Piştî Ku Ferensa ji Sûriyê Bar Kir.. Çîroka Şewata Gundê Qezerecebê
Luqman Silêman
– Ji Girê Vira Mîcer berê xwe da gundê Hinêwiyê dema ku gundiyan dît va Engilîz ber bi
gund ve hatin dev ji gundê xwe berdan û revîn. Di wê revê de Remoyê Feqe xwest berevaniyê bike lê ew bi guleyê Engilîz hate kuştin (bavê Silo kuro yê stiranvan)
– Di wê demê de mirov dikare bibêje gundê Heyaka wek paytexta Xiristiyanan bû.
– Germobîla
Dêrika HemkoDêrika Hemko û gundewarê wê anîbûn qaqareş kesî ji ber wan nediwêrî bibêje ez musilman im.
– Dema ku navê Germobîla yan eskerê kumsor dihate gotin zilama xwe diveşart.
– Mîcerê Engilîzî berê Eskerî xwe û silahê giran da gundê Qezercebê û gund dorpêç kir lê beriya ku gund dorpêç bikin gelekan ji gundiyan baz dabûn.
Gundê Qezercebê dikeve Rojavayê Dêrika Hemko, lê îro mirov dikare bibêje ku gund û bajar gihane hev.
Çîroka şewata vî gundî wek ku ji min re hatiye gotin ez jî ji xwendevanê Rojnameya Buyerpress re dinvîsim.
Li gor gotina hemwelatiyên deverê, dema ku Ferensa li Sûrî bi cî bû piraniya Xiristiyanên bajarê Dêrika Hemko û yên gundewarên wê destê xwe dane Ferensa û tevlî leşkerê wê bûn. Tê gotin ku di wê demê de Germobîl hebûn û Eskerê komsor jî hebûn û hemû ji Xiristiyanan bûn. Piştî ku Xiristiyanan xwe dan dora Ferinsiyan, ew bûne kom. Bêguman her yek ji wan mebestek wî hebû. Ya Xiristiyaniya da ku tola xwe ji Kurdan hilînin bi wê hêzê xwe radestî Ferinsiyan kirin ji ber ku wan digot fermana ku Tirka di sala 1915an de anî serê wan Kurdan kiriye ji lewma jî dîtin ku hatina Ferensa fersendeke ku ew tola xwe ji Kurdan hilînin û ya Ferensa jî da ku bihtir Xiristiyanan bi wan ve werin girêdan destê wan li deverê berdan. Berjewendiya herdû rexan rastî hev hatin, bê guman wê Kurd wek her car ardûyê van berjewendiyan bin.
Ji xwe di wê demê de wek pêngav piraniya Kurdan perîşan bûn, ji cotkarî, şivantî, û gavantiyê pê ve nedikirin yan tiştek dî ji destê wan dernediket ji pêvî wî karî. Hin xelkê Kurd xwestin dostaniyê bi Ferinsiyan re deyn in, ji xwe ne bi rengê ku Xiristiyanan dikir lê ew jî li ser tiliya dihatin jimartin û piraniya wan ji keya, axa û began bûn, lê ji rexê dî ve Ferinsiyan jî nas dikir ku tiştê Xiristiyanan ji wan re bikin Kurd nakin, ji ber ku Ferinsiyan giringiya Kurdan li herêmê de dizanî ew miletek in, û dozek wan heye lê Xiristiyan kêm netew in û piştgiriya wan Hevsengiya deverê bi wan nayê guhertin lê Kurd dikarin hevsengiya deverê biguharin ji lewma jî Ferensa pişgiriya Xiristiyanan kir û destê wan li deverê berda.Dema ku bi wî rengî Ferensiya, çavê xwe ji kiriyarê Xeristiyanan girt û dan û sitandinê Xirstiyanan yê xwebînî panîk kire dilê Kurdan. Kurd ketin bin nîrê panîkê ji lewma jî her yek di riya xwe re xwest têkiliyên xwe bi Xirstiyaniyan re xweş bike bi renegekî ji renga da ku xwe biparêze. Ji xwe di van pinvagên wisa de miletê bêserî hev nagire, û dibe parîkê hêsan. Xiristiyanan di riya rêgihê re dest bi Regezperistinê kirin û dûv re ber bi wê ranê ve ajotin û Ferensiyan jî Piştpêbestî li wan kir.
