Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,255
Wêne
  124,187
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,083
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Sînem Celadet Bedirxan
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya projeya herî mezin a arşîvkirina zanîna (agahiyên) me ye..
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Sînem #Celadet Bedirxan#
Hevpeyvîn: Qadir Egîd

– şerm e, her rojnameyek behsa partiya xwe bike.
– gereke jin dengê xwe bilindtir bikin.
-Em ji Kerkûkê derxistin ji ber em kurd in.
– Cegerxwîn dijminê me ye, Nûridîn zaza bela serê me bû…!
– Konê Reş, Dilawerê Zingî, destnivîsên Mîr nebirine.
– Me ferhenga Mîr firot, û me ji xwe re qesrek pê ava kir.
– CDya hevdîtina Mihemed Uzun bi diya min re her tiştî zelal dike.
– Siyamend Ibrahîm, mirovekî bê edeb e.
*Dayê tu dikarî hindekî ji xwendevanan re li ser kurtejiyana xwe biaxivî?
Dikene û bersivê dide: Guman dikim ku 75 sal ne kurtejiyan e.-
Ez di sala 1938an de li Şamê jidayik bûme. Min dibistana rahibata temam kir, dûv re min du sal parêzerî xwend, paşê ez Ji endezyar û nivîskar Selah Se`dela zewicîm û hatim Iraqê. Di sala 2006an de em hatin Kurdistanê. Em ta sala 1974an li Kerkûkê bûn, seroka yekitiya jinan bûm, ji ber em kurd in, wê salê em ji wir derxistin, piştî têkçûna beyana 11ê Adarê em ji Kerkûkê derxistin, em çûn Bexdayê. Ji sala 80yî min li dibstana Bexdayê waneyên Ferensî û Ingilîzî, û yên Erebî ji bo kesên biyan yên netewên yekbûyî heta sala 1993an didan, ji 1993-1995an ez bûm rêvebira dibstanê, ji 95an de ez karê xwe li malê dikim, rehmetî ferhengek Inglîzî- Kurdî çê dikir, min alîkariya wî dikir. Piştî vê demê em hatin Kurdistanê, min dest bi çapkirina tiştên kevin yên malbatê kir, wek ferhenga bavê min û pirtûkên dî yên kurdî û giramera kurdî û nameya bo Mistefa Kemal. Di sala 2009an de sedsaliya diya min bû, me bîranînek li Hewlêrê jê re lidar xist, niha bo 115 saliya rojnamegeriya kurdî me elbomek derxistiye hemû resmên Bedirxaniyan in. konê Reş behsek bi latînî nivîsîbû, mixabin li cem min nemaye, dektor Şikriyê Resol behsa jinin kurd tê de dike, niha ez li vir im, dixwazim wek ensîklobîdya Bedirxaniyan çêkim, hemû tiştê wan derxim, lê ev karekî mezin e û gelek pere jê re lazim in, divê mirov li dinyayê û li ku derê be bigere û erşîf derxîne. Mixabin gelek Bedirxanî emrê xwedê kirin, em nizanin gorna wan li ku derê ye.
* Dayê, Malbata Bedirxaniyan ji damezrênerên tevger û çanda kurdî yên yekem in ku di sedsaliya bûrî de tên jimartin. Gelo çima vê malbatê derfeta xwe di rêvebiriya deshilata kurdî de negirtiye, ango stêra Bedixanya piştî çûna Celadet vemirî?
Ji ber tu kes pişt wî nema. Lê birayê wî Kamîran Bedirxan di sala 78an de tiştekî gelek mezin li zanîngeha Sorbon li Parîsê çêkir, dest bi dersên Kurdî kir û ta niha berdewam e, ev tiştekî gelek mezin e ku li zanîngeheke cîhanî wek Sorbon ta niha mamoste hene û dersên Kurdî didin. Gelek Firensî li vir dibînim dibêjin me dersên Kurdî ser destê Mîr Kamran xwendiye. Di salên 60î de ji bo pirsa Kurdî çû civata miletan, gelek pirtûk û berhemên wî hene, ferhenga Kurdî -Ferensî çêkiriye. Ew jî gelek tiştên wî hene ji bona holê, ez dibêjim ku ew tişt gereke winda nebin, divê em bikin wek ensîklopîdya ku hemî tiştên Bedirxaniya em deynin tê de.
– Çima?
– Ji ber ku ev dîrok e bo militê Kurd ne ji bo Bedirxaniyan e, da ku milet bizane çi kirine, kî ye, kîjan salê, ew hemî gerek e, da miletê me bizane, mixabin em dîroka Ereban ya Tirkan û ya Firsan dixwînin lê me pirtûkek nîne dîroka me bixwînin.
Yanî ne dîroka Bedirxaniyan e, dîroka Kurdan e, ji ku derê hatin, li ku derê çêbûne, çi qewimiye, çi bûye, erdê wan li ku derê ye, sînorê wan…..
