Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
Cureya lêgerînê
  • ≈ Wek
  • = Wekhev
  • ≕ Bi dest pê dike
Pol, Kom

  • Hemû kom
  • Belgename
  • Biwêj
  • Çand - Henek
  • Çand - Mamik
  • Çekên ku li Kurdistanê tên bikaranîn
  • Cih
  • Cihên arkeolojîk
  • Dîrok & bûyer
  • Enfalkirî
  • Eşîr -Hoz-Mezheb
  • Geştyarî
  • Helbest
  • Heywanên Kurdistanê
  • Jîngeha Kurdistanê
  • Jiyaname
  • Karên hunerî
  • Kevneşopî
  • Kurtelêkolîn
  • Li Kurdistanê hatine berhemdan
  • Lîstikên Kevneşopî yên Kurdî
  • Muzexane
  • Navên Kurdî
  • Nexşe
  • Nivîsên Olî
  • Ofîs
  • Partî û rêxistin
  • Pêjgeha kurdî
  • Pend
  • Peyv & Hevok
  • Pirsgirêka Jinê
  • Pirtûkxane
  • Şehîdan
  • Şînkahiyên Kurdî
  • Statîstîk û anket
  • Vîdiyo
  • Wekî din
  • Wêne û şirove
  • Weşanên
  • Zanistên Xwezayî
Ziman

  • Hemî ziman
  • کوردیی ناوەڕاست
  • Kurmancî
  • English
  • کرمانجی
  • هەورامی
  • لەکی
  • Zazakî
  • عربي
  • فارسی
  • Türkçe
  • עברית
  • Deutsch
  • Français
  • Ελληνική
  • Italiano
  • Español
  • Svenska
  • Nederlands
  • Azərbaycanca
  • Հայերեն
  • 中国的
  • 日本人
  • Norsk
  • Fins
  • Pусский
 
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
 Derbarê Kurdipediyê de
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran

  • 31-08-2025
  • 01-09-2025
  • 02-09-2025
  • 03-09-2025
  • 04-09-2025
  • 05-09-2025
  • 06-09-2025
  • 07-09-2025
  • 08-09-2025
  • 09-09-2025
  • 10-09-2025
  • 11-09-2025
  • 12-09-2025
  • 13-09-2025
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Jimare
Ziman
Pol, Kom
Hilanîna pelan
Dîsa Lavrov û dîsa tehdît û sucdarkirina Kurdan
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Em xemgîn in ku Kurdîpêdiya li bakur û rojhilatê welêt ji aliyê dagirkerên tirk û farisan ve hat qedexekirin.
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Dîsa Lavrov û dîsa tehdît û sucdarkirina Kurdan
Zekî Bedran