Di wê demê de mirov dikare bibêje gundê Heyaka wek paytexta Xiristiyanan bû, û herêma Dêrikê dihate dîtin. Wek Materyalê hene û ji min re hate gotin ku Xiristiyanan di wê demê de pir zilim û zor li Kurdan dikirin, û digotin ev delîveke ku em xwîna xwe li erdê nehêlin û tola xwe ji Kurdan hilînin. Ji ber ku wê demê û heta niha jî Xiristiyanan digotin û dibêjin Fermana Xiristiyanan ya ku di sala 1915an de bi serê wan hatî bi destê Kurdan bû ji lewma wan rayên dijminatî û tolhildana ji Kurdan re, di nav xwe de kûr dikirin û bi çavê dijminatiyê li Kurdan dimeyzandin. Bi bihane û bê bihane dixwestin Kurdan bikujin û zilim û pêstûriyê li Kurdan bikin. Diyar bû ku Ferensiyan ji reftarê wan razîbûn û dixwestin ku her rewşê di nav Kurd û Xeristaniyan de Gumreh bikin da ku temenê wan li deverê misogir bibe. Min hin kesê Ermeniyê wê demê dîtin beriya çend salan hîn ew li ser xwebûn wan jî ji min re nerazîbûnê xwe ji riftarê Xiristiyanan dane xuyakirin. Lê pirs dihate kirin ma gelo mebesta Xiristiyanan di wê demê de çibû? tenê dixwestin tola xwe ji Kurdan hilînin yan dixwestin Kurd ji deverê baz bidin ev ne diyar e!?.
Ji ber ku Ferensa destê wan li deverê berdabû, û ewan jî bi hemî rengî çavsorî li Kurdên perîşan dikirin. Di wê demê de bixwestan kî bikujin yan kî talan bikin yan jina kî jê bistînin dikirin û kesî ne diwêrî bêje ev çi ye!? Û bi sedan tiştê wisa kirêt di mafê Kurdan de dikirn. Ciyê ku bixwesta ji xwe re ava dikirin bê ku kes ji wan re bêje ev çi ye?. Kurdan bi hemî rengê xwe ji Xiristiyanan diparastin lê cardî jî ji zilim û pêstûriya wan xelas nedibûn. gund ji xwe re ava dikirn kesî nedigo ev çi ye. Eşkere digotin em ê tola xwe ji Kurda hilînin lê Ferensiyan ew deng nedibire xwe û destê wan digirt û çavê xwe ji kiryarê wan li dijî Kurda digirt.
Germobîla Dêrika Hemko û gundewarê wê anîbûn qaqareş kesî ji ber wan nediwêrî bibêje ez musilman im (wek ku tê gotin). Dema ku navê Germobîla yan eskerê kumsor dihate gotin zilama xwe diveşart.
Di nav Kurd û Xiristiyanan de pir nexweşbû, Xiristiyan Ferensa li pişta wan bû, û Kurd bê pişt bûn wek hercar û herdem Kurd bê pişt in û bê xwedî bûn vê zikreşiyê û nexweşiyê dom kir ta sala 1947an heta ku Ferensa ji Sûrî bar kir.
Dema ku Ferensa bar kir pênsed ji wan Germobîl û eskerê kumsor yên ku bihtir ji her kesî zilm û zor li xelkê devera Dêrika Hemko dikirn bi Ferensiyan re çûne Libnanê, xwestin ji wir jî herin Ferensa!. Pêştî ku Ferensî çûn devera Dêrikê ma bê Hikumet û êşa sal, serî rakir û kuştinê destpê kir kîna sala derkete meydanê ew ê ku Xiristiyanan zilm û zor li wan dikirin wan jî xwest tola xwe ji wan hilînin. li gor govanê wê demê ku ji min re hatiye gotin serî bûbû bi pîvazekê!.
