Civaka ku xwe di nav kaosê de birêxistin kiribe ewê serbikeve
Amara baran/Qamişlo
Rojnamevan Stêrk Gulo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze #Sûriyê# bike weke wîlayeteke xwe û li ser vê bingehê osmaniyeke nû ava bike û wiha got: “Çareseriya aloziyên Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye.”
Derbarê rewşa Sûriyê, êrişên domdar yên dagirkeriya Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herwiha girîngiya hevdîtinên DEM Partî bi Rêber Apo re, rojnamevan Stêrk Gulo ji rojnameya me re axîvî.
‘Geşedanên ku li Rojhilata Navîn pêşdikevin li ser Sûriyê jî bandor dike’
Stêrk Gilo anî ziman ku welatê herî zêde ji geşedanên li Rojhilata Navîn bandor dibe Sûriyê ye û wiha domand: “Êrîşên ku di 27 Mijdarê de qewimîn û guhertinên mezin ku pêk hatin, bi plan û bi hewildanên hêzên derve bû. Piştê şerê Îsraîl û Hemasê wek gavên yekemîn bû, ji bo guhertina pratîk û hişmendiya ku îro li Rojhilata Navîn li gor dîzayna nû çêbikin ket meriyetê. Lewma xwestin baskên Îranê bi rêya Hizbûllaha Lubnanê bişkînin. Di heqîqetê de şerê desthilatdariyê di navbera Îsraîl, Îran, Rûsya û Emerîka LI Rojhılata Navîn pir eşkere ye. Ew şerê ku tê meşandin ji bo ku çixarên Îsraîlê û hêzên hegemon di hundirê Rojhilata Navîn de biparêzin. Polîtakaya ku îro ew hêz giraniya xwe didinê û teşeya ku jê re dîtine di rêya pêşketina Îslama Siyasî a îqtîdarê de ye ku dewleta Tirk bi rêya desthilatdariya AKP û MHP’ê 24 sal in li ser wê berdewam dikin. Ji xwe bingeha wê ew e ku bikaribin dîzayna Rojhilata Navîn û dewletên netewperest li gorî wê ji nû ve dîzayn bikirin. Statûya ku dibêjin Rojhilata Navîn ya nû ango ya mezin di vê çarçoveyê de dixwazin sînor bê guhertin, herwiha guhertinên demografîk li gor wê bê çekirin.”
‘Sûriye xwedî stratejiyeke girînge’
Stêrk Gulo wiha domand: “Di Rojhilata Navîn de Sûriye xwedî stratejiyeke girînge, ji ber ku ew di sînorê xwe yên rojhilat ve cîranê Tirkiyê ye, aliyekî de jî cîranê Urdinê û Îsraîlê ye. Îsraîl ji Şamê ve 15 kîlometre dûre û hekîmiyeta xwe li ser Colan û Quneytera dike. Li başûr û rojhilatê Sûriyeyê gelek pêkhateyên dirzî, elewî û xiristiyan tê de dijîn. Di wê xetê de Îsraîl wek coxrafîk jî pêş de hatiye. Rewşa Sûriyê ku îro gelek bajarên girîng dibin dagirkeriyê de ne ev jî dihêle ku Sûriye di parçebiyînekê de jiyan bike. Hişmendiya ku îro mûdexeleya rejîma Baas bi vî şêwazî kir ku di rojekî de HTŞ’ê ku berê di lîsteya terorê debû, serokê wî yê ku bi navê Ebû Mihemed El Colanî tê naskirin ev guhertineke ku lihev bedilandine, ji ber ku rejîm jî hêzên derva jî divî aliyî de tu helwest nîşan nedan. Hêzên koelîsyonê û Rûsya di gelek cihan de cih girtine, îtîfaqa ku li pişt masê tê kirin ne diyare. Di bin navê ku ew dixwazin Sûriyeke demokratîk çêbikin, îstîqrara Sûriyê xiradikin. Dewleta Tirk dixwaze Sûriye bike wek wîlayeteke Tirkiyê ku li ser vî esasê osmaniyeke nû ava bikin, peymana Adenê a 1998’an ku hat çêkirin, bingeha xwe ji vê digre. Îro dixwazin bakur û rojhilatê sûriyê bi tevahî dibin gefa dagirkeriyê de dihêlin ku bi vî re parçebûna Sûriyê û guhertina demografî dikin. Daxuyaniyên rayederên dewleta Tirk jî vê dide nîşandan.”