Wezîrê Derve yê Rûsyayê S. Lavrov dîsa derbarê Sûriyê û kurdankurdan de daxuyanî da. Nakokî û hevrikiyên Rûsyayê yên bi DYA re tên zanîn. Eşkere ye ku hewl dide Kurdan jî bike parçeyekî vê nakokiyê û ev yek nayê qebûlkirin. Kurd ne xwediyê wê luksê ne ku bibin alîgirê nakokîyek wiha. Beriya her tiştî Kurd gelekî ku di bin qirkirinê de ye. Lavrov bi berdewamî lansekirina wan wek alîgirê Amerîka’yê nîşaneya niyeta xirab îfade dike.
Beriya her tiştî em diyar bikin ku DYA ji bo Kurdan hêz nexistiye Sûryeyê. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo li dijî DAIŞ’ê şer bike, hêzên xwe anîn Sûriyeyê. Sedema ku rê ya wan bi Kurdan re gihîşte hev, şerê li dijî DAIŞ’ê ye. Berê DAIŞ’ê ji aliyê Tirkiyeyê ve ber bi Kobanê ve hat dayîn. Kurd di bin êrîşên dijwar de bûn. Ger Rûsya li şûna DYA’yê gav biavêta û alîkariya Kobanê bikira, bi awayekî xwezayî wê Kurdan bi wan re hevkarî bikira. Lê Rûsya ji bo alîkariyê nehat. DYA jî dît ku ji bilî Kurdan tu kes bi giranî li dijî DAIŞ’ê nikare şer bike. Artêşa Sûryeyê û Iraqê ji destê DAIŞ’ê direvin. Ji bo herêm nekeve destê DAIŞ’ê, DYA’yê tercîh kir ku bi Kurdan re hevpar tevbigere.
Dewleta Tirk bi PYD’ê re hevdîtin pêk anî. Tişta ku ji PYD’ê dixwest ew bû ku li dijî Beşar Esed şer bike û bi hêzên bi navê opozîsyona Sûryeyê re itîfaqê bike. Kurdan ev yek qebûl nekir. Dema ku Kurdan qebûl nekir ku li dijî Esad şer bikin, Tirkiyeyê Kurd xistin kategoriya dijmin. Di rojên ku DAIŞ’ê herêmên sînor girtibû, rêveberiya Erdogan tu bertek û nerehetî nîşan neda. Wî ne got ku terorîst gihîştine sînorên min û ewlehiya welatê min di metirsiyê de ye. Nûnerê Amerîkayê, yê wê demê yê taybet bo Sûriyê Brett McGurk jî vê yekê baş dizanîbû. Yek ji kesên ku herî baş xerabiyên ku Tirkiyeyê bi DAIŞ’ê re kirine dizane Lavrov bi xwe ye. Di destê wan de hemû agahî û belge hene. Hin ji wan jî wê demê dane çapemeniyê.
Lavrov got, “Kurdan piştî êrîşên Tirkiyeyê xwe nêzî Sûryeyê kirin. Ew hatin cem me, lê dema Emerîka got ku ew ji Sûryeyê venakişe, careke din xwe nêzî Amrîkayê kirin.” Ne hewce ye ku êdî her tiştên di wan rojan de qewimîn dubare bikin. Lavrov raya giştî şaş agahdar dike. Dema ku artêşa Tirk û çeteyên di bin fermana wê de herêmên wekî Serêkaniyê dagir kirin, Amarîka ji berê ve vekişiya û herêm ji dagirkeriyê re vekir. Pişt re Amerîka’yê mudaxele kir û agirbestek hate kirin. Li herêmên ku Amerîkî vala hiştin, Leşkerên Rus xwe bicîh kirin. Leşkerên Sûryeyê ber bi sînorên Tirkiyeyê ve hatin veguhastin. Ev yek jî di çarçoveya peymana ku bi Rêveberiya Xweser re hate çêkirin pêk hat. Weke ku tê dîtin, demagojiya mîna DYA wê ji bo Kurdan dewletekê ava bike, dûrî rastiyê ye. Lavrov gelek caran serî li vê gotinê dide.
Kurdan tu carî negot em ê dewletek cuda ava bikin. Di vê mijarê de talebên xwe bi awayekî nivîskî pêşkêşî Rûsyayê jî kirin. Talebên wan yên bingehîn naskirina hebûna wan ya çandî û qebûlkirina nasnameya wan e. Her wiha di plana çareseriya Sûriyeyê ya Rûsyayê de jî madeyeke ku tê de ji Kurdan re dayîna xweseriya çandî hebû. Lavrov niha weke ku ev yek ji bîr kiriye diaxive. Lê ji bîr nekiriye, vê yekê bi zanebûn dibêje û dixwaze peymanên veşartî yên ku bi Tirkiyeyê re kirine veşêre. Ji bo civîna mezin a li Soçiyê were lidarxistin, ji rêveberiya xweser daxwaza 120 delegeyan kiribûn. Her tiştê delegeyan amade bûn, lê Rûsyayê di kêliya dawî de bi aliyê Tirk re li hev kir û çûyîna delegeyan a Soçiyê betal kir.
Rûsyayê nehişt ku nûnerên rêveberiyên xweser bikevin Komîteya Destûra Bingehîn a Cenevreyê jî. Digotin Tirk asteng dikin. DYA jî heman tişt got. Her wiha pêvajoya Astanayê ji bo Kurdan rewşeke îbret bû. Di daxuyaniyên dawî yên wan hevdîtinan de her tim Kurd weke hêzeke ku dixwazin Sûryeyê parçe bikin hatin nîşandan. Di dema ku Tirkiyê beşeke girîng ji Sûriyê dagir kiriye, nêzîkî sed hezar çete çekdar kiriye û ji wan Artêşa Azad wek alternatîf ava kiriye, ew ne parçebûn û ne derveyî hiqûqî ye, lê Kurdên ku welatiyên Sûryeyê ne û demokrasiyê dixwazin, her tim wek tehdîd û hêzeke dabeşker nîşan dan. Di encamnameya dawî ya civîna dawî ya Astanayê de Rêveberiya Xweser bi awayekî eşkere ne rewa hat ragihandin. Pêvajoya Astanayê eniyeke li dijî Kurdan, li dijî Rêveberiya Xweser e, ev rastiyeke bê nîqaş e.
Dema ku rayedarên Rûsyayê hêzên xwe li herêmên xweser bi cih kirin, soz dan Kurdan û Rêveberiya Xweser. Gotin em ê bibin navbeynkar, em ê we bi rêveberiya Şamê re li hev bikin. Kurd her tim ji bo aştî û yekitiya Sûryeyê xebat kirine. Eger Şamê bi Kurdan û herêmên xweser re lihevkirinek bikira, niha Tirkiye nikarîbû li Sûryeyê bimîne. Wê Sûriye komî ser hev bibûya. Her wiha Kurdan tu carî dev ji diyaloga bi Şamê re berneda. Lavrov dibêje divê Kurd bi Şamê re li hev bikin. Pir baş e, wê demê bila giraniya navbeynkariya xwe deyne holê. Her wiha her kesî dizanîbû ku Rûsya alîgir e û hikûmeta Sûryeyê diparêze û hewl dide wê li ser linga bihêle. Lê kurdan ev yek nekir pirsgirêk. Hem dixwestin pirsgirêkên xwe bi Şamê re çareser bikin û hem jî bi Rûsyayê re tu pirsgirêk nînbûn. Kurdan ti carî dijberiya Rusya nekiriye.
Bi salan e bi Şamê re hevdîtin hene, lê ti pêşketin pêk nehatin. Ji ber ku Rusya giraniya xwe ne danî. Sedema vê jî angajmana ku bi Tirkiyê re ketibûyê de ye. Tirkyeyê ti carî nexwest ku Kurd bibin xwedan statû. Ger Şam erê bike jî, wê Ankara bibêje “na.” Rusya ji ber vê yekê ji gel re rastiyan bi awayekî rast nabêje. Di wateya rastî de rolê xwe yên navbeynkar ne leyîstiye, lê dixwazê fatûra wê ji Kurda bibire.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 114 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
Gotarên Girêdayî: 1
Meta daneya teknîkî
  Babetên nû
  Babeta têkilhev!
Jimare
Ziman
Pol, Kom
Hilanîna pelan

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 16.83
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.422 çirke!
Kurdipedia is using cookies. OK | More detailsکوردیپێدیا کوکیز بەکاردێنێت. | زانیاریی زۆرترOk, I agree! | لاریم نییە