Hevsengî û dijatiya berjewendiyan
Elî Roj
Li Rojhilata Navîn û cîhanê geşedanên heyî ji hemû milî ve roj bi roj gurtir dibin. Denge û hevsengiya di navbera hêzên serwerê cîhanê û hêzên heremî jî dem bi dem têne guhertin. Di serî de şerê di navbera Rûsiya û Ukrayna de û rewşa ku dem bi dem di serweriya vî şerî de tê guhertin û piştgiriya NATO û Ewropa ji bona Ukrayna û biloqa li derdora Rûsiya kom dibe herdû alî jî dixwazin serweriya xwe li cîhanê pêkbînin. Di cewherê xwe de hemû hêzên ku dixwazin serweriya xwe li ser erdê pêkbînin, xwedan hemû hişmendiyê ne ew jî hişmendiya sîstema kaptalîst e, ango şerê ku li holê tê meşandin şerê ji bona desthilatiyê ye, tu berjewendiyên gelan têde tuneye.
Her wiha li rojhilata navîn û di çarçoveya şerê Israyîl û Hemasê de hêzên heremî yên mîna dagirkeriya tirk, Îran jî dixwazin serweriya xwe pêkbînin û sûdê ji rewşa heyî bigirin û planên xwe li ser erdê pêkbînin.
Lê hemû hêz dixwazin şer dûrî xwe bigirin û rasterast li hemberî hev nekevin di nava şer û pevçûnan de. Carinan jî şerê ku tê meşandin dikeve çarçoveya şerê siyasî, diblomasî, şerê taybet û derûnî û ev jî rêbazê şerê demê ye. Angu bi komkirin û nîşandana hêza xwe ya leşkerî, istixbaratî şer li ser erdê tê meşandin û weke ku tê gotin şer ji beriya ku dest bi şer were kirin tê qezenckirin.
Li hemberî gelê kurd jî şerekî giştî tê meşandin. Her wiha li qada berxwedanê êrişên dagirkeriya tirk, bi hevkarî û îxaneta PDK’ê, dagirkirin û îlhaqa Başurê Kurdistanê bi tirkiyê ve, êrişên li ser Şengalê qedexekirina kar û xebatên partiyên siyasî. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş, gef û hewildanên dagirkirina heremên nû. Li bakurê Kurdistanê qirkirina siyasî û çandî ya ku li ser gelê Kurd tê meşandin. Li Rojhilatê Kurdistanê siyaseta pişaftin, girin, îşkence û darvekirinan ya ku ji milê rejîma Îranê ve tê meşandin. Ev hemû konseptên ku li ser gelê kurd têne meşandin di heman çarçove û armancê de têne meşandin û girêdayî hevin û ji yek navendê têne birêve birin.
Armanc, têkbirina sistema xweseriyê ye û domandina desthilatdariya li ser herêmê ye. Ji ber ku di bingehê xwe de şer di navbera hişmendiya nûjentiya demuqrat ya ku pêşengtiya wê Rêber Apo dike û nujentiya kaptalîst û hişmendiya dewlet netewên girêdayî wê ne.
Li gorî ku hatiye tesbît kirin jî şerê herî giran Rêber Apo dide meşandin. Dagirkeriya tirk ya faşîst û qirker dixwaze Rêber Apo bixe mijara bazarê û dixwaze di şexsê Rêber Apo de qirkirina gelê kurd pêkbîne.
Teşeyên lihevhatinan li Sûriyê qutqutî û cihêreng bûne. Bi gotinek din; demxeya taybetmendiya şerê cihanê yê sêyemîn li xwe bar kiriye ku bi rengekî ji hev cuda stratejî û taktîk paralel tê meşandin. Yanê; dibe li cihekî şerên dijwar û dijberî hebe, li cihekê din jî bêdengî û lihevkirinên demkî hebin. Ji bona her cihekî jî amûr û siyasetên cur be cur têne meşandin. Tabloya êrişa li ser gundewarên rojhilatê herêma Dêrazorê, amûrên êrişkar û şiklê lihevhatina hêzan, rengê tabloyê baş eşkere dike ka li Sûriyê çendîn sal in di encama kîjan hişmendiyê de destwerdana alûzî û kirîz tê jiyîn? Dika desthilatdariya Şamê û alîgirên wê û giştî şiklê berjewendiya li holê vê yekê diyar dike. Her wiha bi zelalî tê naskirin ku ji bilî berjewendiya gelên Sûriyê, hemû berjewendiyên aliyên biyanî têne parastin. Ango şer, talanî, wêranîya bi salan e têye kirin. Di rewşa heyî de kes mereqa wî, ne ew e ku ji bona tevahî Sûriyê demukrasî, azadî û aramî pêkwere, berevajî vê yekê; ji ber berjewendiya hêza hegemoniya navendî û dûvikên derdorê yên kurtêlxwer û hevkarên xwefiroşên dozê ev yek tê meşandin. Ev têgihaştin ne tenê li Sûriyê, li tevayî gengeşeya li Rojhilata Navîn derbasdar e. Ango dixwaze li Îraq, Yemen, Lubnan, Filistîn û welatên Afrîqya be, dixwaze jî heya paravên Ewrûpa û welatên bloka Urasye be. Hemû jî heman pêxîrtengiyê jiyan dikin. Çendîn reng û cografya cuda bin jî, lê dijatiya wan ji daxwazên gelan ên azadî û demokrasiyê re metodekî hevbeş e.
Lewre jî pêwîste bê zanîn ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ji teknolojiyê pirtir xwe dispêre esaleta dîrokî û wê di dawiya dawiyê de xwedî wê hêz û baweriyêbe ku li hemberî lihevkirina stratejîk a pala xwe daye rêbazên qirkirina bi teknîka pêşketî bi ser bikeve. Ev jî zanebûneke ku xwe dispêre hişmendiya afrîner a berxwedana ku Rêber Apo pêşengtiya wê dike û her tim tekezî pê kiriye.
[1]