Parêzerên Cizîrê: Cezakirina dagirkeriya Tirk li ser erêkirineke navnetewî dimîne
Hemza Sêvo/ Qamişlo
Parêzerên kantona Cizîrê destnîşan kirin ku êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Bendava Tişrîn, Qereqozaqê û herêmê bi giştî sûcekî dijmirovî ye. Herwiha parêzeran tekez kirin ku cezakirina dewleta Tirk û çeteyên girkêdayî wê li ser erêkirina hêzên navnetewî dimîne.
Tevî ku di 8’ê Berfanbara sala 2024’an de rejîma Baas têkçûye lê dewleta Tirk bi rêya çeteyên xwe hîn jî êrişî Bendava Tişrîn, Pireya Qerqozaq, gundewarên Til Temir û herêmên din dike. Êrişên dewleta Tirk ne encama rewş û bûyerên dawî ne, ji destpêka şoreşa Rojava ve, dagirkeriya Tirk gelên herêmê, erdnîgariya wê û projeya wê ya demokratîk xistiye hedef. Ev zêdeyî mehek û nîvê ye ku êriş li ser van herêman didome. Li hemberî wê jî berxwedaniyeke dîrokî ji hêla şervanên YPJ, YPG û QSD’ê ve bi piştevaniya hemû pêkhateyan tê kirin. Dewleta Tirk bi van êrişên xwe kesên sivîl li ser Bendava Tişrînê, Minbic, Tilrfeet û Ênîsa pêk tîne, di encamê de jî komkujiyan derheqê gelan de dike.
Derbarê binpêkirinên ku dewleta Tirk li ser gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, parêzerên herêma Cizîrê ji rojnameya me re axivîn.
‘Dosiyayên binpêkirinên dagirkeriya Tirk ji aliyên eleqedar re tên şandin’
Parêzer Xalid Umer destnîşan kir ku ew êrişên dagirkeriya Tirk bi belge dikin û ji aliyên eleqedar re dişînin û wiha domand: “Êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet ên dawîn ku hîna didomin li ser Bindava Tişrîn, Pira Qereqozaqê, Ênîsa û hwd… bêsedem tên kirin. Dewleta Tirk bi awayekî tundrew dûrî zagonên navnetewî êrişan pêk tîne û sûcên dijmirovî di derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dike. Em van êrişan weke sûcên şer bi nav dikin. Herwiha li gorî zagonên navdewletî ev binpêkirin dikevin lîsteya pêkanîna komkujiyan û sûcên dijmirovî. Ev êriş û yên beriya wê jî hemû hatine belgekirin, em ji hêla xwe ve raporên ji bo cezakirina dagirkeriya Tikr û çeteyên girêdayî wê ji saziyên eleqedar ên cîhanî re dişînin. Niha jî tê gotin ku wê doza cezakirina dagirkeriyê li dadgehên Belcîkî bê kirin, ev mijar jî li ser erêkirineke navnetewî dimîne.”
‘Wê rojek were ku sûcdar bên cezakirin’
Parêzer Idrîs Îso da zanîn ku wê rojek were ku tê de sûcdarên şer li dadgehên navnetewî bên cezakirin û wiha got: “Ev nêzî mehek û nîvê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rengekî tundî didomînin. Bi taybet li Bendava Tişrînê ev êrişên giran ji hêla dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê ve tên kirin. Di serî de dagirkeriya Tirk sivîlan dixe hedef û di encamê de bi dihan kes şehîd xistine. Ev êrişên ku tên kirin jî dikevin bin siya binpêkirina zagonên cîhanî û zagonên mafê mirovan. Herwiha ev binpêkirin sûcên şer in û pêwîste sûckarên wê li dadgehên navnetewî bên cezakirin. Lê dewletên ku dikarin bi riya Meclisa Ewlehiya cîhanî re dozên binpêkirinan li ser asta dadgehên cîhan vekin, bêdeng in û ev yek jî cihê mixabîniyê ye. Sedem jî berjewendiyên van dewletan ên leşkerî û aborî ne. Lê em dibêjin ku zagon dimînin zagon û maf dimîne maf. Lewma jî wê rojek were ku ev kesên sûncên şer dikin, li dadgehên navdewletî werin cezakirin. Li hêleke din jî pêwîste gelên Sûriyê bi giştî piştgiriya hêza xwe QSD’ê bikin û bibin destek li pêşiya planên dagikeriyê”
[1]