‘Rêxistinên civaka #demokratîk# misogeriya azadî, edalet û wekheviyê ne’
Birûc Resûl/Qamişlo
Hevseroka berê ya (TEV-DEM) Rûken Ehmed diyar kir ku yek ji xalên sereke yên ku di Kongreyê de hate nîqaşkirin; Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû û xebatên ku pêwîste ji bo pêkanînan wê bên kirin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kongireya xwe ya 5`mîn bi durûşmeya ‘Rêxistinên civaka demokratîk misogeriya azadî, edalet û wekheviyê ne’ li bajarê Hesekê bi beşdariya 500 endamên saziyên sivîl, tevgerên siyasî û rêxistinên civakî li dar xist. Di kongireyê de rapora salê ya tevgerê, perspektîfên siyaseta nîştimanî û rêzikname hatin xwendin. Her wiha rêzikname hat nîqaşkirin û hin guhartin hatin çêkirin. Di heman demê de Ebduselam Mehmûd û Remziye Mihemed wek hevserokên nû yên tevgerê hatin hilbijartin û endametiya 100 kesan ji bo Meclisa Giştî hat pejirandin.
Derbarê biryar û encamên kongireya Tevgera Civaka Demokiratîk (TEV-DEM) hevseroka berê ya (TEV-DEM) Rûken Ehmed ji Rojnemeya me re axivî.
‘Cihê ku ciwan lê heb in, şoreş heye’
Rûken Ehmed balkişand ser cudabûne kongireya îsal ji salên derbasbûyî û wiha got: “Kongra me ya 5`mîn li ser bingeha şîrovekirina rewşa herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê û bi giştî rewşa cîhanê bû. Di vê kongreyê de biryar hate girtin ku Meclisa Jin di nava TEV-DEM`ê de were avakirin û li ser vê bingihê jin wê xwe bi rêxistin bike. Di heman demê de girîngiya ciwanan di nava TEV-DEM`ê de hebe, ji xwe tê zanîn cihê ku ciwan lê hebin şoreş heye. Mijareke din ya ku nîqaş li ser hate kirin rola parestinê bû, wekî TEV-DEM çiqas dikare bi rola xwe ya parestinê rabe. Ji ber ku di her şoreşekê de pêwîst e girîngî ji bo parestinê were dayîn, bêguman parestin nebe tê wateya ku civak wê li hemberî êrişên derve rû bi rû bimîne.”
Xalên girîng yên ku hatin nîqaşkirin
Rûken da zanîn ku dewletên dagirker dixwazin civaka kurd parçe bikin û wiha domand: “Em îro di rewşekê re derbas dibin ku rojane êriş li ser nirxên şoreşê têne kirin. Her wiha êriş li ser civak û ciwanan têne kirin, dijmin bi awayekî herî mezin bi şerê xwe yê taybet dixwaze civakê parçe bike û ciwanan dûrî şoreşê bike. Ji lewra nîqaşa me ya li ser parestinê gelek girîng bû. Di nava kongrê de gelek nîqaş bi rêve çûn, ji xwe rapora me ya 2 salan hate xwendin. Di nava van herdû salan de xebatên ku me daye meşandin xebatên gelek girîng bûn, lê di astekî de ne têrkere di warê rêxistinkirina di nava civakê de hin kêmaniyên me hene ku li hin cihan rêxistina civakî bi awayekî baş dimeşe û li hin cihên din jî bi awayekî lewaz dimeşe. Ji bo vê yekê me biryar girt ku em di aliyê rêxistinkirina civakê de gelek gavan bavêjin.”
Kar û xebatên 2 salan
Rûken Ehmed di bwedewamiya axaftina xwe de wiha got: “Gelek kesên me hene ku di nava hemû xebat û karan de cih digrin wekî kargeh û deverên cûda de jî heta nêzî 70 hezar karkerên me hene, ev bi serê xwe mirov dikare wekî artêşeke civakî bihesbîne. Di warê parestin êrişên ku li ser derûniya civakê tê meşandin wekî kongra me kêm dît. Heya astekê xebat tê meşandin lê gelek kême. Di warê tendirurstiyê de jî gelek qilînîk hatine vekirin di astekî mezin de xizmet ji bo her kesî kiriye û di astekî de civak jê razî ye. Dîsa bi sedan parêzer di vê herêmê de hene û gelek xebat dane meşandin, bi taybetî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo kareke giranbuha hatiye kirin. Têgîna parezeriyê tê wateya ku civakê bi her awayî diparêze. Ji bo vê yekê di Kongreyê de hate nîqaşkirin ku pêwîst e demên pêş xebatên parêzeran were mezinkirin û bi erka xwe ya civakî ve rabin. Di heman demê de hin saziyên me yên xizmetguzariyê hene ev jî pêwîst e di asteke mezin de bi rola xwe ya civakî rabin.”
