‘
Komara KurdistanêKomara Kurdistanê wek yekemîn ezmûna gelê Kurd e’
Ayşa Silêman/ Qamişlo
Komara kurdistan di 22’yê Çileya 1946’an de li Meydana Çarçira ya bajarê
MihabadMihabad a Rojhilatê Kurdistanê hat ragihandin. Komara Kurdistan li ser bingehê Komeleya Jîkaf ji aliyê Hizba Demokrata Kurdistan û bi rêbertiya Qazî Mihemed li Mihabadê hat damezrandin.
Qazî Mihemed wek serokkomarê Komara Kurdistan sûnda yasayî xwar, bajarê Mihabad bû paytexta komarê. Rûberê xaka komarê ji sedî 30’yê Rojhilatê Kurdistanê digirt nava xwe. Her çiqas temenê komarê gelek kurt bû, lê xebat û têkoşîneke mezin ji bo azadiya gelê kurd hat kirin û heta niha jî bi heman armancê têkoşîna kurdan berdewam dike.
Damezrandina Komara Kurdistan
Bi Şerê Cîhanê yê Duyemîn re Sovyetê û Brîtanyayê Îran dagir kirin, valatî di desthilatdariya Îranê de çêbû. Şah Riza Pehlewî ji ber zextên zêde yên Brîtanyayê neçar ma di Îlona 1941’an de dest ji kar berde û Îranê terk bike. Piştî wê desthilatdarî ket destê kurê wî Mihemed Şah Riza, Îran ji aliyê Sovyet û Brîtanyayê ve hat dagirkirin, desthilatdariya hikumeta navendî li ser herêmên Rojavayê Îranê kêm bû. Di heman demê de Sovyetê jî piştgiriya xwe ji bo gelên bindest nîşan da. Vê yekê derfet da gelên kurd û azerî ku mafên xwe bi dest bixin. Di vê çarçoveyê de li bajarê Mihabadê Komara Kurdistanê û li bajarê Tebrîzê jî Komara Azerbîcanê hatin avakirin. Di 16’ê Tebaxa 1942’yan de Komeleya Jiyaneweyî Kurdistanê ji aliyê komek rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ên wekî; Hiseyîn Firuher, Ebdulrehman Zebîhî, Ebdulrehman Îmamî, Ebdulqadir Muderîs, Necmedîn Tewhîdî, Mihemed Nanewezade, Elî Mihemedî, Mihemed Eshabî, Ebdulrehman Kiyanî, Sedîq Heyderî û Qasim Qadirî ve hat damezrandin, kurtenavê komeleyê jî wekî (JK) hat diyarkirin.
Komara Kurdistanê hat ragihandin
Piştî 2 salan sê rêveberên komeleyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin girtin. Li ser vê yekê rêveberên din ên komeleyê bi Qazî Mihemed ku kesayetekî navdar ê Mihabadê bû re pêwendî çêkir û xwestin tevlî komeleyê bibin. Qazî Mihemed di encama van peywendiyan de tevlî komeleyê bû û sala 1945’an li gel çend kesayetên din çû paytexta Azerbaycanê Bakû. Li wê derê hevdîtin li gel Serokwezîrê Azerbîcanê Cehfer Baqruv kirin, daxwaza piştgirî û alîkariya Sovyetê ji bo damezrandina Komara Kurdistanê kirin. Piştî şande ji Bakû vegeriya, Rêxistina JK’ê navê xwe weke Hizba Demokrata Kurdistan guhert û yekem kongreya xwe di Cotmeha 1945’an de lidar xist. Di vê demê de Îranê jî lawaz bû û hêzên wê ji hinek herêman derketbûn. Her wiha Sovyetê jî piştgirî da Qazî Mihemed, bi vî rengî di 10’ê Çileya 1945’an de Hizba Demokrat a Azerbîcanê bi serokatiya Cehfer Pîşewerî li Tebrîzê Komara Azerbîcanê ragihand. Piştî 5 rojan bi heman awayî hêzên artêşa Îranê ji Mihabadê hatin derxistin û di roja 22’yê Çileya 1946’an de Komara Kurdistan li Mihabadê hat ragihandin. Komara Kurdistan û Komara Azerbîcan di nava pêwendiyên xurt de bûn.
Biryarên Komarê
Biryarên sereke yên têkildarî komarê hatin qebûlkirin wiha ne:
-Zimanê kurdî dê bibe zimanê ragihandin, xwendin û rêveberiyê.
-Ji bo karên dewletê û mijarên civakî lêkolîn û çavdêrî bike, meclis hat avakirin.
-Endamên meclisê ji nava gelê herêmê hatin hilbijartin.
