Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,198
Wêne
  124,176
Pirtûk PDF
  22,100
Faylên peywendîdar
  126,067
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
‘Civîna Ebdî û Barzanî gaveke dîrokî û pîroz bû’
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Kurdîpêdiya derfetên (mafê gihandina agahiyên giştî) ji bo her mirovekî kurd vedike!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
‘Civîna Ebdî û Barzanî gaveke dîrokî û pîroz bû’
Kurtelêkolîn

‘Civîna Ebdî û Barzanî gaveke dîrokî û pîroz bû’
Kurtelêkolîn

‘Civîna Ebdî û #Barzanî# gaveke dîrokî û pîroz bû’
Hemza Sêvo/ Qamişlo

Sekreterê Partiya Demokratî Kurd li Suriye (Partî) Nisreddîn Îbrahîm da zanîn ku civîna fermandarê Giştî yê QSD’ê #Mezlûm Ebdî# û serokê PDK’ê Mesûd Barzanî gaveke dîrokî û pîroz bû. Herwiha Îbrahîm bang li hemû partiyên siyasî kir ku tevlî kongreya netewî-kurdî bibin.
Di 16’ê vê mehê de fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û serokê PDK’ê Mesûd Berzanî li Başûrê Kurdistanê civînek li dar xistin.
Mijara yekrêziya kurdî di civînê de yek ji xalên sereke bû, girêdayî heman mijarê jî sekreterê Partiya Demokratî Kurd li Suriye (Partî) Nisreddîn Îbrahîm bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Hûn civîna ku di navbera Mezlûm Ebdî û Mesûd Berzanî de çêbû çawa dinirxînin?
Bê guman hevdîtina serok Barzanî û cenêral Mezlûm Kobanê gaveke pîroz û dîrokî bû. Wekî em dizanin Mezlûm Ebdî bi vexwenidineke fermî ji hêla serok Barzanî ve çû Hewlêrê û li Selahedîn civîna wan hat lidarxistin. Di wê civînê de hin mijarên serek hatin nîqaşkirin. Di serî de yekbûyîna mala kurdî, têkiliyên herdu aliyan, rewşa Sûriyê û rêveberiya HTŞ’ê bû. Bi taybet mijara herî girîng a ku herdu serkirdeyên kurd yekrêziya kurdî li Rojavayê Kurdistanê bû. Ev hemû mijar jî bi berfirehî hatin guftûgokirin û li ser xalên qalind hatin erêkirin. Rojhilata Navîn, Sûriyê û tevahiya Kurdistanê di qonaxên nû re derbas dibe. Guhertinên siyasî yên mezin li Sûriyê, Lubnan, Xeze, Îraq, Yemen û Îranê çêbûn. Di vê rewşa ku Rojhilata navîn û Kurdiatan tê re derbas dibe kurd û tevgerên kurdî hewcedarî yekîtiyeke netewî ne. Herwiha gelê kurd hewcedar e ku li ser asta Kurdistanê û her parçeyekî kongreyeke netewî li dar bixe. Lewma jî di vê rewşa hestiyar de civîna ku di navbera Mezlûm Kombanê û Mesûd Barzanî de çêbû gelekî girîng bû.
Gelê kurd li benda yekrêziya hemû aliyên kurdî ye, çiqasî hûn geşbîn in ku hevrêziya kurdî pêk were û eger pêk neyê dê çi bibe?
Ev dema ku em tê de ne, qonaxa hebûn û tunebûnê ye. Gef û tehdîdên dewleta Tirk ên mezin li ser me hene. Divê nakokiyên berê di rewşa hestiyar de neyên ser maseya diyalogê. Çi tişa hebe biçûk be an jî mezin be, bi diyalogê wê bên çareserkirin. Em niha di yek kolanê û yek xendeqê de ne. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze ku herêmên me mîna Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Til Rifeetê dagir bike. Erdogan eşkere dibêje em ê kurdan û çekên wan bisipêrin axê. Piştî ew rûniştina pîroz a ku di navbera QSD’ê û PDK’ê de çêbû, kêfxweşiyek di dilê miletê kurd de çêbû. Hêviya me gelekî mezin e ku hevrêzî çêbibe û ew ê pêk were jî. Bi sedema vê civînê gelê kurd li tevahiya bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê şahiyên mezin li dar xistin. Ev civîn jî wê bandoreke mezin bi erênî li nêzîkbûna aliyên kurdî bike. Di heman demê de ew ê tu aliyên siyasî nikaribe xwe ji lihevkirinê bide hêleke dûr. Ji ber vê yekê banga me ew e ku em li pişta hêza xwe bisekinin, ev hêza ku li Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê berevaniya axa Rojava dike. Herwiha em yekrêziyeke kurdî ava bikin ji bo ku em bibin yekdeng û yekreng.
Di vê rewşa ku gelê kurd tê re derbas dibe û piştî hevdîtina Ebdî û Barzanî, pêwîste gavên çawa bên avêtin ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî?
Heta niha hûrguliyên kar û xebatê nehatine diyarkirin, lê di dema pêş de pêwîste gavên cidî bên avêtin. Di serî de danûstandinên PYNK û ENKS’ê yên di sala 2020’an de rawestiyan, dîsa werin destpêkirin. Di heman demê de kongreyeke netewî-kurdî li dar bikeve. Herwiha şandeyeke hevbeş bê çêkirin weke nûnera gelê kurd ji bo ku diyalogê bi hikumeta demkî û hemû aliyên siyasî yên hundirîn û derveyîn re bike. Bi destpêşxeriya PYNK’ê amadekariyên lidarxistina kongreyeke netewî hatine kirin. Komîteyeke amadekar ji tevahiya partiyê siyasî ji bilî ENKS’ê, gelek nivîskar, rewşenbîr çalakvanên sivîl û hwd… li ser asta Rojava cihê xwe di vê komîteyê de girtine. Ji 5’ê vê mehê ve me bi riya şandeke xwe têkilî bi ENKS’ê re kiriye ku wê vexwînin ji bo tevlî vê kongreyê bibin û heta roja îro jî em li benda wan in. Em di wê hêviyê de ne ku wê ENKS’ê û hemû aliyên siyasî di kongreya netewî ya Rojavayê Kurdistanê amade bibin. Armanca me ji kongreya ku were lidarxistin jî ew e ku em yekrêziyeke kurdî pêk bînin û mîsaqekê ji bo maf û daxwazên gelê kurd li Sûriyê binivîsînin. Ya duyem jî ji vê kongreyê şandeke hevbeş ji bo nûnertiya gelê kurd were avakirin. [1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 589 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 24-01-2025
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 19-01-2025 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 24-01-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 25-01-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 28-06-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 589 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.203 çirke!