Mitran Qiriyaqos mitranê Xiristiyanan bû, mala wî li Hesekê bû, û Keşe Efrêm mala wî li Dêrika Hemko bû. Gotina van li cem Xiristiyanan nedibû dido û bêyî wan tiştek nediçû serî dema ku van herdûyan dît rewş ber bi xirabûnê ve diçe berê xwe dane Libnanê çûn ji wan pênsed kesê ku ji Dêrikê çûbûn Libnanê û dixwestin herin Ferensa re gotin we xwe xilas kir hûn li pey pariya nanê xwe û jiyaneke aram ketin û we em hiştin ji kuştinê re li ber destê Musilmanan, ma hûn nizanin wê firmanek dî li serê me rakin heger hûn venegerin wê me hemiya bikujin. Ji ber ku herdû kes di nav civaka Xiristiyanan de xwedî şan bûn û gotina wan ne dibû dido her pênsed ji Libnan vegeran hatin. Di wê demê de piraniya Xiristiyanan dev ji gunda berdan, nexasim yê gundê Heyaka kes nema tev çûne Dêrika Hemko. Dema ku ew ji gunda çûn xelkê wan gunda malê wan talan kirin, nexasim Erebê wan gundê li dora Rimêlan û bi taybet Erebê ku bi Mîzerê Medlol ve girêdayî bûn, berê xwe dane gundê ku Xiristiyanan jê bar kirn, malê wan ji xwe re anîn.
Roj bi roj di nav Xiristiyanan û xelkê wê devrê de rewş ber bi nexweşiyê ve çû.
Zilamek hebû jê re digotin Hemîd Axa li Dêrika Hemko li ber deboya çekan bû, di dema Ferensiyan de û dema ku Ferensî ji deverê çûn ew çek hemî hiştin di deboyê de di bin destê Hemîdê axê de(sîlah). Li vir Kurdan xwest destê xwe deynin ser wan çekan û Xiristiyanan xwest destê xwe deynin ser. Tiştê ku Ferensiyan li şûn xwe hiştine, Xiristiyanan û Kurdan êrîş berdane ser deboyê. Hemîd Axa ji herdûyan re got: Hûn bi ya min bikin ez ê van çekê di mexzenê de li we par bikim yek bi yekî çêtir ku hûn li ser bi hev bikevin, Hemîd nexwest şer di nav Kurdan û Xiristiyanan de derkeve!
Herdûyan jî ji Hemîd Axa re gotin baş e!..
Hemîd Axa destpê kir yek parçek da Xiristiyanan û yek da Kurdan lê piştî ku Hemîd Axa çend parçe çek dane wan. Xiristiyanan Hemîd Axa kuştin û dest danîn ser deboya çek û rextên mayî, û hemî ji xwe re birin!!? Li vir em çi dikarin bibêjin, yan hîn Kurd ji wê tirsa Xiristiyanan azad nebibûn û yan nexwest kuştin çêbibe. Dema ku Xiristiyanan ev yek kir di nav Xiristiyanan û Kurdan de pir nexweşbû li Dêrika Hemko û li derdorê Dêrikê serî hate pîvazekê kesê ku sûda wan ji wê rewşê hebû ew agirê di bin tifikê de bihtir li hev xistin û agir gur kirin.
Mitran û Keşê zanîn ku rewş ber bi wêranê ve diçe ji lewma xwestin dengê xwe bighînin Engilîzan ji ber ku di wê demê de hîn Engilîz li Iraqê bûn.
Wê çaxê Melek Yaqo bavê Melek Zeya yê ku beriya çend sala berbijêrê perlemanê Sûrî bû ewRawêşkarê Mîcer bi xwe efserê Engilîzî bû li Tilkoçer heyîn û neyî di destê wî de bû. Mitran Qiriyaqos û Keşe Efrêm çûne cem Melek Yaqo û jê re gotin heger tu tiştekî ji me re neke wê cardî Kurd fermana me rakin? Melek Yaqo mijar baş li hev hûnand û herdû jî bi xwe re birin çûn cem Mîcerê Engilîzî jê re gotin tu newê me xilas neke wê Musilman me qir bikin wê Fermana me rakin. Herdûyan ji Mîcer re gotin biveka mezin ji gundê Qezercebû ye û hin gundên din jî hene lê ew ne bivekin bi qasî xelkê Qezercebê!!.
Mîcer ji wan dipirse çima Qezerceb wisa ye ma kî lê heye û çi lê dibe?
Keşe Efrêm jê re got: Şêx Birahîmê Şêxê Dîn û Şêx Ebdile gundê Qezercebê ji xwe re kirine bingih û tê de xelkê fêrî dijîtiya ola Îsa dikin û kîn û dilreşiya di dilê xelkê de diçînin da ku dema bixwazin ji me xelas bibin milet li pey wan rabe. Herdûyan Mîcer kirin di dîmenekî de ku di van çend rojên bên de wê fermana Xiristiyanan li deverê dest pê bike. Gundê ku dixwestin wan bikin sosret ji deverê de navê wan dane Mîcer.
