‘
GirtîgehGirtîgehên li herêmên dagirkirî ji Sêdnaya ne cûdatirin’
Argêş Vîyan/Qamişlo
Rêveberiya Komaleya Mafê Mirovan a Sûriyê Evîn Cuma da xuyakirin ku kiryarên li herêmên dagirkirî tên kirin li dijî zagonên mafên mirovane û wiha got: “Girtîgehên herêmên dagirkirî û kiryarên ku li wan deran tên kirin, ji girtîgeha Sêdnaya ne cûdatire.”
Di cîhanê de gelek mînakên vê rêbazê hene û her çiqas navên van girtîgehan cuda bin jî, kiryarên ku li dijî girtiyan dikin heman in. Navê van girtîgehan li Fransayê dibe Bastille, li Kubayê dibe Guantanamo li Îranê dibe Evîn, li Tirkiyeyê dibe Amed, li Sûriyê dibêjin Sednaya. Piştî dagirkirina herêmên Kurdan navê wan girtîgehên navdar bû Efrîn, Serêkanî û Girê Spî.
Derbarê binpêkirina zagonên mirovî û kiryarên li girtîgehên herêmên dagirkirî de, Rêveberiya Komaleya Mafê Mirovan a Sûriyê Evîn Cuma ji rojnameya me re axivî.
‘Herêmên dagirkirî kiryarên dervî mirovî hemberî şêniyan tên kirin’
Evîn Cuma ragihand ku piştî dagirkirina Heleb, Til Rifet, Şehba û Minbicê kiryarên dijî mirovî û zagonî tên meşandin û wisa dest bi axaftina xwe kir: “Kiryarên li dijî welatiyan tên meşandin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, taybet herêmên ku gelê Kurd têde jiyan dikin cihê metirsîyê ye. Gelek welatî bi tomêtên cûda hatine girtin û tên işkence kirin. Bi rastî jî, zextên ku girtîgehên rejîma Bees’ê yên wek Sidnaya dihate kirin, bi heman kiryarên xêrabtir girtîgehên herêmên dagirkirî tênkirin û ev pêş çavê hemû cîhanê tên meşandin. Di wan herêmên dagirkirî de nêzî 3 girtîgehên ku têde kiryarên weke işqence û kuştin têde tên meşandin hene. Heman demê de, li wan herêman 1400 kes çarenûsa wan ne dîyare û windan e. Rewşa wan girtîgehan ya Sidnaya pir xirabtir e. Xwe gihandin û agahî girtina welatiyên ku wan girtîgehan de hatine girtin pir zehmet e. Heman bajaran de yên dagirkirî heya niha 6 Hezar welatiyan di bin zextê hatine qetilkirin. Taybet jinên ku di wan girtîgehan de dihatin girtin, pêştî ku derketin dawî li jiyana xwe anîn. Li Efrînê 6 jinên ku tê payin li wan girtîgehan de mabûn dawî li jiyana xwe anîn e. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker kiryarên hemberî jinên herêmê didomînin. Kuştin tecavûz û kiryarên cûrbicûr dijî jinan bikartînin. Em wek komeleya mafê mirovan ji bona lêpirsîn û derxistina rastiyan kar û xebatên xwe zêde bikin.“
‘Em wek komele wan kiryaran bê hesap nahêlin’
Evin girîngî da belge kirina kiryarên xêrab yên ku herêmên dagirkirî tên meşandin wisa domand: “Ev kiryarên wisa ber bi çavê hemû cîhanê tên meşandin. Ev hatine teqez kirin. Lê ti saziyên navnetewî û cîhanî heya niya bertek nîşanî bi wan kiryaran nedaye. Lê emê belge kirina wan kiryaran zêdetir bikin û teqez kirina qetlîamên çeteyên dewleta Tirk ya dagirker bigîhinin raya giştî. Binpêkirina mafên mirovan û gelê me ti caran bêbersiv nahêlin. Ev belgeyên ku tên bidest xistin demildest ji bona komale û saziyên mafên mirovan re dê bên şandin. Gor zagonên navnetewî ger di şerê navbera dû welatan de tê kirin, windahîyên ku leşkerî yên welatîyên sivîl zêdetir bin ev şer tê bidawî kirin. Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê ne şer e, qetlîam û dagirkeriy e. Binpêkirinên mafê mirovan û welatiyên sivîlin. Cihekê ku zarok bên kuştin û qetilkirin wê derê qetlîam tên meşandin. Hecetên rayedarên dewleta Tirk ya dagirker yên parastina sînorên xwe derveyi rastî yê ne û derevin. Armanc qirkirina gelê Kurd û herêmê ne. Di gor zagonên xwe jî tevnagerin. 31 kilometre derveyi sinorên welatê xwe derketine ev dagirkirina herêmê ye. Ji ber ku cihekê biparêzin nîn e. Axa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Her tim ragihandinê xwe de gefan dixe û dibêjin “Em nêzî sinorên xwe welatekî binavê Kurdistan na pejirînin.” Ev tê wateya ku derdê wan ne parastine derdên wan deskeftiyên Kurdan û mafên wan yên bingehine û di heman demê de têkbirina Rêveberiya Xweser e.“
‘Piştî hilweşandina Rejima Bees’ê metirsî zêdetir bûy e’
Evîn balkişand li ser piştî hilweşandina hikûmeta Rejîma Bees’ê, û komên çete dagirkirina paytext Şamê metirsîya li ser binpêkirina mafên mirovan û axaftina xwe wisa qedand: “Bi alîkariya Komaleya Mafên Mirovan ya Efrînê hejmarek zêde welatiyên ku çarenûsa wan ne diyar hatin peydakirin. Ev kesên ku hatin dîtin ji bona Komaleya Mafên Mirovan ya Lêpirsînê a Ewropa yê ve hatin şandin. Wek komale me pêşniyara bi navbeynkariya NY emê ji bona lêpirsîna kesên winda derbasî herêmên dagirkirî bibin. Piştî hilweşandina Rejîma Bees’ê metirsîyên me zêdetir bûy e. Gelo HTŞ û komên çekdar yên girêdayi dewleta Tirk ya dagirker kiryarên xwe yên Efrînê û Serekaniyê û Girê Spî dê Şamê ji bimeşînin? Ji ber ku berê jî me raya giştî ragihandi bû kul i herêmên dagirkirî û işqenceyên ku tên kirin hemê bi destê MIT’ê tên rêvebirin. Banga me ji bona saziyên navnetewî yên mafê mirovan û kesên zagonsaz e ku hemberî wan kiryarên dijî mirovî bisekinin. “
[1]