Aşîtiya
ErdoganErdogan hîn bêhtir şer û xirabkirin e
Zekî Bedran
Erdogan, hewl dide bi Beşar Esad re hevdîtinê pêk bîne. Di vê mijarê de hewldanê xwe yên hevdîtinê, li ser rêya Rusya’yê didomîne. Ji bo ku têkiliyên xwe bi Surye’yê re sererast bike li pey hev daxuyaniyan dide. Erdogan’ê ji Beşar Esad re her roj digot “kujer” niha dibêje “ em bi Birêz Esad re li hev bên.” Ev çerxkirin ji bo Erdogan tiştekî normal in, ango ev yek klasîkeke Erdogan e. Heya dawî hêza xwe wê bikar bîne û xirabiyên ku bikê jî, wê bike. Dema hêza wî têr nekir, ango encam negirt jî, wê wisa bi vî rengî çerx bike. Ji wî re qural û qaydeyên însanî, exlaqî û wîcdanî ne derbasdar in. Wek bazirganekî ji rêzê tevdigere û her tiştî jî bi mejiyekî bazirganî digre dest.
Osmanî û Kemalîst bi Kurdan re pirsgirêk jiyan kirin. Komkujî, koçberî û bi darvekirin her tim hebûn. Di serdema Komarê de asîmîlasyoneke dijwar hat pêkanîn. Erdogan jî heman kiryar berdewam kir. Împaratoriya Osmaniya hewldaneke taybet raber dikirin da ku Kurda nêzî xwe bihêlin. Lê Erdogan li Rojavayê Kurdistanê bi destê çeteyên ku ser hevkirî, Kurd pelçiqandin. Bi destê çeteyan êriş bir ser Kurda. Bijartina xwe ji aliyê Kurda ve na, ji aliyê çeteyên DAIŞ û El Nusra kir. Van hêzan li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî tiştek nema ku bi serê Kurdan ve ne anîn.
Erdogan niha li ser ragihandina ku hatiye têrkirin re dêbêje “ez alîkarî didim Kurda, lê DYA jî dide terorîstan.” Erdogan ti carî alîkarî neda Kurda û nade jî. Yên ku alîkariya wan dike hêzên mîna PDK’ê, ango Barzanî ne. Ew jî, ji bo ku pêdiviya wî bi van hêzan heye bi kar tîne. Belê tenê bi kar tîne. Ger bi tena xwe bikarîbûya hêza gerîla bi pelçiqanda silav jî nedida PDK’ê. Ma gelê Kurd çi bi Erdogan kiribû ku berê çeteyên DAIŞ’ê da Kobanê. Jixwe wê demê Erdogan bi awayekî kêfxweş digot “Kobanê ket, ha wê bikeve.”
Li dijî çeteyên DAIŞ’ê cîhan bû yek, lê Erdogan berovajiya wê kir û li dijî Kurdan bi DAIŞ’ê re bû yek! Hewl dide ku bi hebûna PKK’ê diminayiha Kurda û xirabiyê li dijî Kurda mafdar nîşan bide. Jixwe DYA û Neteweyên Yekbûyî PKK’ê xistine lîsteya terorê de. Vê ya mîna çekekê di pêkanîna sucên mirovî û veşartina qirkirinê de bikar tîne. Niha DYA û Neteweyên Yekbûyî jî Hamas’ê weke rêxistineke terorîst bin av dikin, lê Erdogan dibêje “na ew mûdahîd in” û wan destek dike. Li gor berjewendiyên xwe di biryargirtina mijarên li dijî PKK’ê de ya xwe li ser gelan ferz dike.
PKK’ê tenê bi terorî û bi zextê bibîr tîne û bi vê yekê disepîne cîhanê. Jixwe di sala 2013’an de hevdîtinên ku bi Îmrali’yê re dikirin de ev mijar hatibû çareserkirin û bi salan tevî ku şer sekinî, ti cenaze jî nehatin. Rêber Apo, ji bo çareseriyê sebreke bêhempa û esnektiyeke mezin nîşan da. Di hevdîtina dawî ya sala 2015’an de got “bila hikûmet heyeteke çavdêriyê ava bike, ez ê jî kongreya PKK’ê kom bikim û li dijî Tirkiye’yê têkoşîna bi çek raweste bangawazî bikim.”Erdogan li şûna ku heyeta çavderiyê ava bike û pêvajoya çekan bisekinîne biryara şer bijart.
