Xeta Sêyemîn eniya hevpar ya çareseriya pirsgirêka gelê kurd e
Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Rêber Apo tîne ziman ku #Rojhilata Navîn# di nava agir de ye û çareseriya wê jî xwe dispêre hêza gelan û têkoşîna wan a xeta sêyemîn. Li ser wê bingehê rêxistinkirin û perwerdekirina gelan wê zemînê têkoşîna hevpar ava bike û destê neyaran ji Rojhilata Navîn qut bike.
Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke kûr, dîrokî û siyasê ye. Cûdabûna îdeolojîk û taktîkî ya di navbera hêzên Kurd de ne astenge, li pêşiya avabûna eniyek hevpar ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û bidestxistina mafên rewa yên Kurd heye. Li Rojavayê Kurdistanê projeya Konfederalîzma Demokratîk û nimûneya xeta sêyemîn pêk hatiye. Ji ber vê Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiye ji xeta sêyemîn ditirsin. Vê projeyê li pêşiya projeya xwe ya sîstema sermayedarî asteng dibînin, ji ber wê difikirin ku berjewendiyên wan dixe nava metirsiyê. Çima herî zêde Tevgera Azadiya Kurdistanê li rastê êrîşan tê? Ji ber di avabûna hevsengiyên nû yên herêmî de xwedî roleke diyarîker in. Rêxistinkirin û perwerdekirina gelan wê zemînê têkoşîna hevpar ava bike, ji bo destê neyaran ji Rojhilata Navîn qut bikin.
Xeta seyemîn xeta bawerî û cihrengiya pêkhateyan e
Xeta sêyemîn ne projeyeke demkî ye. Xeteke siyasî û stratejîk e. Di vê stratejiyê de rola herî girîng dikeve li ser milê gel û civakê. Yek ji pîvanên têkoşînê ya xeta seyemîn ew e ku ti carî nabin amûrê planên hêzên derve. Herwiha armanca xeta seyemîn ew e bi xweseriya pêkhateyan, azadiya hemû gelên bindest pêk were. Di heman demê de stratejiya xeta sêyemîn xwe dispêre hêza gelan, pişta xwe nade hêzên derve. Di xeta sêyemîn de rêz û girîngî ji bo netewe, bawerî û pêkhateyên cihrengiyê heye.
Rêber Apo mîmarê xeta seyemîn e
Li Rojavayê Kurdistanê dema ku şoreşê dest pê kir, Kurd ne li kêleka rejîma Sûrî ne jî li kêlek dijberên rejîmê sekinîn. Kurdan bi xwe eniyek ava kir û ev jî xeta sêyemîn bû. Mîmarê xeta sêyemîn jî Rêber Apo ye. Rêber Apo pêşengê xeta demokrasî û azadiyê ye. Xeta sêyemîn li Rojava ket pratîkê. Kurd û pêkhateyên bi wan re, li ser hîmê azadî û demokrasiyê tevgeriyan. Dewlet yan jî hêzeke navneteweyî nedan pişta xwe û her tişt bi îradeya xwe kirin. Ev xeta sêyemîn hê jî di Şoreşa Rojava de heye û gel li gorî wê dimeşe.
Lêgerîna gelan a ji bo demokrasî û azadiyê xeta seyemîn e
Rêber Apo ji bo çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn di xeta sêyemîn de israr dike. Rêber Apo tîne ziman ku Rojhilata Navîn di nava agir de ye û çareseriya wê jî xwe dispêre hêza gelan û têkoşîna wan a xeta sêyemîn. Rêber Apo ji sala 2004’an ve di nivîs û hevdîtinan de, li ser xeta sêyemîn nirxandinan dike. Ew dibêje, “Xeta sêyemîn xwe disipêre lêgerîna gelan a ji bo demokrasî û azadiyê. Her wiha di bingeha xeta sêyemîn de civak heye. Ev xet serbixwe ye, azadî û demokrasiyê dihewîne û sînoran bingeh nagire.
Xeta seyemîn polîtîkeyên dagirkeran a parçekirinê têk dibe
Rêber Apo tîne ziman ku xeta sêyemîn çareseriyeke demokratîk tîne. Ev yek dibe ku komar, welat yan jî civakeke demokratîk be. Di xeta sêyemîn de jî hêza Kurdan diyarker e. Ji ber ku ev hêz projeyeke peymana demokrasiyê ye. Û polîtîkaya dagirkeran a parçekirinê têk dibe, gelan dike yek û wan tîne cem hev. Ev projeya li dijî kapîtalîst û mêhtingeran alternatîfek e. Rêber Apo dibêje, ji ber vê yekê ew îro bûye hedef li Îmraliyê û pergala işkence û qirkirinê li ser tê meşandin.
Hêzên dagirker û navneteweyî Rojhilata Navîn veguherandin gola xwînê
Ji ber Rêber Apo gelek salan li Rojava û Sûriyê ma. Rewşa li Rojhilata Navîn ji nêz ve şopand. Çawa ku Amerîka di sala 2003’an de ket Iraqê wê demê şerê sêyemîn ê cîhanê dest pê kir. Rêber Apo di nirxandinên xwe de jî qala wan rojan dike û dibêje “Piştî wê rojê hêzên navneteweyî dest li Rojhilata Navîn werdan. Hêzên dagirker û navneteweyî bi vî şerî re Rojhilata Navîn veguherandin gola xwînê. Li Iraq, Sûrî, Efxanistan, Libnan, Pakîstan, Tirkiye, Yemen, Somalî, Misir û Lîbyayê encamên giran çêbûn.
Bi milyonan kesî jiyana xwe ji dest da û ewqas jî koçber bûn. Jiyana berê ya li wan welatan êdî ne wekî ya berê ye. Rêber Apo jî li dijî vî şerî projeya xeta sêyemîn derxist pêş. Ev xet jî dawî li wê parçebûn û qutbûnê tîne. Mînaka wê jî îro li Rojava heye. Kurd, Ereb û pêkhateyên li wê derê di nava jiyaneke hevpar de ne. Ev yek jî li hesabê hêzên navneteweyî û dagirkeran nayê. Lewma jî li dijî vê jiyana hevbeş, gelek êriş çêbûn. Emerîka û Rûsya ji bo ku şoreşa Rojava li gorî xwe şîrove bikin gelek lîstik kirin. Mesela, Rûsya ji bo ku Efrînê pêşkêşî Dewleta Tirk bike fuzeyên S-400 firotin wan. Bi vî rengî polîtîkayeke şantajê li dijî rêveberiya Rojava meşandin. Êrişa li dijî Girê Spî û Serêkaniyê jî di encama hevkariya Erdogan û Trump de pêk hat. Ev polîtîka hê jî dewam dike. Ji bo ku Kurd dev ji xeta sêyemîn berdin, her rê û rêbazê bi kar tanîn. Erê rast e, berdêlên giran hatin dayîn, bajarên Kurdan hatin dagirkirin, lê dîsa jî Kurdan dev ji xeta xwe ya sêyemîn berneda.
Siyaset û riya Kurdan zelal e û ew jî xeta sêyemîn e
Îro jî rayedarên Dewleta Tirk li pey fen û fûta ne. Ji bo ku karibe êrişek din bike hin bazaran dike. Armanc jî Kurd in. Dewleta Tirk di berdêla şerê li dijî Kurdan de, amade ye dest ji gelek tiştên xwe berde. Lê siyaset û riya Kurdan zelal e û ew jî xeta sêyemîn e.[1]