Mîcer ji wan re got: De hûn herin sibê ez têm.
Herdû ji xwe vegeran, roja dî Mîcerê Engilîzî Eskerê xwe anî pêşî bajarokê Dêrika Hemko dorpêç kir. Wek me got: wê çaxê Şêx Birahîmê Şêxê Dîn û Şêx Ebdile li gundê Qezercebê bûn. Di wê demê de gundê Qezercebê bi hejmar sê sed mal tê de hebûn. Xuya dike hebûna herdû Şêxan di gundê Qezercebê de giring bû ji Xiristiyanan re. Ji lewma Melek Yaqo û keşe Efrêm ji Mîcerê Engilîzî re gotin heger tu çavê wan bişkînî gerek tu ji gundê Qezercebê destpê bike, ji ber nexweşiya me ji gundê Qezercebê ye çimkî du Şêx tê de ne ew Musilmana li me har dikin û dixwazin ku fermanek dî bi ser me de bînin!
Mîcerê Engilîzî berê Eskerî xwe û silahê giran da gundê Qezercebê û gund dorpêç kir lê beriya ku gund dorpêç bikin gelekan ji gundiyan baz dabûn. wê çaxê muxtarê gund Mistê Xencer bû. Yê ku di gund de man xwestin berevaniya gundê xwe bikin û li dijî êrîşkera şer bikin lê dema ku gundiyan çav li Engilîz kirin çawe bi çekê xwe yê giran ve tên, fam kirin ku wan barê Engilîz nîne ji lewma xwestin dev ji gundê xwe berdin. gundiyan baz da di bazdanê de çar mirov hatin kuştin yek ji wan bavê Osmanê Dibêsa û Qasimê Dibêsa bû û sê kes jî birîndar bûn!!. Çaxê ku xelkê gund revîn pê re negihan ku tiştekî ji malê xwe bi xwe re bibin ji cilê berbedena xwe pê ve tenê mala Yusivê Silo sewalê xwe birin û çûne serxetê wekî dî gund tevlî tiştê gundiyan û sewalê wan hemî hatin şewitandin. Ji Qezercebê Engilîz berê xwe dane gundê Girê Vira ew jî şewitandin û zilamek li wir jî hate kuştin navê wî Sofî Ebdile bû ew kulek bû nikarîbû xwe xilas bike kete ber guleyên êrîşkeran de. Ji Girê Vira Mîcer berê xwe da gundê Hinêwiyê dema ku gundiyan dît va Engilîz ber bi gund ve hatin dev ji gundê xwe berdan û revîn. Di wê revê de Remoyê Feqe xwest berevaniyê bike lê ew bi guleyê Engilîz hate kuştin (bavê Silo kuro yê stiranvan)stiranvanê meyî bi nav û deng. ji wir Mîcer berê xwe da gundê Girê Reş lê xelkê gund çûne pêşiya wî û paçikê sipî jê re hildan dema ku Mîcer dî va gundiyan paçikê sipî hildane wî jî dev ji wan berda û gund ne şewitand. Lê xelkê wan gunda bi destê zarokê xwe girtin û berê xwe dane sînorê serxetê lê Cendirmê Tirka jî hatin li ser sînor beramberî wan sekinîn da ku nehêlin kes derbasî Serxetê bibe. Xelkê ku ji gundê xwe bazdayîn sê roja li ber sînorê Serxetê li wê çolê man. Ewqas xelk man di nav du agiran de ji rexekî Engilîz e û li rexê dî jî Tirk in, ew xelk ketin derûniyek nayê pesindan.
Gundê ku Mîcer gotibû ez ê wan bişewtînim û ne şewitandin ev bûn.
Girzerk
Kanî Pehin
Gerdemî
Bacrîq
Girê reş
Ji xwe Qezerceb û Girê vira şewitandin
Wê çaxê mala bapîrê min bavê diya min li gundê Gerdemiyê bûn wan jî baz da çûbûn ser sînorê Tirkî diya min wê çaxê zarobû û gelek cara çîroka xwe ya ku weka xewnekî mabû di mejiyê wê de ji me re digot: çawe me ji malê baz da û çi hate serê xelkê wan gundan.
Ji navê Efserê Germobî û eskerê kum sor li gor gotinê xelkê wê demê yek jê Sercan Bihnan bû û yê dî navê wî Tûma..!
[1]