-Yekîtî û biratiya bi gelê Azerbîcanê re hat xurtkirin.
-Ji bo kesên karker û rayedaran yasayek wekheviyê hat derxistin.
Destkeftiyên komarê
Di çend mehan de gelek kovar û rojname derketin wek; Kurdistan, Helale, Girûgalî Minalan û dîwana helbestên weke Wefayî jî hatin çapkirin û belavkirin. Girîngtirîn destkeftiyên komara Mehbadê ew bû ku li pey têkçûna serhildana Simkoyê Şikakî kurdan xebata xwe ya siyasî derbasî pêvajoyeke nû kirin. Yanî di nava dilê sîstmeke desthilatdarî de komarek wiha hatibû damezirandin. Hestên neteweyî ji nû ve bişkivîn û hêviyên mezin hatin afirandin. Di warê ragihandin û rojnamegeriyê de heya serdema komara Kurdistanê geştirîn çax tê hesibandin ku pêre helbestvanên neteweyî wekî; Hêmin, Hejar, Heqîqî û nivîskarên wekî Qizilcî û Zebîhî û hunermendên mîna Mihemed Mamlê di civaka kurdan de ruhekî nû dan qada jiyana kurdan. Di qada siyasî de jî êdî li Îranê pirsgirêka Kurdî bû faktorek dîrokî ku heya roja îro jî nehatiye çareser kirin.
Lihevkirina Sovyet û hikûmeta Îranê
Dema Komara Kurdistanê sazûmaniya xwe bi cih dikir û gavên girîng diavêt, di siyaseta herêmê de jî guhertin çêdibûn. Di 26’ê Adara 1946’an de hêzên Rojavayî û bi taybetî jî Amerîka zext li Îranê kirin ku Sovyet ji Bakurê Îranê derkeve. Di encama van zextan de Sovyetê û Îranê li hev kirin û hêzên Sovyetê ji Bakurê Îranê derketin. Sovyeta li ser fikra sosyalîzmê hat avakirin û alîkariya gelên bindest dikir da ku bigihêjin azadiya xwe û xwe bi xwe rê ve bibin, destek dida gelên li Başûrê sînorên Sovyetê. Lê belê ev pîvan ji bo kurdan û gelê Azerî hatin binpêkirin. Piştî hêzên Sovyetê di Pûşbera 1946’an de vekişiyan, hêzên Îranê li ser Komara Azerbaycanê dest bi êrîşan kir. Ev yek bû sedem ku peywendiya Komara Kurdistan bi Sovyetê re qut bibe, Komara Kurdistan di aliyê aborî û leşkerî de nekarî êdî alîkariyê bistîne.
Xiyaneta navxweyî
Li aliyê din, Komara Kurdistanê hewldida yekîtiya kurdan avabike û dixwest eşîrên din ên Kurd tevlî Komarê bibin, lê nikarî vê piştgiriyê ji eşîrên Kurd wergire. Komarê nikarî sînorên xwe ji derdora Mihabadê zêdetir berfireh bike. Lewma wekî Komara Mihabad jî hat binavkirin. Dema Sovyetê Komar bi tenê hişt, di aliyê aborî, berheman de gelek zehmetî hatin kişandin. Eşîrên destpêkê ku bi komarê re bûn, êdî wan jî piştgiriya Qazî Mihemed nekirin û gelek ji wan eşîran Qazî Mihemed bi tenê hiştin.
Komara Kurdistanê hat hilweşandin
Li gel van geşedanan, artêşa Îranê jî êrişî komarê kir, di 17’ê Berfanbara 1946’an de artêşa Îranê xwe gihand navenda bajarê Mihabadê ku paytexta komarê bû. Hinek serokeşîr ji herêmê reviyan, lê Qazî Mihemed û hevalên xwe heta dawiyê berxwedan nîşandan. Lê belê li gorî hinek çavkaniyan Qazî Mihemed ji bo rê li komkujiya gel bigire, xwe radestî hêzên Îranê kir. Piştî wê di 31’ê Adara 1947’an de Qazî Mihemed û hevalên wî li Meydana Çarçira ya Mihabadê hatin darvekirin. Rêber Abdullah Ocalan Komara Kurdistanê wek yekemîn ezmûna gelê Kurd pênase dike û dibêje: “Qazî Mihemed xwedî karekterekî demokratîk û welatparêz bû. Tu carî xwe li ser gel ferz nedikir, ev cara yekem bû ku di nava kurdan de helwestek wiha derkeve. Divê ev komar bi tu awayî biçûk neyê dîtin, ji ber ku ew dîrok û şerefa me ye.”
[1]