
Erê hevalên me yên ENK’Sê bi wan re hevdîtin çêkirin lê destûr nedan. Gotin bila werin tevlî YPGê bibin. Ji xeyrî xwe pê ve tu kesên din qebûlnekirin.
Sebebê ku DAİŞ erîşî kurdan û axa wan dike çi ye? Çima ewrên reş tim li ser banê Kurdistanê ne?
Kes nabêje DAİŞ Beese, ew Bees bi xwe ye û dixwaze Kurdistanê xerabike. Qaşo bi navê Îslamê dike, lê derewan dike û tu eleqa wan bi Îslamê re tuneye. Li Başûrê Kurdistanê ew cihên ku di nav Ereb û kurdan de bûbûn sebebê nakokiyê wekî Şengal, Mûsil, Kerkûk, Celewla, Sadiye û cihên din bistînin û ji Kurdistanê biqetînin. Ev jî gelek balkêş e ku piştî axaftina Barzanî di derbarê serxwebûnê de, DAIŞ’ê berê xwe da Kurd û axa Kurdistanê. Xuyaye efendiyên wan ev wuha xwestine.
Li Sûriyê jî ev tişt kirin, erîşa Kobanê ji bo ku têkiliya Cizîr û Efrîn ji hev qutbikin û wê herêmê bikin Ereb. Heke bikin Ereb jixwe Kurdistan namîne. Êdî Kurd hew dikarin doza welatê xwe bikin, armanca wan ev e. DAİŞ bi hîsab û pîlan erîşî van cihan dike, heke Kobanê bistînin dibê kelemek di nava Cizîr û Efrînê de û ev yek ji bo kurdan gelek xetere. Lê Pêşmerge û şervanên Kurd berxwedaneke mezin dan hem li Başûr û hem jî li Rojava axa xwe bi canfedane parastin û nehiştin têkeve destên DAİŞ’ê. Ez bawer im DAİŞ jî poşman bûye bi erîşkirina ser kurdan.
Cenabê we ev nêzî 60 sal e di nav siyaseta kurdî de ye, hun wekî siyasetmedarekî kurd û xwedî tecrube, qewîtî û şîretên we ji xortan re çine?
Banga min ji xortan re bila qet zilm û zordestiyê qebûlnekin. Dîktatoriyeta tirk û ereban heta ya kurdan xwe bi xwe jî qebûlnekin. Ji bo jiyanek demokratî tevbigerin û bixebitin. Kurdistan ku ne demokratîk be ez bi xwe jî naçim û nabêjim a min e. Hema tenê bêje ez kurd im û tiştekî neke ji bo kurdayetî ev ne bese.Em tev dizanin welat bi bedêlên giran tê avakirin. Divê em tev xwe ji xebatê nedin paş û ji bo azadbûna welatê xwe şev û roj bixebitin û ala xwe jî li cihana navnetewî bihejînin.
Spasiya Basnûçe yê dikim û hêviya min hun bi ser kevin û pêşde herin. (BasNûçe)[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 490 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/- 11-01-2025
Gotarên Girêdayî: 13
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-12-2014 (12 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 11-01-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-01-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 12-01-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 490 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.219 çirke!