Mîrateya #Apê Mûsa# ; Şehîdên pênûsa azadiyê
Argêş Viyan/Qamişlo
Her şehadetek ku tê jiyan kirin mirov pê diêşe. Lê hin kesayet hene ji bona dest ji doza azadiyê bernedin canê xwe feda kirin, rê nedan ti kes dengê wan qut bike û pênûsa wan bişkine. Wan her dem dengê rastiyê ragihandin û heqîqet nivîsandin.
Cengîz Altun
Yekemîn şehîdê Kevneşopiya Çapemeniya Azad Cengîz Altûn 9’ê Tîrmehê1968’an de li bajaroka Hîsarê ya navçeya Gercûş a Êlihê dayik bû. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Êlihê qedand. Cengîz di sala 1990’î de ji Beşa Makîneya dibistana navîn ya Pîşeyî derçû. Cengîz di malbateke welatparêz de mezin bû xwe di nava Tevgera Azadiya Kurd de jî cih girt naskirina wî ya Tevgera Azadiyê ne zehmet bû. Cengîz di sala 1991’ê de, di salên xwe yên xwendekariyê de dest bi rojnamegeriyê kir. Di Rojnameya Yenî Ulke (Welatê Nû) ya hefteyî de dest pê kir. Rojnamegeriya Kurdî ku bi Halk Gerçegî (Rastiya Gel) destpê kir û bi Welatê Nû berdewam kir. Di wan rojan de, ji ber ku konsepta şer di meriyetê de bû. Çapemenî bi temamî hat bêdengkirin. Êrîşên kontra yên ku di destpêka salên 1990’î de li herêmê pêş ketin.Di demekî wiha de Cengîz ji Êlihê derket, ji wan kesên ku hewl didin dengê nerazîbûna giştî ya pêşkeftî bigihînin cîhanê. Lê piştî 3 mehan bi hevkariya JITEM û hêzên tarî Cengîz li Tirkiyeyê hat qetilkirin. Bû yekemîn şehîdê çapemeniya azad. Di sihara 24’ê Sibata 1992’an demijmêr 08:15’an de, ber navenda rojnameyê ya Êlihê hate qetilkirin. Bi tevlîbûnek girseyî merasima Cengîz Altun hat çêkirin. Nêzî salek piştî şahadeta Cengîz Altun, li ser rêya navbera bajarê Amed û Mêrdînê çerxerêya Odabagê de bi erbeyekê de di encama lêpirsînê de, çeka ku kujerê Cengîz Altun bikaranîye hat dîtîn. Lê wek her rojnamevanên hatine qetilkirin kujerên Cengîz Altun jî hîn ne dîyar e.
Hafiz Akdemir
Hafız Akdemir di sala 1965’an de li navçeya Licê a Amedê dayik dibe. Dayika wî debara malê dikir. Bavê wî jî karê bazirganiyê dikir. Hafizê ku bavê xwe winda kir, di sala 1984’an de dibistana amadeyî dixwend. Bi tometa rêxistina bi navê Rizgariya Neteweyî ya Kurdistanê (KUK) hat dîlgirtin. Li Girtîgeha Leşkerî ya Amedê di nava berxwedana zîndanan de cih girt û piştre mişextî Eskîşehîr û Aydinê kirin. Dema ku ji ber ku 52 rojan di girtîgehê de di greva birçîbûnê de bû hat berdan. Paşê di rojnameya Yeni Ülke de dest bi karê nûçegihaniyê kir. Li şûna ku di yek warî de pispor bibe, ew ê diçû her nûçeyek. Li avahiyên Partiya Karker (HEP) a Tekelê grevên birçîbûnê
nûçeyên berxwedana karkeran, kesên rastî îşkenceyê hatine yan jî gundên wan hatine şewitandin
kir. Ji ber bandora ku wî carekê nivîsandiye navê wî kiriye “Rojin Pale“. Hafiz Akdemir jî, 8 Pûşber a 1992’an de, li Amedê bi aliyê qaşo kujerên ne diyar ve hate qetilkirin. Ji bo nûçeyên xwe yên li ser Hizbullah û kontra Hafiz li hertim dikir rojev. Li ser deriyê navenda rojnameyê, tabelayek li ser
Kujerên girêdayî Hizbullah nivîs nîvisandibûn, ‘Pênûsa te dê bişkê, dora te ye’.
