‘Bê dengiya saziyên navnetewî rê dide dagirkeriyê’
Dîlan Mulhim / Qamişlo
Dayîkên bajarê Qamişlo diyar kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê her roj êrişên xwe li ser #Rojavayê Kurdistanê# zêde dikê. Her wiha wisa gotin ” Li dijî bêdengiya hemberî wan kiryaran emê berxwe bidin”
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî vê rojan êrişî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û bi taybet herêmên di bin sîwana Rêveberiya Xweser de. Armanca dewleta Tirk qirkirina gelê Kurd û koçber kirina gelê herême ye, herwiha dixwazê imparatoriya Osmanî ji nûve vejîn bikê.
Di derbarê gef û êrişên dewleta Tirk yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, dayikên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.
‘Armanca dewleta Tirk jinûvevejînkirina imparatoriya Osmanî ye’
Nazî Betal anî li ser ziman ku dewleta Tirk a dagirker rojane êriş û gefan li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û wiha got: “Dewleta Tirk rojane gef û êrişên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dike. Herwiha piştî ketina rêjîma Bees û hatina hikumeta Sûriyê ya nû, dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê dîsa ji rewşa herêmê sûd wergirt ku êrişên xwe pêk bînê. Dixwaze êrişê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikê û tevahiya herêmên sînorî bikê bindestê xwe. Armanca dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelê kurde û vejîn kirina dewleta Osmanî ye. Di heman demê de erk dikeve li ser milê hêzên cîhanê ku li hemberî van kiryarên dewleta Tirk û çeteyan bê deng nemînin û helwesta xwe nîşan bidin.”
‘Em li ser soza şehîda ne’
Nazî Betal axaftina xwe wiha bi dawî kir: ” Em weke dayîkên şehîdan û gelê Kurd li piştgiriya QSD’ ê dikin û li ser fikir û felsefeya Rêber Apo ne. Herwiha dema ku zarokên me şehîd dikevin, helbet kezeba me dişewite lê me doza welatekî kiriye. Heta henasa azadiyê di laşê me de hebê em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo û şehîda bin. Gelên kurd hemû jî, pişta QSD ê ne û em ji şervanên xwe yên di çeperan de ne serkeftinê dixwazin. Rojavayê Kurdistanê bi hezaran şehîd dane. Em li ser riya van şehîdane û heta xwîn di canê me de hebe, em li ser axa xwe jiyan bikin. Gef û êrişên dewleta Tirk ticarî gelê Kurd bê îrade nake.”
‘Serkeftina QSD ’ê serkeftina gelê kurd e’
Iklîma Hisên di destpêka axftina xwe de wiha got: ” Em êrişên dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin ku roja ne keç û kortên me li ser destê wan şehîd dikevin. Herwiha dewleta Tirk tiştekî wê li axa Rojava nîne ku rojne êrişê dikê. Lê dixwaze ku gelê kurd koçber bike û axa Rojava dagir bike. Pêwîste gelê herêmê bi giştî bin destek û li hemberî êrişên dewleta Tirk rabin. Divê gelê kurd piştgiriya hêza QSD, ê bikê û ciwanên kurd rajin çek û bi hêza xwe re li pêşiya dijmin şer bikin. Di heman demê serkestina QSD‘ ê serkestina gelê kurd e.”
‘Em li ser doza şehîda ne’
Iklîma Hisên axftina xwe wiha bi dawî kir: ” Heta nefesa dawî em li ser axa xwe jiyan bikin û parastina axa xwe bikin. Herwiha tiştekî dewleta Tirk li ser axa Rojavayê Kurdistanê nîne ku rojane êrişî dikê û divê dewleta Tirk ji axa Rojava derkevê em êrişên dewleta Tirk şermezar dikin. Em piştgiriya gelên Şehbayê û şervanên xwe dikin, herwiha heta dema dawî em berxwedaniyê û têkoşînê bikin û em ê li ser soza şehîdên xwe bin. “[1]