HilbijartinHilbijartin redkirin e
Remezan Olçen
Di demokrasiya temsîlî de hilbijartin qonaxeke girîng destnîşan dikin. Ji ber ku ji bo demekî diyarkirî civak nûnerên xwe hildibijêrin. Di hilbijartinê de bernameya partiyan, profîla namzetan, weadên wan her çend ji bo destnîşankirina reng û dengê peresîbûn esasî bên dîtin jî li Rojhilata Navîn her tişt weke teoriyê nameşe. Heta demokrasiya temsîlî jî di esasê xwe de ne nîv-demokrasî ye jî. Lê tevî hemû kêmî û kurtiyan danîna sindoqê lazim e mirov biçûk nebîne. Ji ber ku di encama têkoşîna bi sedê salan a civakan de qet nebe sindoq tê meydanê.
Niha li Başûrê Kurdistanê jî sindoq li meydanê ye. Li Başûrê welat hilbijartinên parlemenê pêk hatin. Dema min ev nivîs dinivîsî karmend û pêşmerge dengê xwe bi kar anîbûn. Li gorî daneyên despêkê hêza sereke û zordest PDK dek û dolab gerandine û bi hezaran deng betal kirine. Ev jî bi serê xwe hewcehî bi analîzekê dike. Ji bo çi deng tên betalkirin? Li vê derê tişta tê texmînkirin ew e PDK’ê ya ku êdî ji ber tirsa siyaseta xwe ya xiyanetkar û gendel nikare ji bo civaka Başûr ti tiştekî bibêje. Hem di warê siyasî hem di warê exlaqî de navê PDK’ê û rizîbûnê bi hev re tên zikir kirin. Xelk dixwaze pêsîra xwe ji vê siyaseta xiyanetkar û gendel rizgar bike.
Hilbijartin ji bo guhertinê tiştek e lê ne her tişt e. Gotineke heye; faşîzm dibe bi sindoqê bê lê bi sindoqê naçe. Em ji tecrûbeya xwe ya ji cîhanê û ji Tirkiyê dizanin ku bi rastî jî wisa ye. Ji bo guhertinên bingehîn lazim e civak bi xwe mudaxilî prosesa siyasetê bibe. Ma ne siyaset danîna stratejiya jiyana bi hev re ya civakê ye ku hemû sazûmaniya xwe pê birêxistin dike û stratejiya xwe destnîşan dike. Madem wisa ye; civak jî bi vê hişmediyê lazim e qedera xwe wisa hema bi rehetî radestî nûneran neke.Mekanîzmayên kontrolê pêwîste tim di destê civakê de be. CIvak ne ku çend salan carekê bi rêya sindoqan lê her roj û her gav hesabê bipirse û hisabê bi rayedar û rêveberan re bibîne.
Di dîroka mirovahî û civakan de jixwe tişta ku jê re guhertin tê gotin jî ji îro heta sibe naqewime. Ev proseseke dûvdirêj e. Lê danîna holê ya îradeyê ew lazim e îro xwe nîşan bide. Li Başûrê welat jî xelk ev îrade di hilbijartinên giştî yên Iraqê de nîşan dabû. Xelkê hingê çi kiribû, em bînin bîra xwe. Wê demê li cihê ku qaşo PDK weke kelehên xwe bi nav dikirin, xelk neçû ser sindoqan. Tevlîbûn gelekî kêm ma. Tevî vê jî PDK xwe serketî nîşan da. Li Kerkûkê di tifaqa dij-Kurd de cih girt. Heta talûkeyeke mezin li ser civaka Kurd a li Kerkûkê çêkir, dikara walîtiya Kerkûkê ji bo nekeve destê YNK’ê faşîstekî Baasî tevî eniya Tirkmenên ku emirberê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê bû bianiya ser hikûm. Lê xelkê bi feraseta xwe ev taktîk têk bir. Mirov ji vê helwesta gel jî fêm dike, êdî ji siyaseta ku bûye xizmetkara dagirkeran û hêzên hegemon bêzar e.
Erê rast e bi gulekê bihar nayê lê ew gul nîşaneya biharekê ye, mizgîniya biharekê dide. Parastina wê gulê jî wê di destê gel de be. Gel bi têkoşîna xwe dikare gulên xwe zêde bike û bihara ku li hêviyê ye bi xwe bîne. Li Rojavayê welat bi danîna sazûmaniya rêveberiya xweser li Bakur bi rêya şaredariyên ji qeyûman rizgarkirî li Rojhilat bi bilindkirina dirûşma Jin Jiyan Azadî gelê Kurd midaxaleyê siyaseta qirkirinê dike. Niha çavê hemû beşên Kurdistanê li Başûr e. Bi hilbijartinê, bi têkoşînê wê ev guhertin jî pêk were. Hilbijartin hem tercîh e û hem jî redkirin e. Em pêwîste lê serwext bin ku em çi tercîh dikin û çi jî red dikin.
[1]