Çetin Abayay
Di sala 1969’an de li Êlihê ji dayik bû. Malbatekî ku xwedîyê 4 zarokan da mezin bû. Malbat ji ber nezî Tevgera Azadiyê bû herdem bin gefên tûnekirin û qetilkirinê ve rûbirû diman. Di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de Bavê Çetîn Mehmet Abayay demekê dirêj girtîgehê da ma ji ber zexta giran ya binçavkirinê de li ser hate meşandin jîyana xwe ji dest da. Çetîn, di temenî 16 saliya xwe de di sala duyemîn a dibistana navîn de hat girtin. Ew şandin Girtîgeha Amedê û 5 mehan li wir ma. Tevlî tekoşîna berxwedana Zindana Amedê jî bû. Çetîn Abayay dema ji girtîgehê derket lîse qedand. Ji dest doza azadiyê berneda. Ji ber tometa endamê Tevgera Azadiyê hate girtin û du salan di girtîgehê de ma. Wê demê xwe nebes dît û ji bona xwe pêwajoyê re bike yêk dest bi karê rojnamegeriyê kir. Di aliyê pişeyî de ezmûna xwe ya yêkemîn rojnameya Ozgur Halk (Gelê Azad) de destpêkir. Li hemberî hemû zext û gefxwarinan Çetîn tekoşîn kir û gav paşda ne avêt. Di 29’ê Tîrmeha 1992’an de dema bi hevalekî xwe dema li ser erkê xwe di wergeriya di aliyê du kujerên temenê wan di navbera 24 û 25 salî dehatin sekvankirin. Di 30’ê Tîrmeha 1992’an saet 10.00’an de nexweşxaneyan Amedê şehîd bû. Bi tevlîbûyinek girseyî li Êlihê hat spartin.
Mûsa Anter (Apê Mûsa)
Mûsa Anter ku em jê re dibêjin Apê Mûsa, di sala 1920’an de li Zivingê (Bajarê Kevin) ya bajarokê Stilîlê (Akarsu) ya Nisêbînê li gundê Şikeftê hatiye dinê dayik dibe. Ji bona xwendina dibistana seretayî pêşî çû Gercûşê û piştre çû Nisêbînê. Di vê navberê de 25 kesên ji Kurdên Stenbolê hatin cem hev û wan bi avakirin Komaleya Xwendekaran a Dîcleyê bi rêxistin kirin. Ev rêxistinkirina wê komeleyê armanca ku tevgerkirina xwendekaran bû, bi awayekî nîvfermî kar dikir. Di sala 1948’de rojnameya jêdera Dîcle wek rojnameyeke hefteyî dihat çapkirin. Partiya Şoreşger a ku ji aliyê Kurdên ji Partiya Karkerên Tirkiyê ve hatibû damezrandin, ji Partiya Karkerên Tirkiyê veqetiya. Piştgiriya Navendên Çanda Rojhilat (DDKO) kir. Doz di derbarê Apê Musa bi tometa endamtiya DDKO hate vekirin. Nêzî 2 sal û nîv ma dîlhat girtin. Sala 1974’an de bi efuya giştî serbest har berdan. Di vê navberê de di 22’ê Nîsana 1990’î de rojnameya Rastiya Gel (Halk Gerçegî) hat weşandin. Apê Musa di heman salê de, wê biçe Bekaayê û têkildarî pirsgirêka Kurd bi Rêberê gelê Kurd Rêber Apo re hevdîtinê bike. Rojnamaye ya Yeni Ülke di Cotmeha 1990’de dest bi weşana xwe kir û ji bona dengê rastiyê bigihine raya giştî. Bi pirsgirêka Kurd re Apê Musa bi nêz ve mijûl dibe. Kovara Rojhilatî ya ku wî bi Kemal Sülker re di sala 1951’an de derxistibû, tenê bû, ji ber bêderfetî du jimar werin çapkirin. Dema ku jê hat xwestin ku otel Palas birêve bibe, wî di sala 1953 de otêl ji bo geştiyarên biyanî vekir. Otel kire cihê xwendin û lêkolînê. Odeya îdarî ya rojnameya Yeni Ülke, ligel Musa Anter hema bêje hemû kesayetên kurd mazûvanî kir û axivî. Bi damezirandina Rojnameyên weke Zimanê Kurdî, AzadiyaWelat û Çanda Mezopotamya de cih girt. Musa Anter di nav damezrînerên Partiya Kedê ya Gel de bû. Di 20’ê Îlona 1992’an de li Amedê di xefikekê bi aliyên kujerên dewleta Tirk yên dagirker we şêwazekî hovane hate qetilkirin.
