Komkujiya 9`ê Çileyê ya Parîsê
Birûc Resûl/Qamişlo
3 jinên Kurd ên şoreşger #Sakîne Cansiz# (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê, ji aliyê tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ve bi destê îstixbarata Tirk MÎT’ê ve hatin şehîd xistin.
Tevî ku 12 sal di ser komkujiya 9`ê Çileyê re derbas bûye, hîn jî zirxa ‘sira dewletê’ ya li ser dosya dozê nehatiye rakirin. Dewleta Fransayê tevî ku dewleta Tirk a faşîst ji ber vê komkujiyê dadgeh nekir, her wiha zemîn ji rûdana komkujiya duyemîn a Parîsê re amade kir. Komkujiya duyemîn a ku 23’ê Kanûna 2022`an hate kirin, dewama berjewendî û polîtîkayên qirêj ên hikumeta Fransayê û tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ye. Yên ku fermana komkujiyê dan û kujer zelal in, ya ku ne zelal e, edaleta dewleta Fransayê ya li hemberî gelê Kurd e.
Rêberê Apo komkujiya 9’ê Çileyê weke komkujiya 2`mîn a Dersimê pênase kir
Komkujiyên 9’ê Çileyê û 23’ê Kanûnê weke parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd hatin kirin û li dijî Tevgera Azadiyê ya Jinên Kurd hate birêxistinkirin. Mînaka herî şênber a vê yekê jî polîtîkaya tecrîd û pişaftinê ya li ser Rêberê me ye. Sîstema Îmraliyê nîşaneya şênber a qirikrina Kurdan e.
Rêber Apo komkujiya 9`ê Çileyê weke komkujiya duyemîn a Dersimê pênase kir û bi gotina “Ha we êrişî Sakîne kir, ha jî we êrîşî min kir’ bal kişand ser armanca komkujiyê. Komkujiyên yekemîn û duyemîn ên Parîsê ku nîşaneya israra hêzên navneteweyî ya li ser qirkirina Kurdan e, lewma ronîkirina van herdu komkujiyan wê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibe. Ji ber vê yekê pêwîste têkoşîn û berxwedanê mezin bibe. Israra li ser paradîgmaya Rêber Apo ku gerdûnî dibe, israra li ser mirovbûnê ye. Mîna Sakîne, Rojbîn, Ronahî û Evîn… Paradîgmaya Rêber Apo ya li dora azadiya jinê, tirs berdaye nava hêzên hegemon, lewma êriş li pêşengên tevgera jinên Kurd tê kirin. Ji ber ku jinên berxwedêr û azadbûyî li dijî dewletên mêr ên kapîtalîst alternatîfê diafirînin, ji bo mirovên ku li ser jiyana bi rûmet û azad israr dikin, dibin ronahî.
Hedefgirtina jinên şoreşger û pêşeng
Mirov dikare ev komkujiyê wekî berdewama komploya navnetewî ya ku li himber Rêber Apo hate meşandin bigire dest, her wiha berdewamiya vê koployê ku xwe di 9’ê Çileya 2013 li dijî şoreşgera 40 salan heval Sara û herdû hevalên hate meşandin û berdewamkirina vê komkujiyê hişker bû ku heta kîjan astê hişmendiya sermayedar û netew dewlet li himber têkoşîna jina azad kûr û bê tehemûle.
Hedef girtina jinên şoreşger û pêşeng ji encama sekna wan ya leheng e. Ji ber ku ew teybetmendiyên ku di kesayeta xwe de avakirine li dijî pergala dewletan ne, li dijî wê hişmendiya ku hemû rojê jin ji bo berjewendiyên xwe yên deshilatdariyê dixe qurbanî. Ev êriş êrişeke pilankirî ya hişmendiya zayendperst û sermayedar bû. Êrişeke li dijî şoreşa jin jiyan azadî bû.
Komkujî planeke MÎTʼê bû
Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez komkujî ji aliyê MÎT’ê ve hatiye pîlankirin û bicihanîn û tê xuyakirin ku tiliya dewleta Fransayê jî tê de heye.
Li dijî hêzên komploger ên êrişî jinan, gelan û nirxên mirovahiyê dikin, wê her jin li ser azadiyê israr bikin. Israra li ser têkoşîna azadiya jinê, israra li ser parçekirina kodên sîstema serweriya mêr. Lewma şoreşa jinê wê tolhildana hemî jinan be.
Heya roja îro jin tê hedefgiritin
bi hatina şoreşa Rojava jin pêşengtiyeke mezin di nava şoreşê de da meşandin, îdî bû nemûne ji bo hemî jinên cîhanê ku nema ew jiyana tarî û di bin destê zilanî desthiledar qebûl kir. Her daketin li qadan û dengê xwe ji bo azadiyê bilind kir û daxwaze mafê xwe yê jiyan kirinê û xwezayê kir. Êdî roj bi roj jinên pêşeng gelek serkeftin bi destxistin. Ji ber vê yekê her ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve heya roja îro tê hedef girtin, ji hêza jin û îdolojiya wê di tirsin, li kêleka wê jî her berxwedanî û tekoşîn ji xwe re bingih digirin, tiştek bi navê peskirin nasnakin, ji ber jina îro ne jine berê ye.[1]