Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê serî ji dagirkeran re natwîn in’
Yasmîn Omo / Hesekê
Dagirkeriya tirk êrişên qirkirinê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Rojnameger Mêrxan Emadî diyar kir ku dagirkeriya Tirk tevahiya zagonên navneteweyî binpê dike û cîhan bêdendge.
Careke din ji bo qirkirina gelên herêmê dagirkeriya Tirk di şeva 23’ê Cotmehê de, dest bi êrişeke berfireh li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Dagirkeriyê di êirşên xwe de rasterast binesaziya herêmê, navendên stratejîk, xizmetguzarî, sivîl û mal û milkên wan dike hedef. Di encama êrişan de, bi 10’an welatî şehîd bûne û binesaziya herêmêm ziyanên gelek mezin dîtiye.
Di derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Bakur û Rojhilat Sûriyê Rojnameger Mêrxan Emadî ji rojnameya mere axivî .
Mêrxan Emadî di destpêka axaftina xwe de wiha got: ‘‘ Armanca van êrîşên hovane ku dagirkeriya Tirk li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, têkbirina ewlekarî û aramiya herêmê ye, ev aramiya ku piştî demeke dirêj ji berxwedanê hate bidestxistin, dagirkerî dixwaze têk bibe. Ev êrîşên dagirkeriya Tirk ji rewşa Rojhilata Navîn ne qute, niha dagirkeriya Tirk û hevalbendên wê dixwazin projeya Rêveberiya Xweser têk bibin.”
Emadî di berdewama axaftina xwe de got: ‘‘ Tirkiyê di qonaxa lewazî û kirîzên navxweyî û derve re derbas dibe û dizane ku ji xeynî danûstendin û çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk wê nikaribe xwe ji van qeyranan rizgar bike . Her pirojeyek deomkratîk ku kurd tê de roleke bingehîn bilîzin û her pirojeyek demokratîk a ku kurd pêşengiya wê bike weke metirsî li ser mayîna rêjîma xwe dibîne.’’
Rojnameger Mêrxan Emadî axaftina xwe wiha qedand: “Dagirkeriya Tirk ji bo çareseriya pirsgiyêka kurd ne amadeye û di qirkirinê de israr dike û Rûsya û Amêrîka jî bi bêdengiya mayinde weke hevparê van komkujiyan tên dîtin. Divê gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pişt rêveberî û hêzên xwe bibin yek û parastina pirojeya xwe ya demokratîk a ku bi hezaran şehîdan ji bo wê şekîd ketin û berxwedana gelan jî weke wê biparêzin . Efsaneya terorî yak u DAIŞ‘ê tmsîl dike hilweşîne , wê pilanên dagirkeriya Tirk û kêzên li pişt wan bişkîne ’’.[1]