Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  585,164
Wêne
  124,134
Pirtûk PDF
  22,098
Faylên peywendîdar
  126,005
Video
  2,193
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
316,947
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,577
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,732
عربي - Arabic 
43,964
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,635
فارسی - Farsi 
15,768
English - English 
8,529
Türkçe - Turkish 
3,830
Deutsch - German 
2,031
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,579
Cih 
1,176
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,822
Kurtelêkolîn 
6,827
Şehîdan 
4,558
Enfalkirî 
4,866
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,483
PDF 
34,734
MP4 
3,835
IMG 
234,197
∑   Hemû bi hev re 
274,249
Lêgerîna naverokê
Li dijî pergala îşkence û qirkirinê pêngava cîhanî didome
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hevalên Kurdîpêdiya ji bo kurdîaxêvên xwe agahiyên girîng arşîv dikin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Li dijî pergala îşkence û #qirkirin# ê pêngava cîhanî didome
Amara Baran/ Qamişlo

Pênagava Cîhanî ya azdiya Rêber Apo saleke xebat li dû xwe hişt. Hevserokê KCDK-E Engîn Sever diyar kir ku di nav salekê de di hemû qadên ku wan xwe têde birêxistin kiribû, perspektîfa hemlê kir bingeh û li gor wê xebatên dîplomasî û çalakiyên heyî gihandin armancên wan.
Pêngava cîhanî “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çaraseriya siyasî” salek tijî çalakî û xebatên cur be cur li pişt xwe hîşt. Divî çarçoveyê de Hevserokê KCDK-E Engîn Sever ji rojnameya me re axivî.
‘Li 83 welatan çalakiyên hemdemî hatin destpêkirin’
Engîn Sever di destpêka axaftina xwe de wiha got: ” Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çaraseriya siyasî” ku di qada navnetewî de di pêşengtiya dostan de di 10 Cotmeha 2023’an de hatibû destpêkirin ket pêvajoyeke tekoşînê, li 83 welatan çalakî bi hemdemî hatin destpêkirin û pêngav bi coş û kelaceneke mezin hat domandin. Di heman wextê de me wek KCDK-E li Strasbûrgê jî bi çalakiya rûniştinê starta hemlê da. Di nav hemû kar û xebatên ku hatin meşandin de xebatek bi çalak derket holê. Di nav salê de di hemû qadên ku me xwe tê de birixtin kiribû perspektîfa hemlê kir bingeh û li gor wê xebatên dîplomasî û çalakiyên heyî hemû di nav hev de meşand û heta astekî bi encam bû.”
‘Armanca Pêngavê azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye’
Engîn wiha domand: “Pêngava ku ji bo azadiya fîzîkî a Rêber Apo hatibû destpêkirin. Saleke xwe dagirt, armanca destpêkirina vê pêngavê rakirina sîstema işkenciyê û qirkirinê li Îmraliyê.Li hemberî sîstema îşkencê a ku bê navber didome gelê kurd û dostên wî asta berxwedana xwe bilind kirin. Armanca hemlê azadiya fîzîkî a Rêber Apo ye. Ji destpêka pêngavê ve û heta roja me ya îro gelek çalakî yên wekî ; (xwendina Rêbertî, hevpeyvîn, semîner, konferans, xebatên siyasî, hiqûqî û têkiliyên derve hatin meşandin.
