Şer û xiyanet
Volqan Elî
Sal 1938! Cîhan ber bi dojehekê ve digindire. #Şerê# Cîhanê yê Duyemîn! Ev tufanek e, lê naşibe tufana Nûh Pêxember. Ji ber ku yê vê carê biryara tufanê dane însan in (!), axayên şer in. Wê di encama şer de bi deh milyonan mirov bimirana, cîhan ji nû ve li hev parve bikirana!
Di heman pêvajoyê de welatê agir û rojê Kurdistan, çawa ku bi sedan sal bû di agirê qirêj ê dijminan de şewitîbû, herî dawî tevî berxwdana Seyid Riza jî nekarîbû ji agirê qirêj ê îblîsan xwe xelas bike. Sed mixabin ku ev ne ji ber quwet û zîrekiya dijmin bû!
Çawa ku kurm li darekê bikeve, êdî xelasiya darê zehmet e; baskê Pîr Seyîd Riza jî bi xiyaneta Rayber û Zeynel, di şerê di jî leşkerên Mistoyê Kor (leşkerên Komara Tirk) de şikestibû. Rayber xismê herî nêzîkî Wî bû. Gava ku Rayber rûyê xwe yê tev bi jehr nîşanî Elî Şêr ê mifteya welatê Dêrsimê û Zerîfe dabû, ew bi vê rewşê xapiyabûn. Naxwe du şêrên çiyan, di şeran de ti car têk neçûbûn. Têkçûna Elî Şerê fermandar, rêber û hozanê welat, bibû sedema têkçûna Dêrsima welatê çiyan. Bi têkçûna Dêrsimê ne tenê bi hezaran Kurdên bê guneh, zarok, jin û êxtiyar di şikeftan de bi dermanên mişkan hatin xeniqandin, Kurdistan kete qonaxeke nedîtî tarî û bêdengiyê. Çiya bi çiya, mezra bi mezra, gund bi gund, bajar bi bajar hemû Kurdistan ji nû ve hate dagirkirin. Heta bi şaneya herî biçûk a mejiyê însanê Kurd hate dagirkirin. Kurd ketin gereke bê binî ya tirs, ji xwe revîn û xiyanetê.
Vaye di van mercan de jî herî kêm li parçeyê welêt ê Bakur, Kurdan pêşwaziya Şerê Cîhanê yê Duyemîn dikir. Dêrsim! Hêviya herî dawî ya Kurdan! Bi alîkariya Rayberan êdî di devê ‘gurên boz’ de bû. Ji wê jî xirabtir, bi Rayberan, xiyaneta heyî kokê xwe kûrtir ajotibû.
Di sedsala 21. de jî û bi taybetî di van rojan de Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi hemû xwînxwarî û dirindebûna xwe didome. Ji ber çi, şerekî xwînxwar e? Ji ber ku ev şer, ne şerê gel û bindestan e. Şer, şerê parvekirinê ye; çawa ku di yê yekemîn û yê duyemîn de bûye… Şerê gel ê şoreşgerî û şerê bindestan bi şiklekî cuda tê meşandin. Di vê tevlîhevî û gengeşiyê de, dijminê qedîm ê gelê Kurd kêm maye were têkbirin. Şervanên azadiya gelê Kurd, tevî hemû mercên giran ên heyî, li dijî dewleta dagirker ev çil sal in bi saya welatparêziyeke bê hempa ya gelê Kurd şer dikin. Mercên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, li ser gerîlayên azadiyê têra xwe giranî çêdike. Wekî ku têrê nekiribe bi ser de jî bargiraniya xiyaneta Malbata Barzanî…
Em nakevin nav dahûrandina nazarî ya xiyaneta vê malbatê. Jixwe pir jî ne hewce ye. Çima? Ji ber ku her tişt li ber çavan e. Serdem ne serdema Rayberan e ku piştî bi salan hin tişt derkevin holê. Çawa ku Rayber û Zeynel pê mijûl bû ku serê pîroz ê Elîşêrê serlehengê Qoçgîrî û şêrejina Zerîfe jê veke û biavêje tûrê li pişta xwe da ku teslîmî leşkerên Tirk bike, niha jî Mala Barzanî hê mehên destpêkê yên şerê dawî, dabû li ser rêyên Zandora. Çima? Ji ber ku Osmaniyan nedikarîn berxwedana gerîla bişkînin. Bi rê û dirban jî bi xweşikî nedizanîn. Kê dizanî? Evîndarên welatê xwe gerîla… jixwe ew jî li wir bûn singa xwe bi salan e dabûn ber top û tifingên dagirkeriyê… tî û birçî, bê xew û bi evîndarî… ji Fermandariya Giştî ya Gerîla ferman hatibû ku eger derfetên berxwedanê nemabin ew dikarin bêyî ku ruhê dagirkerî û xiyanetê pê bihese, xwe bidin aliyekî. Tevî vê gerîlayên azadiyê biryar dabûn ku ruhê xwe yê şêrîn teslîmî nav baskên teyrûbazên Zandoreyê bikin. Sal 2021 bû.
Xiyaneta vê Malbata nêviyên Rayberan beşeke mezin kiribû pere û xistibû benqeyên li Ewrûpayê. Em van tiştan ji ku dizanin? Tv24 û Rûdaw!.. Di şaşikên Tv’yên xwe de diketin şikefta Zandoreyê. Ji gerîla re çêr dikirin, xeberên ne xweş ji wan re dikirin! Kî dizane, her hal dema ketibûn ber leşkerên dagirker zirava wan qetiyabû!
Di vê navberê de şer giran bû, dijminê gelê Kurd bi alîkariya Malbata Barzanî bi dehan gerîla bi çekên kîmyawî xeniqandin. Dema ku dagirkerî tengav bû, nekarîbû xwe li ber gurzê gerîla ragire, Xêrxwaziya Barzaniyan jêre bûn rê, mewzî û sîber. Herî dawî li Zapê, leşkerên Tirk dema li ber ala vê malbatê di xew re çûbûn, gerîla ruhê wan stand. Lê laşê wan ê genî ket para Malbata Barzanî. Di kamerayên gerîla de erebeyên bi cendekê leşkeran barkirî xwe digihand baregeha dagirkeriyê. Xiyaneta Rayber û Yêzdanşêr li ber vê xiyanetê wekî fêrîşteyê Xweda ku bi heft avên zemzemê hatiye şûstin dimîne.[1]