Rêber Apo mînaka rêxistinbûyîn û berxwedanê ye
Ayşa Silêman/ Qamişlo
Hevserokê Insiyatîfa Parêzerên Sûriyê a Parastina Rêber
Abdullah OcalanAbdullah Ocalan , Mihemed Emîn Ni’êmî diyar kir ku dewleta Tirk bi meşandina sîstema işkence û dayîna cezayê displînê li dijî Rêber Apo sûcekî dijmirovî dike û wiha got: “Rêber Apo mînaka berxwedan û rêxistibûyînê ye.”
Bi destpêkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an, li dijî Rêber Apo ristika binpêkirina zagonên Navdewletî dest pê kir û dewam kir. Piştî dîlgirtina Rêber Apo di 15 Sibata 1999’an de, ew li girtîgeha Çmraliyê hat ragirtin, ji wê demê ve û heta niha sîstema işkence û qirkirinê li dijî wî tê meşand. Ev çend salên dawî dagirkeriya tirk bi hincetên ji rastiyê dûr û bi awayekî domdar cezayê displînê li ser Rêber Apo ferz dike, herwiha nahêle ku malbat û parêzerên wê pê re hevdîtinan bikin.
Di derbarê binpêkirinên zagonî yên li dijî Rêber Apo tên kirin, hevserokê Insiyatîfa Parêzerên Sûriyê a Parastina Rêber Abdullah Ocalan, Mihemed Emîn Ni’êmî ji Rojnameya me re axivî.
Binpêkirina zagonên navneteweyî
Ni’êmî da zanîn ku dewleta Tirk her tiştê ku girêdayî maf û zagonên navdewletî di derheqê rêber Apo de binpê kir, di kesayeta Rêber Apo de wek qirkirinekî pêk tîne û wiha got: ” Ev yek li hember gelê ku di Rojhilata navîn de jiyan dike jî pêk tê. Ji ber ku Rêber Apo hêviya gela ye. Hemû sûcên ku tên kirin li dijî mirovahiyê ne, pêwîste serkêşên dewleta Tirk were darizandin. Di heman demê de ev tecrîda ku ji sala 2021’an tu kesî agahî jê nedizanîn, ev yek jî sûcekî dij miroviye li gor xala 7’an a sîstema 1998’an ew sûcê ku nedîtina kesekî girtî. Di heman demê de işkenceyên li ser Rêber Apo ji dema ku hat girtin heta roja îro û sûc, tecrîd û binpêkirina tevahî mafên Rêber Apo di girtîgehê de. Çi kesê ku tê di girtî xwedî mafe, lê dewleta Tirk Rêber Apo ji hemû mafan bin pêkiriye. Sedema çêbûn û berdewam kirina vê binpêkirinê, ji ber ku dezgehên navdewletî xwe ker û lal dike. Yên ku xwe bi nav dike ku li ser sûcên girêdayî mafên mirovan û binpêkirina zagonên navdewletî disekinin. Ev dezgeh bi erkê xwe ranabin bi taybet SPT’î ya li dijî işkenceyê ye ji bo kesê girtî.”
Têkoşîna gel ji bo azadiya Rêber Apo
Ni’êmî berdewamî da axaftinê xwe û wiha got: “Ji 10’ê Cotmeha 2023’an de pêngavek cîhanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pêkir, ev pêngav ji 74 navendên cîhanî dest pê kir û silogana wê “Azadiya fîzîkî ji Rêber Apo re û çareserî ji pirsgirêka gelê kurd re”. Gel ev pêngav girtin li ser milê xwe û biryar dan ku gavê neavêje ber bi paş ve heya ku bighêjin encamekî. Rojane gel ji bo vê yekê têkoşînê dikin û hemû parêzeran jî soz dan ku bi vê insiyatîfê re bin gav bigav heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidest bixin. Yek ji encamên vê pêngava cîhanî ku dewleta Tirk ket çarçoveye teng de û tu çare jê re neman, loma qebûl kir ku Omer Ocelqan sardana ebdulah Ocelan bike. Piştî hevdîtina Omer Ocelan ji Rêber apo re nameya wî da xuyanîkirin û ragihand. Di heman demê de rewş û sîstema girtîgehê bû mijar û li cîhanê belav bû û ji herderî destek dan vê pêngavê û vê ev pêngav ranaweste heya ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.”
Mafê hêviyê
Hevserokê Insiyatîfa Parêzerên Sûriyê a Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn Ni’êmî axaftina xwe bidawî kir û wiha got: “Li gor Mafê hêviyê ew e ku çi kesê ku 25 salên wan di girtîgehê de çêbûyîn yan jî temenê wan ji 75’î salî mezintir bûye pêwîste ji girtîgehê derkevin. Lê Rêber Apo ev herdu yek jî derbas kirin û hîn jî tu biryar di derheqê wî de derneketine. Cezayê dispilînê yên ku dewleta Tirk li ser Rêber Apo pêk tîne jî tu zagon vê yekê qebûl nakin. Dewleta Tirk bixwe sûcekî dike ku cezayê dispilînê dide Rêber Apo yê ku ew bixwe bav û mînaka rêxistinbûyînê ye. Dadgeha Ewropî ji dewleta Tirk jî mafê hêviyê xwest lê dîsa jî dewleta Tirk ev yek paş gih kir. Dem danê ku ji niha û heya meha Îlonê ya sala 2025’an pêwîste vê cezayî li ser rêber Apo rake û azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Lewra ji hemû gelên azadîxwaz tê xwestin ku têkoşînê bikin û gavên ber bipêş ve bavêjin.”
[1]