Yê ku ji dewrê derxistina çekan asteng dike Erdogan bi xwe ye. Lê niha bi hemû cîhanê re hevdîtinê dike û li dijî PKK’ê tifaqan ava dike û destek jî digre. Hinceta wî jî “PKK’ê zextê bikar tîne, terorîst e” û hwd. Bi hemû cîhanê re li ser PKK’ê û pirsgirêka Kurd diaxive, dikeve mesrefên mezin. Aboriya Tirkiye’yê têk birin û hevsengiyên navxweyî xirab kirin. Li ser navê hiqûq û demokrasiyê tiştek nehiştin. Çi pêwîstî bi mirina evqas însan û windakirina ewqas aboriyê hebû? Bi Kurdan re hevdîtin û lihevkirin rêya herî hesan û herî bê mesref e.
Vê çavsoriya wan hişt ku di xirabkirina Suriye’yê de pêşengiyê bikin. Niha jî ji Esad re dibêje “were em li hev bikin.” Dîsa ji bo Erdogan ya herî destpêkê dijminahiya Kurda ye. Rexmê hemû dagirkerî û qetilkirinan jî nedikarî Kurda tasfiye bike. Nikarîbû Esad bi qulibîne. Çeteyên ku li derdora xwe kom kiribûn di destê wî de man. Ji bilî bikaranîna çeteyan a li dîjî Kurdan, ti nirxekî wan nema. Niha jî wan çeteyan li dijî Esad, ji bo ku weke qertekê bikarbîne di destê xwe de digre. Naxwe rolekî din ku bi wan bide leyîstandin nîn e. Wan çeteyan mîna muxalefetê bazar kir, lê nehişt ku bibin muxalîf da ku nasnameyeke siyasî qezenc bikin. Wan mîna pîyonên ji rêzê û di statûya cehşan de hişt.
Erdogan li hindir û li derve tengezar e. Hebûna DYA’yê li Iraq û Surye’yê mijara nîqaşê ye. Iraq hebûna Amerîka’yê li Iraq’ê naxwaze. Ger di hilbijartinan de Trump werê hilbijartin tê hesibandin ku Amerîka ji Surye’yê vekişe. Di vê rewşê de wê hevsengiyên Surye’yê biguherin. Ger Kurd û herêmên xweser bi rêveberiya Esad re li hev bikin, wê dewleta Tirk hîn bêhtir bikeve zehmetiyan. Ti meşrudiyeta hebûna Tirkiye’yê di xaka Surye’yê de nîn e. Bi awayekî vekirî hêzeke dagirker e. Artêşa xwe di Başûrê Kurdistanê de bicîh kiriye û dixwaze hêza gerîla belav bike. Dixwaze têkiliya Başûr û Rojavayê Kurdistanê qut bike da ku bikaribe zemînê deskeftiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bifetisîne ava bike. Di hesabê ku bi Esad re li hev bike û armacê xwe hîn hesantir pêk bîne de ye. Di heman demê de dibêje“ ez wan bi hevpeymaneke mîna mutabeqata Adana’yê razî bikim, wê her tim avantaja ku ez bikaribim mûdaxeleyî Surye’yê bikim, bi dest bixim.” Her wiha hesab dike wexta ku avakirina Surye’yê dest pê kir, di wir de jî para ku li wan dikeve bigrin û hwd.
Di cewher de lêgerînên Erdogan yên aşîtiya bi Esad re ti têkiliya xwe bi aşîtiyeke rasteqînî re nîn e. Ger aşîtî bixwesta wê artêşa xwe bikşîne, çeteyan belav bike û herî kêm qismek zirara ku daye tanzim bike. Di Surye’ke ku destê dewleta Tirk di nav de hebê de, ti carî aşîtiyeke rast pêk nayê.
[1]