Saroxan: Pêwîstî bi yekkirina helwesta aliyên kurdî heye
Ronaz Silêman/Qamişlo
Hevserokê Kongra Îslama Demokartîk Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku ji bo pêkanîna #yekrêz# iya kurdî gelek rêzecivîn ji aliyê Şêx Murşid têne lidarxistin, xîtaba van civînan jî ew e ku dem hatiye kurd berjewendiyên xwe yên teng bidin alî û berjewndiyên netewî esas bigirin.
Derbarê rêzecivînên ku ji bo yekrêziya kurdî ji aliyê Şêx Murşid El-Xeznewî ve têne lidarxistin, hevserokê Kongra Îslama Demokartîk Ebdulkerîm Saroxan bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Gelo piştî hilweşandina rejîma Baas a Eseed wê sîstema Sûriyê ya nû bibe muxatebê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê?
Piştî hilweşandina rejîma Baas û têkçûyîna desthilatdariya Şamê, pêvajoyekî nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye destpêkirin. Li gorî vê pêvajoya nû em ê çi bikin, bi kê re têkoşîn bikin û azadiya xwe misoger bikin. Herwiha wê kî bibe muxatibê me, kî şûna wê desthilatdariyê dagire û çawa bibin alîkar di avakirina sîstemekî nû ji bo Sûriya giştî, ev hemû pirs têne kirin,? Ji bo vê yekê têkoşîna me berdewam e, da ku em pirsgirêkên xwe yên sereke çareser bikin, ji van pirsgirêkên sereke, pirsgirêka yekê pirsgirêka gelê kurd weke mijara dîrokî, çandî, siyasîye, hebûna wê weke netewekê ye, ev hemû cihê lêpirsînê ye ku em helwesta xwe bidin diyarkirin û pirsgirêka kurd di hundirê çareseriya pirsgirêka Sûrî de çareser bikin. Pirsgirêka din ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, pêkhatiyên ku niha lê jiyan dikin, mîna kurd, ereb, suryan û hwd… wê çawa cihên xwe di nava sîstem an jî hikumeta Şamê ya nû de bigire, ji bo van pirsgirêkan hewldanên me hene.
-Hatina Şêx Murşid El-Xeznewî ji bo Rojava li ser çi bingehê ye û xîtaba wî di derbarê yekrêziya kurdî de bi çi rengî ye?
Şêx Murşid El-Xeznewî ji Ewropa hatiye, kesekî oldare cih wî di nava civaka de, cihê rêz û hirmetê ye. Hatina wî li ser bingeha xizmeta gelê wî ye, da ku nêzîkatiyekê di nava hemû aliyên siyasî de pêk were û yek helwesta kurdî derkeve. Şêx Murişd di nava axaftinê xwe de anîbû ziman ku heta niha îş derbas dibû, ewqas pirsgirêk giran giran nebûn, lê niha dema wê hatiye, êdî di qonaxa ku em tê de derbas dibin, pêwîste em kurd nêzî hev bibin, ji bo wê ez hatime erkê dikeve ser milê xwe bikim û bi aliyên kurdî re yekrêziyê ava bikin. Herwiha helwesta me li beramberî hikumeta Şamê ya demkî yek helwest be, Şêx Murşid li ser vê daxwazê vegeriya Rojava, kar û xebatekî di vî alî de dide meşandin. Di vê serdema ku niha em tê de ne, dergeh li pêşiya her kesî vekiriye, her kes jî para xwe bixe nava vê têkoşînê de, ji bo yekrêziya kurd were çêkirin û beramberî hikumeta Şamê ya nû xîtaba xwe bikin yek.
-Şêx Murşid El-Xeznewî gelek hevdîtin bi aliyên siyasî û gel re pêk anîn, di van hevdîtinan de xîtaba Şêx Murşid û helwesta gel bi çi rengî ye?
