Neteweperestiya seretayî a Kurd
Volqan Elî
Feraseta neteweperestî ya netew-dewletê, yan jî çêbûna #neteweyên# cur be cur wekî forma Awrûpî (neteweyên ku tenê çandekê esas digirin, tenê sînorê dewletekê bingeh digirin û hwd.) zêde ne li gorî rastiya Rojhilata Navîn e. Yanî ev feraseta netew-dewletê, ev forma neteweyan ku yek rengî, yek çandê esas digirin ji derve li ser Rojhilata Navîn hatine ferzkirin.
Awrûpa-cîhana Rojavayî piştî şerên xwînavî yê bi sedsalan, bi nijadperestî, olperestî û bi pêşengtiya modernîteya sermayedar, ji xwe re dewlet û sîstem çêkirine, xwîn û keda gelan tev kiriye xizmeta xwe. Dema ku êdî bi kêrê wî nehatiye, di dawiya dawî de ji vê feraseta netew-dewletê dest berdaye. Niha hewl dide hemû netewe-dewletên di serî de Rojhilata Navîn û li cîhanê dîzayn bike. Hemû ev pratîka wî nayê wateya ku ji neteweperestiyên xwe, dest berdaye. Na! eger îro di salekê de bi deh hezaran ereb û filîstînî ji bo projeyeke hêzên hegemon hatibe kuştin wateya wê ev e.
Dema ku em îro li xwe dizivirin, li Rojhilata Navîn û Kurdistanê dinêrin em bi çi re rû bi rû dimînin? Kurdistan sed salî ji beriya vê di nav çar netewe-dewletên dagirker de kiribûn çar parçe. Piştî pêvajoyeke tev jenosîd û pişaftin, wekî neteweya Kurd pirsgirêka me ne tenê yekkirina van çar parçeyên Kurdistanê ye; pirsgirêk ewqasî giran bûye hema bêje her Kurdek, bûye parçeyekî cuda. Di van mercan de hin hêzên ku xwe Kurd dihesibînin, tenê ji xwe re parçeyekî bingeh digirin, heta beşekî girîng ê wî parçeyî jî difiroşin dijminên Kurdan. Hûn ê bêjin berpirsiyarê vê kî ye? Bersiva vê pirsê ne ku nizanim li pişta kîjan çiyayî ye: Malbata Barzanî û paşxaneya dîrokî ya vê ‘malbata’ navborî hê bi êş e.
Tiştên ku em ê bêjin, ne gotinên me ne, arşîvên dîrokî ne: PDK’ê bi eslê xwe ne Partiyeke Başur e yan jî li Başûr nehatiye avakirin. Di avakirina wê de Malbata Barzanî ne xwediyê rolê ye jî. Lê piştî ku li Rojhilat tê avakirin bi demê re ew jî tevlî dibin. Werhasil, piştî ku PDK’ê ava dibe rêxistina xwe li Başur-Iraqê jî ava dike. Ev ji aliyê vê malbatê ve cara yekemîn wekî PDK’ê tê veguherandin bi rêxistineke malbatî.
Dema ku Komara Demokratîk a Kurdistanê ava dibe ew jî diçin cem Qazî Mihamed. Mele Mistefa Barzanî, berpirsiyarê ewlekariya Komara Demokratîk a Kurdistanê ye. Dema ku cîhan di mercên şerê cîhanê yê duyemîn de desteka xwe ji komarê dikişîne, Mele Mistefa, Qazî Mihemed û komarê li ber rehma Şahê Îranê dihêle û berê xwe dide Rûsyayê.
Di 1958’an de Abdul Kerîm Qasim li Iraqê bi derbeyekê dewletê dixe destê xwe û Mistefa Barzanî tîne cem xwe. Bi wî re gelek peymanan çêdike. Herwiha derfet peyda dibin ku herî kêm li Iraqê hinekê pirsgirêka Kurd çaraser bibe. Lê belê Malbata Barzanî, bi rêya berdevkê xwê yê li Libnanê nameyekê ji Nixsonê Serokê wê demê yê DYE’ê re dişîne ku ‘ew amade ne li dijî dijminên Emerîkayê şer bikin’. Di encamê de şerê bi Iraqê re ji nû ve dest pê dike. Dijminên Emerîkayê yên wê demê kî ne (salên 1960-70’î)? Di serî de Iraq e, hêzên komînîst ên Iraqî ne û ya herî girîng jî Kurdên welatparêz-şoreşger ên wekî Saît Elçi û Sait Kirmizi Toprak ku hewl didin li dijî dagirkerên Tirk dest bi şerê Gerîla bikin. Ev malbat çi dike? Bi komployekê, her du şoreşgeran (Sait Elçi û Sait Kirmizi Toprak) tasfiye dikin.
Ne tenê ev, lê gelek partiyên welatparêz ên Rojhilat di demên cuda de tune dike. Dîsa li dijî gelek hêzên komînîst ên Iraqî di wan serdeman de kuştinan pêk tîne. Herî dawî di sala 1975’an de grupa YNK’ê ya di bin berpirsiyariya Elî Esker de tasfiye dike (li gorî hin daneyan hezar Pêşmerge tên şehîdxistin).
Ev tenê çend mînak ji kirinên vê malbatê ne. Eger hişmendî ev be ku ‘tenê ji malbata min re, tenê ji herêma min re tenê ji tebeqaya min re, tenê ji vî yan jî wî emperyalîst î’ sibe-du sibe ne dûr e ku li cem gelê ereb, li cem gelê fars pirsgirêkên sînoran derkevin. Mînaka Cotmeha 2017’an li ber çavan e. Qaşo propagandaya ‘serxwebûna Kurdistanê’ kirin. Ew jî bi defdana hin hêzên ji derve… di encam de hem gelê Kurd destkeftiyên xwe ji dest dan û hem jî netew-dewletên tirk, ereb û fars dubare gihandin hev. Armanc qaşo ‘netewe-dewleta Kurd’ bû. Wekî gotinek pêşiyan dibêje; Malbata Barzanî çû da ku birincê ji xwe re bîne, gelê Kurd ji savara li malê bû![1]