‘Sûriyê heremeke pirreng e’
Stêrk di direjahiya axaftina xwe de wiha got: “Rewşa Sûriyê ji dewletên din cûdatire, ji ber ku pirreng e û ji şoreşa 19 Tîrmehê û heta roja me ya îro, li Sûriye û li Bakur û Rojhilatê Sûriye yê şoreşa gelan li pêşe, ku xwe bi rêve dibe û hêza xwe ya xweser û sîstema xwe ya ku xwe dispêre hevpeymana cîvakî çêkiriye. Berxwedana ku li hemberî dagirkeriyê tê meşandin nîşaneya wê ya herî mezine. Heta niha di Sûriyê de rastiya dengeyên siyasî diyar nebûye. Lê hewildaneke mezin heye ku Sûriye ber bi parçebûnekemezin ve neçe. Pêwîstiya Sûriyê bi avakirina sîstemeke ne navendî heye di vî mijarê de bangawaziyên Rêveberiya Xweser û hêzên parastinê çêbûn ku ji bo parastina yekparebûna Sûriyê pêwîstiya wê bi rêveberiyeke demokratîk û ne navendî heye, bingeha wî li ser hevpeymana ku civak ava bike wê bibe. Heta niha di meriyetê de ye, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk tîne û dixwaze bibe modela çareseriya Sûriyeyê. Dewleta Tirk a dagirker di bin navê destwerdana hundirê Sûriyê de û di bin navê avakirina komên din de ku îro li Til Rifet, Efrîn, Serê Kaniyê, Şehba û Girê Sipî kiryarên dermirovî dikin ew hêzên ku dagirkerîya axa Sûriyê dikin, nikarin bibin çareserî ku Sûriyê razî bike.”
‘Civaka ku xwe di nav kaosê de birêxistin kiribe ewê serbikeve’
Stêrk wiha domand: “Rêber Apo dibêje ku “Civaka ku di nava kaos de xwe bi rêxistin kiribe ew ê serbikeve. Di 27’ê Mijdarê de me dît ku tevahî Sûriye ewqas guhertinên zehmet jiyan kirin, lê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ewle bû. Li Helebê gelek însan bi kuştin û qirkirinê re rû bi rû man. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ku civak xwe parastibû, ewle ma. Bi pêşengtiya jinan civak li derdorê hev bû hêza parastinê. Dema ku hişmendiya netew dewlet şikest, gel demokrasî û azadî xwest, piştî 60 salî ew bixwe îradeya xwe diyar bikin. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareseriyê hewildanê xwe parastinê pêşxistin, gel ji heft salî heta heftê salî di nava seferberiyê de ne da ku Sûriyeke demokratîk ava bikin.”
‘Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha konfederalîzmê gel tekoşînê dike’
Rojnamevan Stêrk Gulo axaftina xwe wiha qedand: “Tekoşîna ku ev 27 salin Rêber Apo di Îmraliyê de dide meşandin û tekoşîna tevgera azadiyê û gelê kurd da meşandin encamek wiha bi xwe re anî. Ji bo Tirkiyê, Îraq, Îran, Sûriyê û ji bo tevahî Rojhilata Navîn ji aloziyê xelas bibe, pêwîste demildest tecrîd bê rakirin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo pêk were. Reber Apo dibêje ku “Eger desthilatdar bihêlin, pirsgirêka gelê kurd û Tirk pirsgirêka kurd û ereban dikarim çareser bikim û dikarin wek berê bihev re di nav jiyan konfederal de bi hevdû re jiyan bikin. Ji ber ku dîrokeke dem dirêj a wan gelan bi hevdûre heye”.
Çawa ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemû netew bi hev re li eniya Qereqozaq û bendava Tişrînê de mil bi mil kurd, ereb, xiristiyan, herwiha jin û mêr bi hev re berxwedanê dikin û li ber xwe didin, ew jî tê wateya bingeha konfederaliyê.”[1]