Perwerde
Rûken balkişand ser perwerdeyên ku di nava 2 salan de hatin dayin û wiha got: “Ji bo bi hêzkirina TEV-DEM`ê yek di rastiya xwe de û di warê perwerde û meslekî de, pêwîst e hin gavan bavêje. Di van herdû salan de 11 dewreyên girtî li deverên wekî Heleb, Reqa, Tebqa, Dêrezorê û li herêma Cizîrê de hatibûn vekirin. Bi giranî parêznameyên Rêber Apo hatibûn xwendin û wekî bingeh hatibû bi destgirtin. Dîsa me di perwerdeyan de diyar kiribû ku pêwîst e em fikirê Rêber Apo li hemû cihan belav bikin. Di heman wextî de biryar hate girtin ku TEV-DEM di warê pirojeyan de hakim bibe, li ser vê bingihî me ofîsên avakirina pirojeyan vekir. Yanî pirojeyên ku hene li kur dibe bila bibe ev ofîs wê bişopîne û avabikê.”
‘TEV-DEM ji bo civakê hêza çareseriyê ye’
Hevseroka berê ya (TEV-DEM) Rûken Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Hilbijartina hevserokan tevî andamên mecilisê jî, ji xwe di Kongreya 4`mîn de hijmarê mecilisan 80 andam bû, lê ji zêdebûna yekîtî û saziyan hijmara endaman bû 100. Hevserokên ku hatibûn hilbijartin jî bikarbin xwedî li biryarên ku hatibûn girtin derkevin. Hemû biryar û nîqaşên ku di Kongreyê de hatibûn girtin hemû endam xwe berpirsyar bibînin. Bêguman hem endam û hem jî hevserokatiya nû xwedî tecrûbeyên mezin in, dikarin ji bo civakê bibin hêza çareseriyê. Di heman demê de yek ji wan xalên sereke ya ku di Kongreyê de hate nîqaşkirin Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû, ji bo vê yekê pêwîst e ku em di derbarê azadiya Rêber Apo de xebatên gelek cidî bikin.”
Biryar û encamên Kongirê
– Azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan di serê xebatên pêşîn û berpirsiyariya tevgerê be.
– Destekdayîna pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd.
– Destekdayîna qada perwerdeyê ya yekitî û rêxistinên Civaka Demokratîk di çarçoveya parastina cewherî de.
– Xurtkirina sazûmaniya rêxistinên Civaka Demokratîk û pêkanîna têkiliyên dîplomasî bi rêxistin û saziyên sivîl re li ser asta herêmî û navneteweyî.
– Avakirina Meclisa Jinan di sazûmaniya rêxistinî ya tevgerê de.
– Teqezî li ser girîngiya rola ciwanan di rêxistinên Civaka Demokratîk de bi rêya rêxistin û perwerdeyê.
– Tevlêkirina hemû yekitiyan li komînan ji bo pêşxistina asta rêxistinî û xizmetguzarî ya komînan.
– Girîngîdayîna lidarxistina kongreya nîştimanî ya Kurdistanî di vê qonaxa hestiyar de.
– Xebitîna ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî û misogerkirina vegera ewle ya koçberan.
Hevserokên ku hatine hilbijartin; Remziya Mihemed û Ebduselam Mihmûd kî ne?
–Remziye Xelîl Mihemed li bajarê Qamişloyê sala 1977`an ji dayik bûye. Asta navîn li Qamişloyê xwendiye û sala 1999`an dest bi têkoşînê kiriye.
Sala 2005`an bû koordînatora Kongra Star (Yekitiya Star ya wê demê) û piştî destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê sala 2012`an, di nava komîn, meclis, malên gel de kar û xebat meşand û sala 2012`an bû seroka Meclisa Bajarê Qamişloyê û karê xwe temam kir.
Piştî ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sala 2014`an, Remziye bû seroka Desteya Malî û 6 salan di karê xwe de ma. Ew cara yekê bû jinek serokatiya Desteya Malî dikir.
Sala 2019`an di kongreya 8`an a Kongra Star de bû berdevk. Di kongreya 9`an de jî ji bo endamtiya Koordînasyona Giştî ya Kongra Star hate hilbijartin.
Remziye Mihemed di nivîsandina Hevpeymana Civakî de rol lîst. Niha endameke Komîteya Hevpeymana Civakî ya taybet a jinan e ku ji aliyê rêxistinên jinan ve tê nivisandin.
–Ebdulselam Mehmûd li bajarê Dêrikê sala 1982`an ji dayik bûye. Di dibistanên bajêr de xwendiye û ji Zanîngeha Navneteweyî ya Sûriyeyê ya li Şamê beşa dermansaziyê xwendiye. Mehmûd zewicî ye û bavê 3 zarokan e.
Mehmûd 2 salan gerînendetiya nexweşxaneya leşkerî ya Dêrikê kiriye. Piştre 4 salan bû hevserokê Yekitiya Dermanfiroşan a Dêrik, Girk Legê û Çilaxayê û piştre bû hevserokê Yekitiya Giştî ya Dermanfiroşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.[1]