‘Armanca kongirê çaareserkirina aloziya Sûriyê ye’
Ayşa Silêman/ Qamişlo
Ji bo diyarkirina siberoja
SûriyêSûriyê , di 25 – 26’ê Cotmehê de, di bin navê “Rêya Demokratîk ya Sûrî” kongirek ji aliyê partî, rêxistin û kesayetên Sûrî ve li Biroksilê hat li darxistin. Hevserokê Encûmena Ciwanên Sûriya Demokratîk ya MSD’ê Nasir Nesro diyar kir ku armanca sereke ya kongirê çareserkirina kirîza Sûriya û diyarkirina siberoja tevahiya pêkhatiyan e.
Di derbarê lidarxistina kongireya Rêya Demokratîk ya Sûrî hevserokê Encûmena Ciwanên Sûriya Demokratîk MSD- Ciwan Nasir Nesro bersiva pirsên Rojnameya me da, hevpeyvîn wiha bû:
Hûn girîngiya lidarxistina kongireyê di divê dema hestiyar de çawa dinirxînin?
Lidarxistin kongirê di vê demê de, derbarê nîqaşkirina aloziyên ku Sûrî têre derbas dibe, wek gaveke erênî û serkeftî bû. Ji ber ku Sûriyê di parçebûnekê de jiyan dike. Ev 4 sal in ku amadekirin ji bo vê kongirê dihat kirin da ku hemû kesayetên demokratîk û yên serbixwe li hev bi civin û nîqaşê çareserkirinê bikin. Di heman demê de gelek komxebatên cûr bi cûr li Stokholmê hatin lidarxistin. Di van komxebata de nîqaş li ser çawaniya kombûn, çawaniya nirxandina alûziya Sûriyê û çawa bikaribin Sûriyeke ewle bidin avakirin. Bi vê armancê gelek aştîxwaz li hev civiyan ji bo li darxistina xebatekî hevbeş di Sûrî de. Armanca ji vê yekê ew bû ku em bikaribin bihev re çarenûsa xwe diyar bikin. Gavekî bi vî rengî di rewşeke wisa de erênî bû, ji ber ku gelek aliyên Navdewletî jî destwerdanên xwe dikin ku Sûriyê dagir bikin yan jî bi rêbazekî ne raste rast dagirkeriya xwe li ser ferz bikin. Hêzên wek dagirkeriya Tirk, rêjîma Îran, Hikumeta Israîl, dewleta Rûsya û Emerîkayê, ev hêz hemû jî bi şêwazên cûda hêzên xwe di Sûriyê de bikar anîn. Di heman demê de dewletên ereb wek erebistana Siodî, Qeter û Misirê jî hat dîtin ku ji her derî çawa destê xwe dirêjî axa Sûriyê kirin. Yanî rola wan hebû di perçekirina axa Sûriyê de. Her wiha herêmên ku niha di xaka Sûriyê de hatine dagirkirin û di dema berê de gelek herêm hatin dagirkirin û jibîrkirin. Ji berê de destwerdanên wisa hene ku çawa herêmên wiha dagirbikin û erdingariya xwe zêde bikin. Di vir de em dixwazin isbat bikin ku çawa ev kongir dibe gavek erênî û dîrokî ji bo gelê Sûriyê. Di sedsala ku niha em jiyan dikin gelek pirojeyên cûr bi cûr hene ku dixwazin xaka Rojhilata Navîn dagirbikin û ji nû ve rojhilateke Navîn saz bikin.
Her wiha wek insiyatîf jî gelek kes ji gelek aliyan ve hat ragihandin, yek ji wan jî Meclisa Sûriya ya Demokratîk MSD’ê jî xwedî rolekî bû di amadekirina vê gavê û xebatekî bi vî rengî de. Dema amadekirina vê kongirê de jî sedema rewşa ewlehiyê gelek astengî hatin dîtin ji ber ku li gor pilanê pêwîst bû di sala 2022’an de were li darxistin. Divê kongirê de hat diyar kirin ku gelên Sûriyê çawa bikaribin herêma xwe birêve bibin, her wiha alozî û pirsgirêkên ku em jiyan dikin çareserkirina wan di nîqaş û guftûgoyên Sûrî-Sûrî de were kirin, yanî bê ku dewletên ji derve mudaxele bikin were çareserkirin. Gelek nîqaş û nêrîn hatin lidarxistin, da ku di encamê de bikaribin yek nêrîn û yek xebat were meşandin û bikaribin aloziya Sûriyê derbas bikin. Her wiha gelê Sûriyê bighêjin astekê ku ew bi xwe di herêmên xwe de tenê jiyan bikin û biryarên xwe bidin. Girîngiya lidarxistina vê kongirê bi vî rengî em didin, hat isbatkirin ji hemû şopîneran re ku gelên Sûriyê dikarin li hev bicivin û dikare pirojeyên xwe kom bikin û bihev re nîqaş bikin û bighîjin çareseriyê. Kesên ku di vê kongirê de amade bûn jî di nêrînên xwe de dan diyarkirin ku dixwazin Sûriyeke demokrat ava bikin, Sûriyeke bê sîstema desthilatdar.
Alî û kesên ku di kongirê de amade bûn kî bûn û babetên sereke yên ku hatin nîqaşkirin çi bûn?
