Bi derve hiştina gel re bi
dagirkerdagirker an re li hevhatin nabe
Zekî Bedran
Dewleta Tirk a dagirker, bi israr dixwaze bi hikûmeta Şam’ê re hevdîtinan bike û têkiliyên xwe asayî bike. Ji bo vê jî hewl dide ku Rusya Beşar Esad îkna bike. Rusya jî ji bo vê yekê pir bi xwestek e. Rusya zextê çêdike da ku Esad bi Erdogan re hevdîtînê pêk bîne. Esad li hember zexta hevdîtinê li berxwe da. Li hember israra Rusya di helwesta Esad de nermbûn çêbûbe jî, lê hîna bi awayekî zelal û fermî ti hevdîtin pêk ne hatiye.
Sedema israrkirina hevdîtin û lihevkirina faşîzma Erdogan a bi Esad re zelal e. Ji bo wan çewisandina gelê Kurd û bi pêşxistina projeya qirkirinê, tişta herî destpêkê ye. Ji ber vê jî hevkariya Esad lazim e. Rexmê hemû komplo, qirkirin û êrişên dagirkeriyê jî, heya niha nikarîbûn Rojava, ango Rêveberiya Xweser ji holê rabikin. Rexmê destekdayîna Nato û DYA’yê jî, nikarîbûn li Başûrê Kurdistanê gerîla bi bin bixin, çûn xwe sipartin deriyê Bexdayê. Bi israr plan û projeyên xwe pêşkêş kirin û di 15’ê Tebaxa (2024) çûne lihevhatinekê û di encamê de “mutabakata ewlekariyê” îmze kirin.
Xwestin dagirkeriyê bi Bexdayê bidin pejirandin û hebûna xwe ya di xaka Başûrê Kurdistanê de meşrû bidin qezenckirin. Şirîkatî û desteka PDK’ê têrî nekir ku bighîjin encamê. Niha bi heman şêwazî xwe dispêrin deriyê Şam’ê.
Tasfiyekirina gelê Kurd û Rêveberiya Xweser, ji bo dewleta Tirk a dagirker tişta ewile ye. Ev zelal e. Derveyî vê ya dixwaze li hebûna xwe ya di Sûryeyê de fermiyetekî bide qezenckirin û Esad bixe şirîkê planên qirkirinê. Ji ber ku bi serê xwe encama ku dixwest ne girt. Her wiha ger bikaribe, herî kêm vegerîna beşek koçberan pêk bîne. Bi deh hezaran hêzên bi çek yên ku birêxistin kirine hene. Van hêzan heya niha li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûryeyê bikar anî. Van hêza li dijî rêveberiya Esad, di.destên xwe de girt. Hikûmeta SMO û Sûryeyê ya ne mayînde ava kir. Fêm kir ku bi van hêza wê nikaribe Esad bixe û Îhwaniyan bike desthilatdar. Ev hesab û planên wî negirtin. Niha dixwaze ji van çeteyan xelas bibe, ger guncav be jî, li rê ya çeteyan dewrî Esad bike digere.
Niha hemû çav li ser Esad’in. Gelo wê planên Erdogan yên li dijî Kurda qebûl bike? Rêveberiya Şam’ê jî, Rêveberiya Xweser nas nake û dixwaze ku herêmê radestî wî bike. Erdogan ji ber ku vêya dizane, dibêje “were em di serî de Kurda û Xweseriyê ji holê rakin.” Esad jî dizane ku Tirkiyê ji herêmên ku dagir kirine dernakeve û ji îlhaqkirina wê bi tirs e. Ev tirsa wê jî ne bê bingeh e. Beriya niha pratîka îlhaqkirina Hatay’ê heye. Her wiha dewleta Tirk a dagirker ji sala 1974’an ve nikarin ji Kibrisê derbixin. Li Iraq’ê ji herêmên ku dagir kiriye dernakeve û ti niyetê wî jî nîne ku derbikeve.
Bi qasî ku tê xuyakirin Esad, dixwaze herî kêm ji Rusyayê garantiyekê bigre. Ji Rusya re dibêje “ger tu navbeynkar î, naxwe ji bo ku Tirkiyê ji axa me derbikeve sozekê bistîne.” Rêveberiya Erdogan ne rehet e. Rewşa aboriya Tirkiyeyê xirab e. Jixwe artêşa wan di nava sînorên Iraqê de, di şerekî giran de ye. Hêzên xwe Efrînê heya bi sînorên Îranê berbelav kiriye. Lê belê gelê Kurd li ber xwe dide. Wekî ku dixwaze encam nagire. Dixwaze ji tevlîhevî û kaosa li Rojhilata Navîn sûdê bigre û Kurda ji holê rake. Ger hevsengî û pêvajo biguhere, wê encamgirtin ji bo wan hîn bi zehmetir bibe. Erdogan him dixwaze plana 100 saliya dewleta Tirk pêkbîne û temamkirina qirkirina kurdan pêk bîne û him jî dixwaze desthilata xwe rizgar bike. Erdogan halê hazir di hilbijartinê de têk çûye û nikare pirsgirêkên siyasî û aboriyê çareser bike. Hemû planên xwe li ser birêvebirina şerê li dijî Kurda ava kiriye. Dema bû şer, muxalefet muxalefetê nake. Erdogan derveyî şer di jiyana polîtîk de nikare xwe bi hebûn bike. Ji ber vê jî hemû hesabên wî mayîna li ser desthilatdariyê ye.
Rêveberiya Esad ne hilweşiya, bi desteka Rusya û Îranê li ser linga ma. Kurd û Rêveberiya Xweser ti dijminahiyê jî li Esad nake. Li şûna şer, dixwaze bi rêyên dîyalog û siyasetê pirsgirêkên xwe çareser bike. Ji ber vê yekê, ji vî alî ve zextekê li ser Esad nîn e. Pirsgirêka Şamê ya herî mezin hilweşîna Sûryeyê û rewşa aboriya wê ya xirab e. Ger bi Rêveberiya Xweser re li hev bike, wê bi awayekî cidî bighîje rewşeke gelekî rehet. Her wiha di komî serhevkirina Sûryeyê de, di warê yekîtiya navxweyî de wê mesafeyeke mezin were bidest xistin. Ev yek wê bihêle ku gel coşeke mezin bigre û di hindir û derve de, rê li ber zêdebûna rewabûnê vebike.
Niha pirsgirêk tê û xwe dispêrê Esad ku wê şens bide demokratîkkirina Sûryeyê yan na.
Ger Esad herêmên xweser li der ve bihêle, bendewarî û daxwaziyên wan paşguh bike û bi dewleta Tirk re biçê li hevhatinekê, wê çi bibe? Li benda bendewariyeke pir cuda ji rêveberiyeke pir navendî mayîn ne rasteqînî ye. Esad jî di eksena desthilatdariyê de polîtîka dike. Avahiya zihniyeta wan li ser vî bingehî ye. Gelo wê li derve hiştina bendewariya nifûseke ku nêzî 5 Milyonî ye, wê rêya xwe berdewam bike. Wê bike. Pêwîste gelê Sûrîyeyê û rewşenbîrên wê, vê rastiyê bibînin. Herêmên Xweser, hemû welatparêz û yên ku demokrasiyê dixwazin pêwîste li hember lihevhatinên girtî û vekirî yên hêzên dagirker bisekinin.
[1]