Em cugrafiya Ereban, Tirkan, û Ferensiyan dixwînin, çima me cugrafiya xwe nexwendiye? em bizanin welatê me kîjan in? sînorê me kîjan in? mixabin ew tişt ta niha nebûye balkêş ji kesî re yanî niha li dibistanan
çi dixwînin? dîroka Ereban ya Tirkan ya Farisan ya Sefewiyan û Osmaniyan û Silêman Elqanûnî ya Islamiya û Etaturk e.
– Eger tu karibî ji me re li ser rola mîr Celadet wek şoreşgerekî ne wek rewşenbîrekî biaxivî, wek tê nasîn ew çend ezmûnê wî ji bo şoreşekê Li Bakurê Kurdistanê hebûn?
– Ew bi xwe li ba min gelek agahî li ser vê mijarê tune ne, lê ew bi xwe tiştin wilo hebûn wek têkliyên apê min Kamran bi Mîcer Noêl re, lê ev nabin belgenameyine dîrokî, wek tu dizanî ez mamosta bûm û nabe mirov dîrokê binivîsîne bê awayekî zanyarî.
– Hûn rewşa jina Kurd di vê çerxê de çawa dibînin?
– Baş e, ne xerab e, pêşketî ye, lê belê pêşketinek mezintir jê re divê, dîsan niha jin hene li perlemanê li Kurdistanê, li Bexdayê, belê ez dibêjim gereke dengê xwe bilindtir bikin ji ber em nabihîzin ku li perlemanê yek rabûye giftûgo kiriye û tiştek ji bo jinan xwestiye, ango du-sê jin hene û yên mayî hema rûniştîne. Bila destpê bikin, ne bes bera endamê perleman bin û hew, eger em dixwazin mafê jinê xurtir bibe divê destpêk ji wan be, ew jinên ku li perleman şûna jinan girtine.
– Rewş û rola rojnamegeriya Kurdî bi giştî û li Kurdistana Başûr bi taybet Piştî 115 saliya wê?
Ez dibêjim kêm û kurtî tê de heye, lê belê dîsan baş e, em niha rojnameyan bi zimanê xwe derdixin, xwezî jî ev rojname bibin bi tîpên Latînî ji ber ku ta niha bi tîpên Erebî tên deranîn, lê hêdî hêdî çê dibe û li Kurdistana Rojava rojnamegeriya Kurdî baş e, lê gerek em behsa dîroka xwe bikin, ne behsa yekî dî bikin. her rojnameyek behsa filan û filan ji partiyan dike û di vê zîzokê de digerin, ev şerm e, bi taybetî niha gerek bibin yek ku nebin yek wê sed salê dî jî tiştek bi dest xwe nexin. Ev partî ye û ev nizanim kî ye..! Ev dem ne dema wilo ye, ma em çend milyon in li Rojava? Bera em sê milyon bin. çend partî ne? 32 partî ne û heryek çend endamên wan hene?
Divê em dest ji vê rewşê berdin, heger em bixwazin bi rastî tiştek ji me re çê bibe, zor û sitemkariya ku li me hatiye kirin bi destê rêjîma Ba`s bes e.
– Cemşîdê Celadet Bedirxan çima wisa jiyana wî nenas e, cihê xwe ji navdariyê nedîtiye?
– Ez ê bêjim wî riya xwe bi awayekî dî dîtiyê, riya xwe di warê zanistiyê de çêkiriye, jiyana xwe wisa qedand û wexta emrê Xwedê kir temenê wî
60 sal bû, lê kurê wî niha gerek cihê wî bigre, berî demekê li vir bû û ew li Elmanya pijîşk e.
– Siyamed Ibrahîm hûn tewanbar kirine û gotiye we ferhenga Mîr Celadet Firotiye, bersiva we çi ye?
Di vir de sînem xan gotina min birî û nehişt ez berdewam bikim, bi hêrs ji min re got:
– Tu bi Xwedê bikî behsa vî kesî ji min re neke..
– çima?
– ji ber ez hez nakim ew axiftinên wilo bê edeb, temam. Ez dizanim, min ew dîtiye, û ez dizanim çi gotiye, û ew mirovekî bê isûl û bê edeb e û li ser zimanê min bibêje wî ew mirovek bê edeb e, temam.
– Mixabin wî gotibû we destnivîsên Mîr Celadet firotiye, tu çi dibêjî?
– Bera bibêje, ji ber ew mirovek bê edeb e, dûv re wextê tiştek wilo dibêje, baş e, ka min firotiye kê, ka belgenameyên te?
– Wî gotibû we ferhenga Mîr firotiye..!
– Bi tenazî dibêje: Belê me firotiye, û me ji xwe re qesrek bi pereyên wê ava kir.
– Guman dikim ew ferhenga mamoste Siyamend Ibrahîm behsa wê dike çap bûye?
