‘Ger dijmin difikire axa me dagir bike, em ê vê axê jê re bikin goristan’
Birûc Resûl/Qamişlo
Endama Konseya leşkerî Destîna Heleb diyar kir ku şervanên YPJ`ê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di eniyên herî pêş de cihê xwe digirin û derbên giran li dagirkeriya Tirk dixin û got: “Peyama me jî ew e ku ya me xelas bike, parastin, rêxistinkirin û têkoşîn e.”
Di 27’ê Mijdara 2024’an de #Sûriye# bi giştî ket qonaxeke nû ya êrişan. Piştî ruxandina desthilatdariya Şamê, di warê siyasî û diplomasî de ket pêvajoyeke nû. Pê re êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî berfireh li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûn. Piştî dagirkirina Şehba, Til Rifet û Minbicê, niha jî dixwazin Bendava Tişrînê û Qereqozaqê derbas bikin û xwe bigihînin Kobanê. Li vir berxwedaniyeke bêhempa tê nîşandan û destan tên nivîsandin. Şervanên YPJ, YPG û QSD`ê çalakiyên xurt li dijî dagirkeriyê û çeteyan pêk tînin. Her wiha heya roja îro ev berxwedaniya dîrokî didome.
Di derbarê berxwedanî û têkoşîna hêzên YPJ`ê ku niha li bendava Tişrîn û Qereqozaqê didin meşandin, Endama Konseya leşkerî Destîna Heleb ji Rojnemeya me re axivî.
Destîna Heheb di destpêka axaftina xwe de balkişand ser berxwedanî û têkoşîna YPJ`ê di bendava Tişrîn û Qereqozaqê û wiha got: “Ev 13`e sal in ku Hêzên Yekîniyên Parastina Jin YPJ`e têkoşînekî bêhempa dide meşandin, her kes di cîhanê de dît û dizanin ku YPJ`ê çawa li hemberî çeteyên DAIŞ`ê şer kir û jin ji hovîtiya wan rizgarkirin. Wek tê zanîn ku niha li bendava Tişrîn û Qereqozaqê berxwedaniyekî dîrokî tê meşandin, tenê ji bo ku em xwe bigihînin xeta azadiyê û serkeftinên hîn mezitir, em berdêlên wê xwîn didin, dema ku li cihekî xwîn were rijandin ne mumkine ku ew cih newe rizgar kirin. Her wiha dagirkeriya Tirk, çete û hevkarên wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike armanc û naxwaze ku jiyanekî demokirat û azad bijîn û bi taybet jinê dike hedefa xwe, ji ber ku jiyana demokirat û azad ji bona xwe xeteriyeke mezin dibîne. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi riya van êrişên hovane dixwazin jiyana li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin metirsiyê de û aramî lê tune bikin, bê guman em jî dibêjin ku pilanên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê vala derkeve û xeyalên wan yên ku dixwazin kurdan tune bikin wê bi tu carî pêk neyê û kes nikare me tunebike, belê em her roj ji nû ve zindî dibin. Dewleta Tirk û çeteyên wê her ku êrişên xwe dewam bike, her wê bersifên giran ji wan re were dayin, em ne hêzekî ku bê bersiv bimînin, dema ku hevalekî me şehîd dikeve, ewqas kîn û nifreta me zêdetir dibe ku niha li bêndava Tişrînê û Qereqozaqê bersivên pir giran em didin û bi sedan leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.”
‘Wê ev berxwedaniya me ji bo pêşerojê bibe destan’
Destîna di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker tevî teknîka pêşketî ya ku li hemberî me bi awayekî dijwar bikar tîne jî, em bê dudilî bi ser dijmin de diçin. Ji ber ku ezmûnên me yên salan hene. Ev 13`e sal in ku em li hemberî komên çete şer dikin, em îro jî bi baweriyeke hîn mezintir li bendava Tişrînê û Qereqozaqê liberxwe didin. Ger dijmin difikire axa me dagir bike, emê vê axê jê re bikin goristan. Her wiha sozek me ji bo vî gelî heye, emê tola zarokên bêguneh û gelê xwe hildin. Wê ev berxwedaniya me ji bo pêşerojê bibe destan. Bê guman di sekna jina azad de wê jiyana mirovahiyê misoger bibe û mafê her pêkhateyî were parastin. Armanca êrişên ku niha li ser bendava Qereqozaqê pêk tên, tunekirina îrade û hêza jinan a birêxistinkirî ye. Şerê ku niha tê meşandin, şerê mirovahî û şerê parastinê ye. Ger ku em daxwaza jiyanek azad û bi rûmet dikin, îro erka her jinekî ye ku parastinê esas bigirin dest. Ji bo parastina deskeftiyên şoreşa jin rojane hevalên me tên cane xwe feda dikin. Di kêliya ku tê de dibêjin Sûriya nû de, ev tê wateya ku şerekî hişmendiya tûndrew û qirêj li ser jinan tê meşandin.”
‘Parastin, rêxistinkirin û têkoşîn’
Endama Konseya leşkerî Destîna Heleb di dawiya axaftina xwe de da eşkere kirin ku ew wekî hêzên jin YPJ`ê nahêlin axa wan were dagirkirin û wiha domand: “Li beramberî êrişên ku li ser gelên me pêk tên, em mafê herî rewa, mafê parastinê bikar tînin. Dewleta Tirk û çeteyên wê li axakê ku ne ya wan e, şer didin meşandin. Êrişê gelan û jinan dikin. Li beramberî vê jî wek şervanên YPJ`ê bi gelên xwe re em ê şoreşa ku jinê ava kiriye, heya dawî biparêzin û li dijî hemû êrişên ku têne kirin, bersiv bidin. Em nahêlin axa me were dagirkirin. Peyama me jî ew e ku yê me xelas bike, parastin, rêxistinkirin û têkoşîn e, ji ber vê yekê pêwîste her kes xwe berpisiyarê vê şoreşê bibîne.”[1]