Gelo #yekîtî# ne di xizmeta kê de ye
Kurdyar Dirê’î
Pêla bangkirina ji bo yekîtîya mala kurdî carnan sar dibe û car caran jî bilind û gerim dibe, ew jî girêdayî rewşên siyasî û pêşketinên li ser asta rojavayê kurdistan û sûriyê ye, çi dema kurd dikevin tengasiyan de, yekîtîiya kurd têye bala wan, lê dema ku tengasî namînin ev mijar jî paşguh dibe, em basa gel dikin, ne basa partî an jî tevgerên siyasî dikin. Gel pir zêde guh nade nakokiyên di nava partiyan de û ne jî rastiya wan partiyan di milê siyasî, armanc û girêdanên wan ve, tenê yekîtîiyê dixwazin, lê gelo çi yekîtî? Hema em bêjin yekîtî û mijar diqede?
Di kolana kurdî de heger mirov bipirse: Hûn çawa li ENKS dinêrin? Demildest de dê bêjin tu hêviya me di ENKS de tuneye, hevalbendên Tirkane û li berjewendiyên xwe yên kesayetî digerin, lê heger tu bipirse hûn dixwazin yekîtî bi wan re were kirin? Dîsa jî demildest de dê bêjin belê, hema dengê me yekbe û em ji nakokiyan rizgar bibin! Bê guman du helwestên bi nakokin û sedem ewe ku gel ketiye nava metirsiyan de, bi taybet piştî dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî û piropogenda mezin ji aliyê istixbarata Tirk ku bi riya ragihandina ENKS’ê diyar dike ger ENKS di Rojavayê kurdistanê de hevbeşbe di rêveberiya deverê de wê Turkiyê dest ji êrîş û talankirinê berde, ger ENKS li şûna PYD ba dê Tirkiyê dijminahiya bi deverê re nekiriba!
ENKS ji avabûnê de û bi taybet piştî derbasbûna wê di nava Îtîlafa Sûrî de, bixwaze nexwaze hate deşefrekirin ku ketiye nava torên istixbarata Tirkî de û nema kare ne jê rizgar bibe û ne jî kare weke wan tevnegere, lewra mijara wan ji asta nakokiyên bi PYD’re, şîwazê çareserkirina doza kurdî û bandora PDK’ê Başûr li ser wan an jî kîna wan li hember PYD, derbas kiriye û ketiye rewşa neçarî û fetisandina di torên Istixbarata Tirkiyê de, PDK Başûr jî nema xwedî wê misyonê ye ku karibe bandorekê mezin li wan bike, bi taybet ku PDK’ê Başûr jî bi xwe di nava bendên Turkiyê de hatiye kilîtkirin.
Di dema îro de dubare mijara yekîtîiyê ketiye rojevê de, tevî ku ji 2012 de bi dehê caran ketiye rojevê de û tu hewildan û bang encam nedane, lê îro rewşeke nûye, Rêjîma Baas li şamê hatiye hilweşandin, Rûsiya û Îran bê bandor bûne, Tirkiyê xwe weke serkeftiyê mezin nîşan dide, bi taybet ku ew hêzên serdestiya şamê kirine islamîne û nêzîkî tirkiyê ne ( heyet tehrîr elşame) ku bingehê xwe Qaîdeye û pir rengbûnê napejirîne, lewra di demekê de ku hemû alî basa mafê xwe dikin di sûriyê de, kurd jî dixwazin destkeftiyên xwe misoger bikin û misogerkirina deskeftiyan, mîna ku darê pêxember mûsa be di yekîtîyê de dibînin ( kun fe yekune)?
Bê guman rastiyeke wê heye lê neherdem yekîtî hêzbûne, yekîtî hêzbûne dema ku di navbera aliyên hevbeşbin di parastina berjewendiyên welat û gelê xwe de, ENKS bi girêdanên xwe yên bi Tirkîyê ve, wê tucarî nikaribe berjewendiyên gel û welat bide pêş. Wê daxwaz û ecendeyên Tirkiyê biparêze û neçare biparêze, ji ber sedemên di destpêkê de me anîbûn ziman, di tora Istixbarata Tirkan de fetisiye, Bi taybet berpirsên wan. Heger partiyên ENKS’ê van berpirsan bê rol nekin, ji berpirsiyariyê dûr nexin, berpirsin welatparêz û negirêdayî Turkiyê hilnebijêrin, wê ti carî nikaribin xwe ji ecendiyê Tirkiyê rizgar bikin û ne jî dê karibin yekîtîyê bipejirînin, heger ne gelê Rojava, gelê kurd li herçar parçeyên kurdistanê dakevin kolanan û bêjin werin yekîtîyê bikin.
Lewra di roja îro de ku bi rastî pir metirsî li ser destkeftiyên gelê me hene û em hewcedarî yekîtîyên weke ku gel jî dixwaze, ev yekîtî hewcedarî helwesteke netewî û berpirsiyar ne ji PDK Başûr, lê belê ji kesayeta R.Mesûd Berzanî bi xwe ye, ku ji nava pencên Tirkiyê xwe rizgar bike û bi wêrekî bêje, Em li kêleka gelê xwe li Rojavane, an jî destê xwe ji ser ENKS rake û bêje negirêdayî minin, girêdayî Tirkiyê ne, her wiha welatparêzên di nava ENKS de, wan kesayetên ku nikarin ji tora Istixbarata Tirkiyê rizgar bibin, ji xwe dûr bixînin, an jî mûdaxeleyeke Emrîkî were kirin ku karibe destûra ENKS ji Tirkiyê bixwaze, heger ne wihabe, bi dehan civîn û soz û xwedaxistin ji aliyê partiyên xweseriya demoqratîk û PYD ve, dê helwesta ENKS neguherînin, her wê buhane û arîşeyan derxînin.[1]