Hijmara kesên Sûrî yên ku di kongirê de hazir bûn zêdeyê 100 kesî bûn, ev kesên ku ji bo demokraskirina Sûriyê tekoşînê didin meşandin. Di heman demê de zêdeyî 35 kesî bi riya onlayînê tevî kongirê jî bûn. Kesên ku amadebûn ji herêmên cûr bi cûr yên Sûriyê bûn. Kesên wek mêvan hatibûn saziya Olîf Palma ya ku gelek alîkarî da di mijara lidarxistina vê kongirê de û mijarên lihevkirin û nêzîkbûna aliyên Sûrî de, Rêxistina Qomîteya Siyasî ya Siwêda, Encûmena Sûrî ya Demokratîk. Nêzî 35 heta 40 rêxistinan ji hemû deverên Sûriyê hatibûn. Zêdetirî 30 kesên serbixwe jî tevlî vê kongirê bibûn. Ev endamên ku di kongirê de hazir bûn, roleke wan ya erênî hebû ku bikaribin bihev re xebatên hebeş bidin meşandin, da ku ev kongir bi ser bikeve û bighêje astekî ku bikaribe Sûriyeke demokratîk ava bike û hemû gelê Sûriyê xwedî rol û erk bin têde. Destpêkirina roja yekem ji kongirê di 25’ê Cotmehê de bi xêrhatina hemû mêvanan dest pê kir. Axaftina destpêkê ya Komîta Amadekar ji bo kongireya “Riya Demokrasiya Sûriyê”, paşê mêvanên hazir wan jî axaftinên xwe kirin. Paşê dîwana kongir hat hilbijartin, dîwan jî ji 5 kesan pêk dihat ev di rûniştina yekemîn de bû.
Di rûniştina duyem de jî nirxandina rewşa siyasî ya Sûrî û astengiyên ku têre derbas dibe li ser asta Sûriyê hat nîqaşkirin. Herkesî karî bi rehetî nêrîna xwe bide û nêrîna hevpar ew bû ku rewşa niha Sûriyê têre derbas dibe sedema sîstema desthilatdar e ya ku her tişt xistiye destê xwe de. Herwiha nîqaş li çawaniya meşandina siyasetê di herêmê de hat kirin. Di rûniştina sêyemîn de nirxandin li ser avakirina Sûriyeke bi çi rengî dixwazin hat kirin. Di vê çarçoveyê de nîqaş çêbûn, herwiha xalên sereke hebûn ku hatin guftûgokirin; yek ji wan nasnameya Sûrî ya nîştîmanî çi ye, ya nenavendî çi ye û dozên netewî çi ne. Di heman demê de madeyên bingehîn a destûra Sûriyê jî hat nîqaşkirin ku Sûriyeke çawa dixwazin, çawa têkoşîn û xebatê bidin meşandin. Mirov dikare bêje ku ev nîqaşên ku hatin kirin dagirtî bûn û hemû haziran nêrînên xwe parvekirin û hat diyarkirin ku heta çi astê kesên hazir xema rewşa Sûriyê dixwin. Di nav van xalan de jî mijarek taybet ji bo istratîjiyên heyî yên ku rola jin û ciwanan aktîf dikin, hebû. Di vir de hat gotin ku rêjîm û desthilatdar çawa kesayeta civakê vala derxistibûn bi taybet jin û ciwan dûrî cewherê wan xistibûn. Em wek Riya Demokrasiya Sûrî çawa dikarin rola ciwan û jinan di vê pirojeya siyasî de bidin avakirin.
Biryarên ku di dawiya kongirê de hatine girtin çi ne?
Di encamê de biryar hat girtin ku wê Encûmena Rêveberiya giştî derkeve, wê ev encûmen şopandina xebatên riya demokrasiyê ji bo avakirina Sûriyeke ku ev kesên ku kombûne daxwaza wê dikin. Piştî vê yekê nîqaş hat kirin ku wê pilansaziya vê encûmenê wê çibe. Hilbijartina kesên ku bibin endamên vê encûmenê hat çêkirin. Ev encûmen ji 23 kesên ku dikarin xebatan bidin meşandin, pêk hat. Di nav wan de jî desteya cîbicîkar derket, her wiha wê hevserokatiya vê encûmanê jî bê hilbijartin. Herwiha nûnerên ciwan û jinan jî ku di kongirê de hebûn ,çawa wê bikaribin rêxistibûna xwe bi rêbazekî demokrat bidin avakirin. Li ser vî esasî gelek biryarên girîng di vê kongirê de hatin girtin.
Encamnameya vê kongirê jî wiha bû:
-Yekîtiya erdîngariya Sûriyê û ya gelê Sûriye jî da ku Sûriyeke ku em dixwazin were avakirin.
-Çareseriya aloziya Sûriyê çareseriyeke siyasiye pêwîste hemû pirojeyên ku werin avakirin li ser vê bingehê bin.
-Veguherîna siyasî pêwîste bi riya NY, Rêxistinên Navneteweyî û biryara 2254 were li darxistin, hemû kesên Sûrî nûnertiya wan di nav avakirina Sûriya pêşerojê de hebe û giraniya wan di vê pirojeyê de hebe û xwedî çarçoveyeke zagonî be.
-Nasnameya neştîmanî Sûrî li ser hemû nasnameyên din û giranî dayîna wê û xwedî bingeh be.
-Wekheviya zayendan berçavan were derbaskirin û di hemû aliyan de nûnertiya zayendan hebe.
-Pêwîstiya qutkirina ol ji dewletê û avakirina lihevkirineke civakî ku hemû pêkhateyên Sûrî cihê xwe di nav de bigirin.
-Mafê hemû pêkhateyên Sûrî were parastin.
-Avakirina destûrekî giran û lihevhatî ku bibe alîkar di avakirina Sûriyeke nû ku hemû netew û ol cihê xwe di nav de bigirin.
[1]