‘Armanca dagirkeriya Tirk derxistina tevliheviyê di nava pêkhateyên herêmê de ye’
Dîlan mulhim/ Qamişlo
Rojnamevan Refîq Ibrahîm diyar kir ku bi rûxandina rêjîma Eseed re guhertinên bingehîn di
SûriyêSûriyê de pêk hatin. Dagirkeriya Tirk jî xwest ji van guhertinan sûdê bigre û êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Ibrahîm da zanîn ku armanca dagirkeriya Tirk derxistina tevliheviyê di nava pêkahateyên herêmê de ye.
Piştî rûxandina rêjîma Esed di 8’ê Mijdara 2024’an de, rûpeleke nû di dîroka gelên Sûriyê de hat vekirin, herwiha guhertinên bingehîn di rewşa Sûriyê de pêk hat.
Di derbarê geşedanên dawî yên Sûriyê, herwiha êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rojnamevan Refîq Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.
‘Rûxandina rêjîma Baas bi hevkariya hêzên navneteweyî pêk hat’
Refîq Ibrahîm di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Amedekariyên hikûmeta Suriyê ya berê û Rûsyayê hebûn ku êrişî li ser bajarê Idlibê bikin, lê ev yek neçû serî. Dewleta Tirk a dagirker ji vê rewşê sûd girt û êrişî kir ji bo ku armanca xwe pêk bîne. Amedekarî ji bo van êrişan hebûn ne tenê bi destê dewleta Tirk bû, lê dewleta Tirk roleke mezin di vê rewşê de lîst. Lê xuyaye ku erêkirina Rûsya, Emerîka, Birîtaniya û Israyîl hebû ku ev êriş çêbibe, ji bo ku rêjîma Baas birûxînin. Rewşa ku li Sûriyê çêbû rejîma Baas di ber de berpirsyare û ew sersebebê tiracediya ku hatî jiyan kirine. Ji ber ku rêjîma Baas bi erkê xwe ranebû. Herwiha biryar ne biryara rêjîmê bû, biryara Îranê bû û her kesî xwest ku xwe ji Îranê dûr bixe, lê rêjîma Baas xwe ji Îranê qut nekir û cîhanê bi giştî êrişî Îranê kir, ji bo ku Îranê ji Surî derxin.”
‘Pêwîste dewltên cîhanê bi erkê xwe rabin‘
Refîq Ibrahîm wiha axaftina xwe domand: “Dewleta Tirk û çeteyên wê xwestin ji giştî rewşa Sûriyê Sûdê bigrin û êrişê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin. Di destpêkê de êrişî herêma Heleb kirin û koçberên Efrînê yên ku li Şehba diman careke din bi dare zorê koçber kirin. Dagirkeriya Tirk xwest tevahiya herêma helebê bike bin destê xwe de. Ji ber ku em dibînin ku Erdogan dibêje ku ew li Minbicê naseknin û wê êrişên xwe li ser heremê berdewam bikin û heyanî 35 km derbasî tevahiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin. Di heman demê de ev pilana wan berdewame, ji ber di dema niha de rewşa Minbic nebaşe û metirsiyeke mezin li ser pêkhateyên herêmê hene, bi taybet niştecihên kurd. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk gelek dikan şewitandin û malên welatiya bûn, gelek işkence û sûcên dijmirovî li ser welatiyan pêkanîn. Herwiha bajarê Minbic di dema niha de vegeriya dema ku çeteyên DAIŞ’ê dagirkirbû. Dewleta Tirk armanca wê ewe ku şerê Sûriyê dewam bike û aramî çênebe.”
‘Çareserkirina pirsgirêka Sûriyê di aliyê siyasî de ye‘
Rojnemevan Refîq Ibrahîm da xuyakirin ku di vê rewşa awarte de pêwîste pêkhateyên herêmê destekê bin ji bo ku van pilanan vala derxin û axftina xwe wiha bidawî kir: “Armanca dewleta Tirk a dagirker ewe ku fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de derxîne û guhertina demogirafîk di serî de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya sûriyê pêkbîne. Herwiha dixwaze ku gelê heremê koçber bike û planên xwe yên gemar li herêmê pêk bîne. Pêwîste pêkhateyên heremê bi giştî agehdarê van planên xeternak yên dagirkeriya tirk bin û li hemberî wê tevdîrên xwe bigirin. Herwiha ji bona ku em karibin çareseriya alûziya Sûriyê tevahî pêkbînin, pêwîste ku sistema rêveberiya xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bona çareseriya alûziya tevahiya sûriyê bibe bersiv û nimûne. Di derheqê kiryarên dagirkeriya Tirk ku di derheqê gelên heremê de pêktîne pêwîste pêşiya wê were girtin û dagirkeriya tirk were dadgehkirin. Ji bona pêşeroja sûriyê pêwîste ku hemû hêzên li ser erdê şer û pevçûnan rawestînin û dest bi danûsitandina bikin û ji bona ku rêveberiyeke hevbeş were avakirin bikevin nava kar û xebatê de.
Herwiha pêwîste ku doza kurdî were çareserkirin û destûrek nû li Sûriyê were danîn. Bi tevlîbûna hemû pêkhateyên herêmê û gavên ku HTŞ ê li Şamê pêk anîne li gor rewşê gavên başbûn. Dema hikumeta demkî heta 1’ê Adarê ye û di van her sê mehan de divê nêrînên gelên Sûriyê werin sitandin. Hiqûqê netewa kurd were tesbîtdkirin û di destûra Sûriya nû de azadî, demukrasî û dewleta Surî ne navendî çêbibê û bi çi rengî gelê Sûriyê li hev bikin, divê mafê gelê kurd di Sûriya nû de were misogerkirin. Herwiha ku mafê gelê kurd û pêkhateyên din di pêşeroja Suriyê de neyê misogerkirin wê alozî berdewam bin û şerekî navxweyî derkeve. Ya girîng ewe ku gelên herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê li destkeftiyên xwe xwedî derkevin, di vê her kes baldar be û her kes xwe berpirsyar bibîne di ber parastina gel û destkeftiyên Rêveberiya Xweser de.”
[1]