– Belê çap bû û niha em derkevin jor ez ê nîşanî te bikim, (dikene û serê xwe dihejîne)eger pere bi te re hebin û tu dixwazî tiştekî bikirî, ez ê bifroşim te.
– Ji alîkî dî ve Konê Reş, Dilawerê Zengî û Mihemed Ozon tên tewanbarkirin ku wan jî dest daniye ser pirtûkxaneya Mîr Celadet û weke diziyê Jê dikin.
– Ez li ser vê pirsê jî bersivê nadim ji ber ku(CD) li ba min heye tê de hevdîtina Mihemed Ozon bi diya min re ye û bes..!
– Neviya Bedirxan Paşa hûnê çawa kilîta Birca Belek di dest xwe bixin?
– Temenê min mezin bûye, êdî bila bo xelkên dî bimîne. Baş e, ez di sala 2010an de çûm Cizîrê û ez li wan deveran 4-5 sa`etan geriyam, ew besî min bû.
– Kî ne yên ji hevalên Mîr Celadet û Rewşen tên bîra te, helbet yên navdar, berz û yên ku rola wan ya dîrokî hebû?
– Ew gelek in, ji wan: Mala Haco û zarokên Xwe. Mala Cemîl Paşa, Qedrî Beg û Mihemed Beg, Qedrî Can. Apo Osman, D.Nûridîn Zaza, D.Nafiz Beg D. Nûrî Dêrsimî, min ew dîtine û dan û standin gelek bi wan re hebûn, hevalekî wîyî dî jî hebû li Şamê bi navê Hisên Beg Îbiş.
– Gello navê Mîr celadet bedirxan li Kurdistana azad li hin cih, park, û dezgehine fermî bûye, bi tevayî çi ji bo Mîrê zimanê Kurdî li Kurdistana azad bûye?
– Tiştekî fermî nebûye, bes li Soran dibistanek bi navê ” Celadet Bedir Xan” vekirin, tiştekî din nîne.
– Hûn şoreşa Sûriyayê û rola gelê Kurd û tevgera Kurdê Sûriyayê çawa dixwînin?
– Wî digot yekîtiya kurdan bidin min, ez ê Kurdistanek azad bidim we. ango yekîtî, yekîtî. Ne yekîtiya hizba ” Mam Celal” lê belê yekîtiya kurdan.
– Dema ku hûn berê xwe didin Sûriyayê, li ku dibin mêvan? Mîratê we wek malbat li Sûriyayê heye?
– Dotmamên diya min li Şamê mane. Bavê min û diya min û bapîrê min yê mezin di taxa Kurdan de veşartî ne . wexta ez diçim wê derê diçim ziyareta wan.
– Ser posterê wê nivîsandîye: Yekîtîya Kurdan bidin min ez ê Kurdistanek azad bidim we.
– Hindekî bi cî hatiye, serê sedî pêncî, çimkî hîn sê parçê dî mane, ji bo wilo ez dibêjim serê sedî pêncî. Lê bes e em ala xwe dibînin, bi zimanê xwe xeber didin û dixwînin, ev jî tiştekî gelek giring e.
– Wateya van gotinan li nik te çi ye?
Kurdistan: Jiyan e.-
Azadî: Serbilindayî ye.-
-Cegerxwîn: Dijminê me bû, ji ber wexta em biçûk bûn, Cegerxwîn dihat mala me. Bavê min bang me dikir; werin helbestên wî bixwînin, em biçûk bûn, me dixwest em bilîzin.
Êdî halê me ji ber Cegerxwîn tune bû. Cegerxwîn helbestvanekî gelek mezin e, û neviyê wî niha zavayê me ye, mêrê biraziya min keça Cemşîd e.
-Osman Sebrî: Apo Osman dihat mala me, ferhenga bavê min bi destxetê xwe neqil dikir çimkî bavê min danî bû ser kartona, piştî emrê xwedê kir, Apo Osman her roj dihat mala me dirûnişt destnivîsa wî temam dikir.Niha li cem min heye lê hal nîne ez vekim,
-Nûredîn Zaza: Belaya serê me bû. Min her şiqam jê dixwar ya sitar. Nûridîn hevalê me û birayê me yê mezin bû.
– We gelek zordarî ji dest dewleta Tirkî dît, ya herî mezin çi bû?
– Derxistina me ji welêt, ev ji hemiyan mezintir bû, li her çar perçê welêt belav bûn.
– Gotina dawî ji xwendevan re?
– Wek min ji te re got, ya giring em yek bin û her dem bi zimanê xwe biaxivin ji ber zimanê me nasnameya me ye. Heger em zimanê xwe winda bikin, em ne kurd in û ne tiştek in. hûn gelek bixêr hatin.
*Ev hevpeyvîn di rojnameya Nûdemê de weşiyayî ye.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 193 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://buyerpress.com/- 11-01-2025
Gotarên Girêdayî: 1
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 10-07-2014 (12 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Jînenîgarî, (biyografî)
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 11-01-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-01-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 14-01-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 193 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.375 çirke!