‘Divê sînorek ji bo dagikeriya Tirk were danîn’
Reşo Mihemed/ Qamişlo
Edîtorê ROJNEWS’ê, Baran Germiyanî da zanîn ku
dewleta Tirkdewleta Tirk a dagirker dixwaze bi riya siyasî serdestiya xwe li ser Başûrê Kurdistanê, herêmên Kerkûk û Mûsilê pêk bîne û ji bo vê yekê amadekariyê dike. Herwiha Germiyanî anî ser ziman ku pêwîste sînorek ji dagirkeriya Tirk re were danîn.
Dewleta Tirk ji bo dagikirina Başûrê Kurdistan û Îraqê hertim di nav pilan û tevgerê de ye. Li aliyekî peymanên siyasî û aborî îmze dike, li ser ruyê erdê jî xaka Başûrê Kurdistanê û Îraqê dagir dike. Têkildarî heman mijarê edîtorê ROJNEWS’ê pirsên rojnameya me bersivand û hevpeyvîn wiha bû:
-Êrîş, hewildan û planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê pêre jî xiyaneta PDK’ê derketiye asta herî jor, gelo sedem çi ye?
Diyar e ku dewleta dagirker a Tirk li ser tunekirina gelê kurd hatiye avakirin, lewma hemû hêza xwe ya aborî, siyasî, leşkerî û çandî ji bo tunekirinê bi kar tîne, bi taybetî ji sala 2015’an û pê ve êrişên xwe li ser gelê kurd di hemû aliyên de zêde kiriye.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê di dirêjahiya çend salên borî de êrişî ser Başûrê Kurdistanê kir û ji ber berxwedana bêhempa ya Gerîlayên Azadiyê tu encam bi dest nexist. Edî ew neçar ma û berê xwe dan hikumeta Iraqê, yanî niha PDK’ê û dewleta Tirk dixwazin Iraqê jî di lîstikên xwe de tevlî bikin. Têgihîştine ku li hember îradeya gerîla, artêşa wan tenê tune bûn û revîn jê re dimîne, bi şev û roj ji asîman û erdê ve derbeyên giran lê dikevin. Armanca dewleta dagirker a Tirk ew e ku Mîsaqa Millî zindî bike û ji bo wê hemû hewlan dide. Riya leşkerî hildibijêre û têk diçe, lewma dixwaze bi riya siyasî serdestiya xwe li ser herêmên Kerkûk û Mûsilê hebe û amadekariyê bike ji bo dagirkirina wan herêman. Me dît ku ji bo diyarkirina turkmenekî wek parêzgarê Kerkûkê, hemû hewlên xwe çir kir û rasterast serperiştiya komploya li ser gelê kurd dikir. Di demekê de ku dengê kurd piraniya wê parêzgehê bû, lê ev komploye têk çû û şikesteke din rastî Erdogan û hevdengên wî hat.
-Piştî diyarkirina waliyê Kerkûkê, li Enqereyê di navbera Tirkiye û Iraqê de civîna ‘Ewlekariyê!’ çêbû. Di civînê de biryar hatiye girtin ku li Bexdayê Odeya Hevbeş a Operasyonan were vekirin û li Başîqa jî perwerdeya hevpar were dayîn, PDK’ê jî di vê planê de ye, gelo ev yek çiqasî xeteriyê ji bo gelê kurd û herêmê bigiştî bi xwe re tîne?
Dema ku dewleta Tirk di vê komploya jî têk çû û di êrişên leşkerî û dagirkeriyên xwe de jî negihîşt wê encama ku dixwest, ev yek di asta navxweyî ya Tirkiyeyê û navneteweyî de jî wek têkçûn jê re hat hesibandin. Ji ber vê yekê îsal gelek trafîkên dîplomatîk pêk anîn, yek ji wan jî serdana Erdogan bi xwe bû ji bo Iraq û Herêmê. Serdan û hevdîtin heta 15’ê Tebaxê jî berdewam bûn, da ku di peymanek bi navê “ewlehî” de carekê bi awayekî bixwaze têkçûnên xwe veşêre û damezrandina bingeh û baregehên xwe li ser axa Iraqê bike fermî û yasayî, carekî din jî dixwaze bi temamî Iraqê tevlî wî şerê ku ew û PDK li dijî gelê Kurd bi rê ve dibin û encam bi dest naxin, bike.Di peymana di navbera Iraq û Tirkiyeyê de biryar hatiye dayîn ku baregeha Beşîqê ya ku niha artêşa dagirker a Tirk tê de ye, bibe navendeke perwerdehiya leşkerî. Ev jî bi xwe mayîndekirina artêşa dagirker a Tirk e li ser axa Iraqê, yanî ew herêm bi tevahî û bi mayîndeyî di bin desthilatdariya dewleta Tirk de ye. Ji aliyekî din ve jî biryar hatiye dayîn ku navendeke hevbeş a leşkerî û îstixbaratê ya dewleta Tirk û Iraqê li bexda bê avakirin. Bêguman ev jî bicihkirina ajendayên wan e li ser Kurdan. Bêguman ev peyman metirsiyeke cidî ye li ser gelê kurd û gelên Iraqê jî. Ji aliyekî ve bi her awayî hewl tê dayîn ku gelê kurd bê helandin, ji aliyê din ve dewleta Tirk bi vê gavê xapandin li Iraqê kir û ew herêmên ku dixwaze bi navê projeyên cuda yên wek “Rêya Geşepêdan” dagir dike û dewleta neo-osmanî ava dike.
-Diyar e ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze tengasî û têkçûna xwe bi beşdarkirina Iraqê ya şer re derbas bike, heta ku rê li pêşiya tevkariya PDK’ê û hemû planên dagirkeriyê were girtin pêwîste çi were kirin?
Herçiqas li Iraqê gelek helwest û bertekên li dijî vê peymanê hatine nîşandan û wek metirsîdartirîn peyman di dîroka Iraqê de tê hesibandin, lê hîn jî helwest ne di asta pêwîst de ne. Divê hemû gelên Iraqê van metirsiyên mezin bibînin û li dijî bisekinin. Erkê hemû çînan e ku li hember van êrîş û dagirkeriyên leşkerî bêdeng nemînin. Divê aliyên siyasî xwe radestî planên qirêj ên dewleta Tirk nekin û îradeya xwe nîşan bidin. Çawa çarçoveya hevahengiyê li Iraqê razî dibe bi van dagirkeriyên? Divê helwesta wan hebe û sînorekî ji bo dewleta Tirk a dagirker deynin. Niha zêdetirî 68 hezar donim daristanên Başûrê Kurdistanê ji ber bombebaranên dewleta Tirk şewitîne û 14 welatiyên sivîl şehîd bûne û 11 yên din jî birîndar bûne. Em dibînin ku daristan û xwîna gel tu nirxek li cem hikûmeta Iraqê nemaye.
[1]