Gurbetelli Ersoz
Gurbetelli Ersöz di sala 1965an de li navçeya Palu ya Elezîzê ji dayik dibe. Piştî Gurbetelliyê ku ji ciwanên ji gundê Ziverê, li Gurbetellî Ersoz bandor bûn tevlî Tevgera Azadiyê bûn. Piştî qedandina Fakulteya Kîmyayê ya Zanîngeha Çukurovayê bi şêwazekî çalak tevlî Tevgera Azadiyê bû û çu warên azad. Li Zanîngeha Çukurovayê yekemîn rêxistina Xwendekarên Welatparêz li dar xist. Di zanîngeha Çukurova ya bajarê Tirkiyê Edenê, bingeha şoreşgeriyê da avakirin. Li Edeneyê ji aliyê xeleka kovara Hedefê (Armanc) ve bi siyaset û şoreşgeriyê hat naskirin ber bandora wê çêbû. Di sala 1989’an de dîlhat girtin. Piştî ku di Nîsana 1993’an de ji girtîgehê derket rojnameya Ozgur Gundemê (Rojeva Azad) destbi xebatên ragihandina azad dik e. Di rojnameyekî rojane de bû yekemîn jina
ku edîtorê rojnameyekê. Gurbetellî ku nêzî 6 mehan li Girtîgeha Bayrampaşa ya Stenbolê de ma. Di 16’ê Pûşbera 1994’an de hat berdan. Dema ku doz bi dawî dibe, 1 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Çekdarên PDK’ê li Çiyayê Garê di êrîşekî şerê xiyanetê de, 8’ê Cotmeha 1997’an de di êrîşa hovane de şehîd bû.
Mazlum Erenci
Di sala 1992’an de li Amedê ji dayik dibe. Dibistana navîn dema dixwend dest bi karê belavkirina rojnameya Azadiya Welat kir. Gelek caran di aliyê dewleta Tirk ya dagirker ve gef lê hat xwarin. 14’ê Tîrmeha 2009’an de dema tevlî serhildanekî ji bona rakirina tecrîdê li ser Rêberê gelê Kurd Rêber Apo dibe tê binçavkirin. Ji ber tometa “endamtiya rêxistina PKK’ê” û ” qaşo propagandaya Tevgera Azadiyê 4 sal û 2 meh ceza lê tê birîn. Mazlumê ku xwe dengdarê gelê xwe dît sala 2010’an berê xwe da çiyayên azad. Di pevçûna ku di 29’ê Hezîrana 2011’an de navbera gerilayên azadiyê û leşkerên dewleta Tirk ya dagirker de bejahiya navçeya Dersimê de rû da tevlî karwanên şehidan bûn.
Rohat Aktaş
Rohat Aktaş ku bi eslê xwe ji navçeya Pirsûsê ye, di sala 1997an de li Stenbolê ji dayik bûye. Ji ber zextên dewleta Tirk ya dagirker malbat koçî bajarên Tirkiyê dibe. Dema ku dibistana amadeyî dixwend, rojnameya kurdî a Azadiya Welat dinivîsand. Bû sernivîserê rojnameya Azadiya Welat. Ji navçeya Şirnex Cizîrê ku di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû ragihandin ji bona dengê rastiyê bigihine raya giştî bajêr de derneket. Aktaşê ku di nûçeyan de cih girt û dema hat qetilkirin rojnamegerek 19 salî bû. Di jêrzemînên qetlîamê de, tevlî karwanên şehîdan bûn.
[1]