‘Di nav salê de çalakiyên cur be cur hatin meşandin’
Engîn dewam kir: “Di çarçoveya pêngavê de me di nava salê de bi çalakiyên berfireh û curbecur hewl da ku pêvajo bişopînin. Şandina kartpostalan ji Rêbertiyê re, bi taybetî konferans û meşa Lozanê, 14 Tîrmeh, 15 Tebaxê de li Frankfurtê festîvala kurt a hûnerî, meşa Dusseldorf ê, meşa ji bo qetlîama parîsî, 17 Sibatê meş û mitnga Koln ê. Meşa dirêj a enternasyonela û Gemlîkê, meşa dirêj a ku 25 rojan li parîsê destpêkir û li Strasburgê bi dawî bû, 8 Adarê, Newroz,, festîval û pîrozbahiyên 4 Nîsanê û gelek çalakiyên cur be cur hatin li darxistin. 10’ê Kanûnê Xwendina ji Roja Rêbertiyê ku li ser asta cîhanê hate meşandin, bi tevlîbûneke cidî hat meşandin. Konferansa navneteweyî ya tevgera ciwanên Kurd ên Ewropayê li Parîsê û nêzîkatî û peyamên tevgera navneteweyî ya giştî ya ji bo pêngavê di konferansa Swîsreyê de bi awayekî erênî li îradeya beşdarbûna pêngavê di qada navneteweyî ya cîhanê de derket holê”
‘ Li gor taybetmendiyê pêkhateya xebat hat meşandin’
Engin wiha got: “Qonaxa yekemîn a pêngavê bi meşa 17’ê Sibatê ya Kolnê bi dawî bû û qonaxa duyemîn dest pê kir, meşa Kolnê nîşan da ku şêwazê ku yek bi yek diçe gel û bi xebata li ser hemû pêkhateyan li gorî taybetmendiya wan çalakiya kolektîf pêş dixe, serkeftinê bi xwe re tîne û hem tevlîbûn hem jî vîna gel xurt dike.
Di 1’ê Adarê de bi daxuyaniya çapemeniyê ya komîteya çalakiyê dest bi kampanyayê kir. Çalakî û çalakiyên ku di destpêka meha Adarê de dest pê kirin, ne li qadên ku bi girseyî Newroz hatin pîrozkirin, ” bi dirûşma Azadî ji Rêber Apo re”, bi sed hezaran gelê kurd bi ruhê yekîtiya neteweyî Newroz pîroz kirin, bi taybetî li Elmanya, Marsîlya. Li Swêd, Swîsre, Îngilîstan, Kanada û Awûstûryayê kartpostalên ku li Îmraliyê û CPT hatin şandin, li hemû qadan bi berfirehî hatin kirin. Tevlîbûna xurt a gelê me ya 32. Festîvala Çanda Kurd, çalakiya sereke ya qonaxa 2.mîn bû. Paradîgmaya Rêber Apo di serî de li ser gelên Amerîkaya Latîn, Afrîka, Kanada, Awûstralya û Ewropayê bi bandoreke mezin berdewam dike. Li ser vê bingehê tevgera azadiyê her roj bi daxuyaniyên nû bûye global. Li ser vê bingehê, daxuyaniya 80 kesayetên ku xelata Nobelê girtibûn, Daxuyaniyên 1500 parêzeran, û çalakiyên cihêreng ên li herêman pêk tên, hemû bûyerên girîng û erênî ne ku bi hewldaneke mezin pêk hatine.”
Pêngav her û her bidome
Engîn wiha behsa xebatên deme pêş kir û got” Di meş û mîtînga ku Kurdistanî û dostên wan ên li navenda Ewropa, Elmanya, Bakurê Fransa, Swîsre, Belçîka û Hollandayê dijîn de, wê komploya navneteweyî şermezar bikin û daxwaza azadiya Rêber Apo bikin. Ji bo ku hemû gel û dostên me bi awayekî aktîf beşdarî vê meşê bibin, divê hemû xebatkarên me bi taybet meclîs, komîte û pêkhateyên me bi ruhê seferberiyê bixebitin. Ji niha û pê ve jî plansaziya çalakî û çalakiya me ya ku dê Qonaxa 2’mîn bigihîne jor dê bi berfirehî berdewam bike. Bi armanca tekoşîna li dijî komploya navneteweyî di navbera 1 û 11’ê Cotmehê de li ser asta cîhanê çalakiyan pêk werin. Ji bo vê jî wê li sedan navendan bi beşdariya dost û gelê me çalakîyên bi bandor bên lidarxistin. Meşa dirêj a ciwanan wê di meha Cotmehê de dest pê bike û 25 rojan dewam bike. Di salvegera komploya 12’ê Cotmehê de wê li welat û dewletan çalakiyên protestoyî bên lidarxistin. Di 16’ê Mijdarê de wê fînala meşa azadiya Rêber APO li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin.”[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 338 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 26-01-2025
Gotarên Girêdayî: 5
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 09-10-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Kategorîya Naverokê: Doza Kurd
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 99%
99%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 26-01-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-01-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-01-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 338 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.453 çirke!