Di çarçoveya pêkanîna yekrêziya kurdî de gelek çalakî pêk hatin, ji van çalakiyan jî hevdîtina bi gel re, ji ber ên sereke û girîng gelê me yê kurde. Rêzecivîn ji milet re tê lidarxistin, bi hemû aliyên xwe, bêyî ku aliyeke cûda êdî hazir bibe. Di van civînan de xîtaba ku tê kirin kurd hemû nêzî hev bibin. Êdî hûn gel binerin ku rêxistinên we yên siyasî di vê pêvajoya niha de, nêzî hev nebû, li beramberî wê xwedî helwestin. Dem hatiye ku em ejindeyên xwe yên siyasî û partî bindin milekî û bi ejndeya xwe ya netewî kurdewarî wê werin ba hev û têkoşîn bikin, xîtab tev bi vî rengî têne kirin, li bajar bajar civînê têne lidarxistin, hin bajar lê hatin lidarxistin û hîn jî dewamin. Gel bi hestekî pir cûda pêşwaziya van nirxandinan dike, êdî li çavên gel dinêre tije rondik dibe, ji kêf û eşqa ku xîtabekî bi vî rengî tê kirin û kurd dixwazin wek rêxistin nêzî hev bibin.
Gel li beramberî guhertinên ku têne kirin, êş û azarên ku hatine dîtin, parastin û berevaniya xwe kiriye, rêxistin û saziyên xwe yên civakî ava kirine, hem jî yekîtiya xwe ava kirine. Civak di her alî de parastina xwe dike û balê dikşîne ku êrişên pir cûda tê ser Kobanê û herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gefên pir dijwar ji aliyê Tirkiyê ve li ser herêma têne xwarin. Edî em çawa xwe biparêzin? Gel li benda vê gotinê bû, helwesta herî giran û terzê parastina xwe li beramberî vê bikin. Yekrêziya me ew e ku em karibin xwe li beramberî van êrişên li ser gelê me têne kirin, bigirn, bêyî ku em têk biçin.
-Şêx Murşid El-Xeznewî di axaftinên xwe de li ser çi xalan tekez kir?
Mijarên girîng ku têne ziman, QSD’e hêzeke leşkerî ye, parastina vî gelî kiriye û rûmeta vî gelî parastiye. Herwiha ji aliyê QSD’ê ve hemû aliyên siyasî û civakî hatiye parastin, her kes di aramiyê de jiyan dike. QSD’e erkê parastinê girtiye ser milê xwe bêyî cûdahiyekê, Şêx Murşid tekez dike bêtir li ser van xalan. Ya din jî destkeftiyên ku hatine avakirin, heta ji we were parastina wan bikin, nehêlin ku ev destkeftî ji dest we herin, xîtabekî bi vî rengî tê kirin. Kêm û kurtasî di nava kar de hene, ji aliyê Rêveberiya Xweser û partiyan de hin kêmanî derdikevin, lê niha ne roja wê ye, ew jî dibê cihê çareseriyê, lê ya girîngtir heye ku em li ser wê bixebitin. Derfet jî niha di destê me de ye, divê em van derfetan ji dest nebin.
-Gelo Şêx Murşid El-Xeznewî di axaftinên xwe de bangewazî ji partiyên li Başûrê Kurdistanê re kir û bangewazî çi bû?
Tişta herî balkêş Şêx Murşid bangewazî ji bo Partî Demokratî Kurdistan, Yekîtî Niştîmanî Kurdistan kir ku li gelê Rojava bibin xwedî, gelê Rojava beramberî zehmetiyekî pir cedî de ye, dijminê me biryara tunekirina wî girtiye, lewra pêwîste partiyên Kurdistanî bi hêz û erkê xwe beramberî gelê Rojava rabin, eyîn bi vê gotinê anî ziman îro roja namûsê ye. Karekî pir pîroz tê kirin, di encamê wê de ENKS’ê bi rêz Mezlûm Ebdî re hevdîtin kirin, kom pêk hat, lê ev kombûn bidawî nebûye, hîn rojên pêş li pêşiya me hene, serdanekî giştî partiyan bê cûdahî tê kirin. Karekî pir gerim bi çoş û qebûlkirineke hêja jî di vî alî de tê kirin, ev jî hêviyên mezin li cem gel dane avakirin, di rojên pêş wê diyar bibe ku ev civîna çiqasî bandora xwe li ser gel dikin.
[1]