Ji bona #komkujiya# Kurdan ji Trump destur bigirin an na?
Zeki Bedran
Çapemeniya Erdogan ji bo holêrakirina Rojava û dawî anîna Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Surî nîqaşeke kûr daye destpêkirin. TRT’ê û çapemeniya alîgir a dewletê hemû di bin fermana Erdogan de ye. Ev amûrên ku ji milê baca gel ve aborîyê we tê rêvebirin, bi tevahî di rewşa bikaranîna şerê taybet de ne. Êrîşên ku hê li bejahî, hewayî û di qadê de destpê nekirine bi destê çapemeniyê ve hatine destpê kirin. Kesên ku wek amûrên şerê taybet bikar tînin di bin navên Profesor, Doçent, bijîşk, pispor û hwd. ve derdixin li hemberî gel. Di salên 1990’î de generalên teqawît bûne, çapemenî dagir dikirin, qada nîqaşê jehrî dikirin, gotin di cih de be hişmendîya gel radest digirin. Ya ku Erdogan niha dike jî, ji bo berê rihmetê dide xwendinê.
Piştî ku Trump hate hilbijartin ji bo êrîşên komkujiyê Erdogan îştahekî zêdetir ve diaxive. Berê bi hevkirina Trump re qada hewayî dabû vekirinê û bi vê avayê Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirîbû. Vê carê piştî ku Trump hat hê peyama xwe ya yekem de li ser Rojava û YPG’ê dest bazariyê kir. Tirkiye qaşo ji bo sînorên xwe biparêze artêşa xwe xistiye Sûrîyê. Erîş, dagirkerî û baregehên ku li Iraqê avakiriye jî em datînin aliyekî. Li hember Tirkiyê hêza Kurda û Rojava ya ji bo buyna gef nîne. Hêz û parastina hewayî û artêşa kurdan nîne. Ger ku hebûya Tirkiyê wisa her rojê nikarîbû gef ji kurdan bixwe û balafiran ve her roj êrîşên qadên jiyanî bike. Dîsa tu demê erîşeke Kurdan li ser sînorên Tirkiyê çênebûye. Gundekî wan yê hatiye dagirkirin nîne. Kurdan ji Tirkiyê re şer jî îlan nekirine. Şerê yek alî yê Tirkiyê ya tunekirinê û çokdanînê heye.
Erdogan bi pesindayinê ve dibêje me sînor aniye di asta çûk nefire. Sînorên Sûrî de serî heta binî bi dîwaran ve hatiye girtin, bi teknîkeke pêşketî ve her cih bi şev roj tê çavdêr kirin. Di cîhanê de sînorên ku herî zêde li ser însan têne kuştin sînorê Tirkiyê ye. Tirkiye ji bo ‘sînor û ewlehiyê’ Sûrî dagir kirî ye, axa Kurdan aniye asteke nejîyankirinê. Niha li Efrînê û qadên dagirkirî yên din de PKK an jî YPG nîne. Wê demê çima Kurd nikarin vegerin li ser axa xwe? Mekanên dîrokî ên Kurdan li wan tên paqijkirin. Li ber çavên cîhanê paqijiya etnîkî tê kirin. Sedhezaran însanên din çima li van herêman tên bi cîh kirin?
Ev tiştên ku Tirkiye dike dide xuya kirin ku ne ji ber pirsgirêka wan ya ji PKK’ê û YPG’ê re ye. Pirsgirêka wan yên bingehîn gelê Kurd e. Kurdên ku mafê xwe digerin, li wê hemberî polîtîkaya bişaftinê disekinin yên wan kiryaran na pejirînin ji bo wan dijmin in. Ev rastiyeke pir vekirî û bê nîqaş e. Ger ku wisa nebûya guhertina demografik pêknedianîn. Heremên ku wek Efrînê ên ku bin Rêveberîya Xweser de dihat rêvebirin, zimanê perwerdê Kurdî bû. Karê dagirkera yê yekem qedexekirina perwerdeya Kurdî bû.
Nîqaşên ku çapemeniya Tirkiyê de tên meşandin bê sînor didomin. Ji bo Kurdan ti mafekî jîyanî û pîvan nayê berçav kirin. Kiryarên ku li ser axa Sûrî dimeşînin, weke ku welatek cûda nîne, nav sînorên Tirkîyê ne ji rêzê nêz dibin. Komkujî û qirkirina gelan wek mafên xwe dibînin. Gel jî dikin parçeyekî sûcên xwe. Pirsgirêka Kurd ji bo Erdogan buye mijareke lîstokên deshilatdariyê û bêbandorkirina mûxalefetê.
Wisa tê fêmkirin ku hevdîtinên di Astanayê de Rusyayê sefereke din ya Tirkiyê ji bo li ser Sûrî ne pejirandiy ê. Derfetên me yê agahî di nava çavkaniyek xwecihî bigirin nîne lê rojevên ku diteyîsin çapemeniyê de wisa tê xuyakirin. Nûnerê Taybet ê Pûtîn yê li Sûriyê Aleksandr Lavrentyev dibêje ‘’Em li dijî planên dagirkeriyê ên Tirkiyê ne. Evê heremê zêdetir neyînî bandor bike.’’ Rewşa heyî de Rêvebirî û çapemeniya Tirk zêde vê nîqaş nake. Ew ketine hîn xeyalên din. ‘’Hin wezîrên ku Trump hilbijartiye piştgirîyê didin Kurdan û YPG’ê!..’’
Lê belê yên ku nîqaşan de nîyetên xwe yên cevherî derdixin holê jî hene. Dibêjin ‘’Li Sûriyê de Kurd ji bo me tenê pirsgirêka ewlehiyê nînin. Xeterîyeke zêdetir ya stratejîk heye.’’ Dibêjin ‘Ev xeterî di asta demdirêj de ji bo Yek Milet, Yek Dewlet, Yek Ziman û hwd heye.’ Ango Kurd derveyê sînorên Tirkan jî eger hebin û bi nasnameya xwe ve jiyan bikin ev ji bo Tirkiyê xeter e. Wisa difikirin ku wê demê bişaftina Kurdên di nava Tirkiyê de dê zihmettir bibe. Li holê ye ku ev şêwaz fikirandin di nava xwe de raste rast komkujiya kurdan dihewî ne. Ji ber vê yekê divê mirovên rewşenbîr û demokrat van nîqaşan li gor vê binirxînin û li hember komkujiyê divê çi were kirin pêşîya wê bigrin û helwest raber bikin.[1]